spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz ji bo kurdan çi îfade dike?

Gulan Fehîm

Newroz xwedî dîrokeke gelek kevnare. Em dema li baweriya Zerduştî meyîze dikin, em pîrozbûna agir dibînin. Di baweriya Zerduşt de, agir bi navê Ahûra Mazda tê pênasekirin. Îfadeya başî, ronahî, edalet, xweşî, wekhevî, hevgirtin, yekîtî û hwd e. Ev jî tê wateya ku agir sembola şerê bi xirabiyê re ye. Tekoşîn û berxwedaniya ku li beramberî hemû helwestên li dijî nirxên mirovahî û civakbûnê ye. Gelê kurd jî her dem bi vê baweriyê re, jiya ye. Her çend desthilatdaran xwestibin vê baweriyê di nava gel de bêbandor û bêreng bikin jî, lê heya niha em dibînin ku gelê kurd bi heman sembol ji bo hemanan tekoşiya ye.

Di çîroka Kawayê Hesinkar de jî em heman tiştî dibînin. Ji ber ku Kawa zilma qiral Dehaq qebûl nake, li dijî wî serî radike. Vê serkeftinê bi agirê Newrozê pîroz dike. Gelê kurd heya niha bi vêpîrozbahiyê, agirê Newrozê geş hiştiye. Cihê ku zaliman destûra pîrozkirinê nedabin û qet ji bo pîrozkirinê derfet nehiştibin jî, gelê kurd bi agirê bedena xwe cejna Newrozê pîroz kirine. Gelê me bawer dike ku heta agirê Newrozê hebe wê deshilatdar nikaribin bi ser bikavin.

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê jî agir wekî sembola berxwedan û tekoşînê tê pênasekirin. Ji ber vê yekê jî desthilatdaran her dem ji bo ku vê berxwedanê têk bidin, destûr nadin ku gel agirê Newrozê bi çanda xwe geş bikin û Newroz pîroz bikin. Rejîma desthilatdar a Îranê, hewl dide ku Newroz bi şêwazekî biçûk bixe. Dixwaze ku vê çandê ji holê rake. Ji ber vê yekê jî destûr nade ku pîrozbahiya Newrozê bi girseyî were pîrozkirin. Dixwazin bi vê şêwazê çanda gelên Îranê, ji holê rakin û pîrozbahiya Newrozê û kombûna gelan, di hundirê malan de bigrin . Li gel ku Newroz li Îranê fermiye û serê salê îfade dike jî, lê rejîma desthilatdar a Îranê bi qedexeyên nû re dixwaze ku, ev çanda kevnar ya rojhilatê Kurdistan û Îranê ji holê rake. Li vê derê pirsek derdikeve pêşiya me. Em dikarin bêjin bi hatina Îbrahîm Reîsî re, rewşa jinan û çanda gelan roj bi roj gelo xirabtir dibe?

Em dibînîn ku berê çiqas zext jî hebûn, lê dîsa jî rojên wisa pîroz ên wekî Newrozê dihatin pîrozkirin. Lê Îbrahîm Reîsî, li vê derê, tenê kujerê gelan nîne. Bi vî şêwazî dibe kujerê çandan jî. Pêwîste ku helwestên gel li beramberî van qirkirinan çi bibe? Kawayê Hesinkar, çawa ku li hemberî zilma Dehakan serî hilda, gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê jî divê wekî Kawayê Hesinkar, bibin Kawayê gelan û li dijî wan Dehakan serî rakin. Rejîma Îran bi salan e her tim hewil da ku li pêşiya pîrozkirina Newrozê bibe asteng. Lê nekarî vê yekê pêk bîne. Vê carê ji bo ku bêbandor bike îsal got gel dikare Newroz pîroz bike û bi teybet bajarê sine wek navenda pîrozkirina cejna Newrozê destnîşan kir. Ji bo Newroz rengê xwe ya siyasî dernexîne holê û wek helwest li beramberî dewletê dernekeve ev yek kir. Ji xwe ