6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girîngiya xwendinê

Dinya êdî bihar bû, li her aliyên xwe gulên rengo rengo vekiribûn. Dar di nava daristanan de bi hemû cureyên fêkiyan şîn bûbûn. Hêdî hêdî serm û seqem diçûn û germahî çêdibû. Ewran koç dikir û rojê germahiya xwe bêhtir vedida.

Li wan daristanan, di nava wan dar û gulan de, çar hevalên ku gelekî ji hev hezdikirin bi hev re dijiyan. Her roj bi hev re diçûn dibistanê û vedigeriyan. Bi hev re xwarin dixwarin, dixwendin û dilîstin. Jixwe êdî dem û rojên dibistanê ber bi dawiyê ve diçûn. Li dibistanê, mamoste êdî dest bi ezmûnan kiribû. Diviyabû hemû şagirt di van demên dawî yên xwendinê de bêhtir bala xwe bidana ser xwendin û ezmûnên xwe.

Wan her çar hevalan jî didu ji wan dest bi xwendinê kiribûn. Lê her duyên din jî hîna her roj gava ku ji dibistanê vedigeriyan pirtûkên xwe diavêtin odeya xwe û diçûn ji xwe re dilîstin. Rojekê piştî ku her çar heval; Pezkovî, Rovî, Kîvroşk û Mirîşk ji dibistanê vegeriyan, xwarina xwe bi hev re xwarin. Paşê xwestin yekser dest bi xwendinê  bikin. Lê Rovî got:

“Ka em hinekî herin bi lîstokan bilîzin, paşê em ê dest bi xwendinê bikin!”

Kîvroşkê gava ev gotin bihîst, aciz bû û got:

“Rovî, sibe ezmûn e. Ger em tê de bi ser nekevin, em ê di vê werza xwendinê de bi bin bikevin.”

Rovî guh neda gotinên Kîvroşkê û got:

“Mirîşk, Pezkovî! Ka em herin hinekî ji xwe re di nava gulan de bilîzin û bila Kîvroşk tenê heta êvarê bixwîne!”

Pezkovî jî mîna Kîvroşkê hêrs bû û got:

“Ez naçim. Sibe ezmûn e û divê em bixwînin. Ger em nexwînin, em ê bi bin bikevin.”

Rovî wek ku gotin hilnebijart, li Mirîşkê nihêrî û got:

“Hîna gelek dem ji bo xwendinê heye. Jixwe em ê herin wek her car hinekî bilîzin û vegerin û bixwînin.”

Kîvroşkê bi xemgînî got:

“Dema çi! Sibe ezmûn e û dem nemaye.”

Mirîşkê bi gotina Rovî bawer kir û da pey wî û çûn ji xwe re bilîzin. Kîvroşk û Pezkovî pir li ser rewşa wan û ne xwendina wan xemgîn bûn. Dema xwendinê di ser Rovî û Mirîşkê re derbas bû.  Wan ji xwe re di nava baxçeyê de dilîstin û haya wan ji demê tune bû ku êdî bûye êvar.

Mirîşk, piştî ku hinekî westiya ji Rovî re got:

“Rovî, dem gelekî çû. Va ye êdî roj diçe ava!”

Rovî, jê re got:

“Hîna dem pir e. Xwendina me tev de nîv saetek e.”

Mirîşkê dîsa ji gotinên Rovî bawer kir û heta derengiya êvarê leyîstin. Li mal Kîvroşk û Pezkovî, êdî xwendina xwe ber bi dawî ve anîbûn. Carekê piştî saet heştê êvarê derî lêket; tik, tik, tik… Rovî û Mirîşk vegeriyan malê. Lê ji westana lîstokan êdî nikarîbûn bixwendana û yekser ketin xewê. Kîvroşk û Pezkovî, pir li ser rewşa wan xemgîn bûn û ew jî ji bo sibehê dereng nemînin çûn razên.

Sibehê piştî ezmûnê Rovî û Mirîşk gelekî xemgîn bibûn. Lê Kîvroşk û Pezkovî pir şad bûn. Roja din piştî ku mamoste pileyên ezmûnê destnîşan kirin, Kîvroşk û Pezkovî bi pileyên baş bi ser ketibûn, lê Mirîşk û Rovî bi bin ketibûn. Mamoste hinekî aciz û xemgîn bû û ji wan re got:

“Ger hûn baş nexwînin, hûn ê bi bin bikevin. Divê van rojan hûn hinekî dev ji lîstokan berdin û guh bidin xwendinên xwe, ji bo ku hûn bi ser bikevin.”

Mirîşk û Rovî, gelekî xemgîn bûn û soz dan mamoste ku ew ê ji bo ezmûnên din baş bixwînin. Piştî dibistanê her çar heval çûn malê. Xwarina xwe xwarin û bi şadî û hêzeke mezin dest bi xwendinên xwe kirin.