28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd û Newroz bûne yek

M. Alî Ertaş

Kurd bi Newrozê û Newroz bi kurdan tê zanîn. Newroz ji bo gelê kurd bûye nasnameya berxwedanê. Piştî Tevgera Azadiya Kurd pêş ket, Newroz bi girseyî tê pîrozkirin. Her sal bi milyonan kurd û dostên kurdan dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin. Têkildarî mîtolojî, dîrok, wate û girîngiya Newrozê em bi nivîskar û rojnameger Medenî Ferho re axivîn.

Di serî de li ser mîtolojiya Newrozê hûn dikarin kijan agahiyan bidin me?

Dîroka bi bêînsafî nêzî gelê kurd dibe. Di vê pêvajoyê de ez di serî de Newrozê li gelê kurd û Rêber Apo û hemû şopdarên heqiqetê pîroz dikim. Newroz bi Prometheus dest pê dike. Ji ber ku Prometheus nîvxwûdayê ku li erdnîgariya Kurdistanê agir ji ocaxa xwedewendan dizîye û anîye radestî mirovahiyê kiriye. Di vê pêvajoyê de, dema em li dîrokê dinerin, dema Îskender hatiye Kurdistanê û heta Hindistanê çû, her der kaf û yekûn kir, li Çiyayê Zagrosê, li berzehê ku Prometheus lê hatibû zincîrkirin geriyaye.
Piştî wê jî li dijî Dehaq Kawayê Hesinkar agirê Newrozê pê xist. Lê di dîroka ku min wekî bêînsaf bi nav kir de tu carî Dehaq bi dawî nebûne. Îro jî em dibînin ku lehengên azadiyê wekî Kawayê hemdem derketine holê. Îro ew lehengên kurd agirê Newrozê li çiyayê Kurdistanê pê dixin.

Agirê Newrozê çi Mazlum Dogan, çi Zekiye Alkan be, Çi Rahşan Demîrel, çi Berîvan be, çi Muslim Dogan be, Mehmet Karataş an jî Zekî Şengalî be, ji dîroka ku li dijî Dehaqan têkoşiyane heta niha ji hev ne cuda ne. Bi taybetî divê mirov dîroka kurdan û dîroka dijminê kurdan di ber çavan re derbas bike.
50 sal berê kurd di deriyê neqeba fetisandinê de bûn. Yekî welatparêz û bixwesta agirê Newrozê pê bixe, bi şev lastîk/tekerek li serê çiyayekî pêdixist û digindirand. Wê demê nikaribûn aşkere agirê Newrozê pê bixin. Bi dizî agirê Newrozê pê dixistin. Wekî bahara gelan pênase dikirin.

Divê em agir û Newrozê wekî pergalekê pênase bikin. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan jî gotibû, “Gelê kurd gelê Newrozê ye. Eger gelê kurd bi Newrozê re bûbe yek û xwe wekî gelê Newrozê bibîne, şoreşan pêk tîne. Îro jî em dibînin encama têkoşîna 50 salan derketiye holê. Kawayên Hemdem di sala 1982’an de li Zindana Amedê û di 1984’an de bi fîşeka yekem agirê Newrozê pê xistin. Bi vê yekê îro şoreşek derketiye holê. Îro mînaka vê yekê şoreşa Rojava ye. Ez qala raperîna Başûr nakim. Di sala 1991-1992’an de serhildanê bi gel dest pê kir. Wekî şoreşek gel derket. Lê mixabin ew partiyên ku hatin ser wê raperînê, hemû nirxên ku gel bi canê xwe da, têk birin û îro gihîşt ku bi dagirkeran re bibe yek.
Ev hebûn li gel berxewdan û têkoşîna mezin bi agirê Newrozê bûye nasnameya gelê kurd e. Newroz hebûn e. Zêdeyî deh hezar şehîdê berxwedanê hene. Ji ber vê yekê agirê Newrozê bûye hebûn û nasnameya gelê kurd. Ji destpêka dîrokê heta îro ew agir ji serê çiyayê Kurdistanê nehatiye tefandin.

Gelê kurd bi agirê Newrozê pergalek ava kiriye. Bi vê pergalê gihiştiye qonaxa îro û gelek destkeftî bi dest xistine. Bi bedelan şoreşek ava kirine. Pêvajoya ku Tevgera Azadiya Kurd bi şiyara “Dem dema azadiyê ye” daye destpêkirin, divê bêtir bê xurtkirin. Divê Newroza îsal ji her sal cudatir û xurttir bê pîrozkirin. Divê peyamên xurttir bidin hêzên derve.
Heta niha cejnên hatin pîrozkirin layiqî pesindayînê bûn. Lê pîrozbahiya îsal ji ya hersal bêtir cuda ye. Divê gelê kurd vê cudahiyê bibîne. Divê gelê kurd, dîroka pêr, duh û îro ji hev cuda bike. Ji ber vê yekê divê gelê kurd ji her sal bêtir dakeve qadan û dengê xwe bilind bike û vîna xwe nîşan bide.
Kampanya “Dem dema azadiyê ye” ku hatiye destpêkirin du xalan derdixe pêş. Yek jê ji bo Azadiya Rêber Ocalan e. Ya din jî azadiya kurd û Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Divê ev peyam bên dayîn.

Têkiliya agir û Newrozê bi hevre çi ye. Çima agir ji bo gelê kurd pir pîroz û bi wate ye?

Di tu cejnên cîhanê de agir tune ye. Tenê di Newrozê de agir heye. Di Newroza ku gelê kurd bi têkoşînê gihandiye îro de agir heye. Heta tirkên dewşîrme jî li Newrozê xwedî derdikevin. Lê agir li cem kurdan ocax e. Ocax wateya hebûnê ye. Gelê kurd nirxekî pîroz û giranbuha didin Ocaxê. Ji ber ku Ocax hebûn e. Agirê malekê, malbatekê, li şikeftan, zeviyan, newal û çiyan tê pêxistin, ev tê wateya hebûnekê. Ji ber vê yekê, pêwist e ev dîroka 40 salî di wê dara mezin ku wekî Ocaxê tê nasîn de bê rêzkirin. Divê ew navê wekî Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel û yên bûne sembol di vê secereya dara mezin de bên rêzkirin. Wan kesan bi bedena xwe agir bi wate kiriye. Dîsa dema Rêber Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, gotin ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û bedena xwe dan ber agir. Bûn xeleka agir û xwe li dora Rêber Ocalan pêçan. Divê ev kesên bûn xeleka agir xwe di dara wê Ocaxê de cih bigirin. Agir tê wateya Ocaxê. Ocax nasnameya hebûna gelê kurd e. Kurd jî nirxekî gelek mezin didin Ocaxê. Ji ber ku Ocax jiyan e. Dema em berê xwe didin Newrozê, cil û bergên kurdî, çîrok û metalokên kurdî, folklora kurdan tev di rengîniya Newrozê de ye. Di cîhanê de tu ziman bi qasî zimanê kurdî nikare folklora kurdî bi nav bike. Ji ber vê yekê bi taybetî Newroz a gelê kurd e. Ocax e û agirê wê pîroz e. Digêje xwedawendên destpêka mirovahiyê. Xwedî secereyeke gelek dûr û dirêj e.

Tirk û gelek neteweyên din dibêjin Newroz a me ye.Tirk dibêjin ‘Nevrûz’. Em çawa dikarin ji hev cuda bikin. Em çawa dizanin ya kê ye?

Newroz jî, Nevrûz jî ne tirkî ye. Faris wekî Nevrûz pênase dikin. Faris jî bermahiyên kurdan in. Cil û bergên serayên Osmaniyan jî yên farisan in û farisan jî ev yek ji kurdan girtine. Dîsa îdayek tê kirin ku azerî bi temamî kurd in. Dîroka ku bêînsaf nêzî gelê kurd dibe. Ew dîroka fermî ye. Ew dîroka ku gelan înkar dike û tîne hemberî hev. Pergala Newrozê jî hem dîroka fermî û hem jî dagirkeriyê red dike. Newrozê komploya navdewletî ya li dijî Birêz Ocalan di kesayeta Ocalan de li dijî gelê kurd pêk hatiye pûç kiriye. Dema bi milyonan gel dadikeve qada Newrozê û bi hev re Newrozê pîroz dike, tê wateya ku tifaqek heye. Tifaqa gel ku derketiye holê bi yek dengî daxwaza tiştekî dikin. Li tevahiya cîhanê qanûn li gorî daxwaza gelan tên amadekirin. Lê yên Tirkiyeyê ne wisa ne. Zagonên Tirkiyeyê zincîrên qirkirinê ne. Dema em Îttihat û Terakkî’ya di dema Abdulhamit de bînin bira xwe, li Anatoliya, Derya Reş, Kurdistan û Mezopotamya 7 gel qir kirine. Niha jî dora kurdan hatiye. Dixwazin kurdan qir bikin. Eger dikaribin kurdan jî qir bikin û tune bikin, dê Anatoliya li ser navê xwe tapo bikin. Ji ber vê yekê dixwazin cejna Newrozê bikin a xwe. Çi dikin agir pê dixin û walî xwe de ser re davêje. Wateya Newrozê ku em di dîrokê de dibînin, sedrafên kurdan diçûn serdana qralên xwe. Gelek kes dibêjin Newroz sersal e. Ne wisa ye. Newroz tenê cejna azadiyê ye. Ya berxwedanê ye. Ya pêxistina agirê li dijî zaliman e. Divê em pêr, duh û îro ji hev cuda bikin. Divê em dîroka xwe jî, dîroka dijminê xwe jî û dîroka Rojhilata Navîn jî baş nas bikin. Nirxên me ji me dizîne. Dixwazin Newrozê jî ji me bistînin. Lê nikarin. Pergala ku di nava gelê kurd de hatibe avakirin, dê çawa karibin folklora gel ji gel bistînin. Li serayên Osmaniyan cil û bergên kurdan li xwe kirin. Kî tê ser desthilatdariyê pergala xwe ava dike. Niha jî em wê pergala yekperest û kujer dibînin.

Hişmendiya Dehaqê wê demê û pergala niha ku dîsa ciwanên kurd binçav dike, digire çiqas dişibe hev. Cudahiya wan çiye?

Cudahiya Dehaqê wê demê û pergala niha ji hev cuda nîn e. Dehaqê wê demê di serê wî de mar hebû. Lê Dehaqê niha de di dilê wî de mar heye. Di çavê wan û mejiyê wan de ew marê ku xuya nake heye. Niha modernîteya kapîtalîst di nava xwe de Hîtleran pêk tîne. Ferqa Hîtler û Dehaq ji hev çi ye? Ferqa Mûsolînî û Dehaq ji hev çi ye? Duh Pergala îttîhat û Terakkî gelê ermenî qir kir û kesî dengê xwe nekir. Îro jî Erdogan heman tiştî dike. Destekê dide DAIŞ’ê. Wan çeteyan dişine Liyba û Rojhilata Navîn. Pergala Lejyonên Roma ku leşkerên bi pere bûn, niha ji aliyê Dehaqê serdema Erdogan ve tên bikaranîn. Wan li dijî kurdan bikar tînin.

Dehaqê wê demê tenê li dijî gelê kurd bû an tenê gelê kurd li dijî wî şer kir?
Dehaqê wê demê ne tenê li dijî gelê kurd bû. Lê tenê gelê kurd li dijî zilma wî şer kir. Dehaqê wê demê û niha yek e. Lê wê demê jî kurd li dijî Dehaq derketin û îro jî kurd li dijî Dehaqên serdemê derdikevin û şer dikin. Wê demê jî gelê kurd agirê Newrozê pê xist û îro jî gelê kurd bi milyonan digihêje hev û agirê Newrozê pê dixe. Lê îro ji Dehaqê niha dema êrîşî Rojhilata Navîn dike gelê kurd, ereb û suryanî jî qetil dikin. Îro jî AKP li herêmên medya çekên kîmyewî bikar tîne. Çekên kîmyewî zarok, jin û xwezayê jî ji hev cuda nake û tune dike. Dehaq wê demê êrîşî gelan dikir û yê niha jî êrîşî gelan dike. Erdogan îro li Rojava, Iraq, Lîbya û Azerbeycanê li dijî gelan şer dike.

Ji aliyê çand û ekolojiyê ve mirov Newrozê çawa pênase bike?

Çanda gelê kurd pir xurt e. Li gel dagirkeriya sedsalî dîsa xwe parastiye. Ji aliyê çanda devkî ve hêzek pir xurt hebû. Şoreşa kurdan a 50 salan êdî di pirtûkan de cih girtiye. Birêz Ocalan gotibû ku ‘Eger têkoşîn û şoreşa me di pirtûkan de cih bigire dê mayinde bibe.’ Newrozê bi xwe re çandek ava kiriye. Çanda kurdî bi Newrozê û meşa gerîla re dimeşe. Îro rewşenbîr û nivîskarên kurd çavdêriya dema xwe dikin. Wê demê dikarin îro bigînin siberojê. 50 sal berê di dîroka kurdan de valahiyek mezin hat çêbû. Kurd heta 15’ê Tebaxa 1984’an di bin betonê de hatibûn definkirin. Sîstema Newrozê felsefeyek e.

Ji aliyê siyasî ve Newrozê bandoreke çawa çêkir?

Li gel ku heta niha nêzî 10 partiyên kurd hatin girtin jî kurdan siyaseta xwe berdewam kir. Dîsa li gel ku çend bajarên kurdan bi tang û topan hatin xerakirin jî kurdan dest ji siyaset û pergala xwe berneda. Îro li meclisê navê Kurdistanê tînin ziman. Ev gavên mezin in. Tevî ku partiyên kurdan mixabin heta niha yekitiya xwe ava nekirine em dibînin ku gelê Kurdistanê yekitiya xwe ava kiriye.

Medenî Ferho  ki ye? 

Medenî Ferho di sala 1947’an de li Midyada Mêrdînê hatiye dinyayê. Li Midyadê xwendina xwe ya seretayî û lîseyê qedandiye. Piştî ku 7 salan mamostetî kiriye çûye Stenbolê û di sala 1993’yan de li rojnameya Cumhuriyetê karê rojnamegeriyê kiriye. Gelek salan di rojameya Azadiya Welat de wekî qunciknivîs nivisandiye û heta niha 16 berhemên wî wekî pirtûk di mijarên cuda de hatine weşandin.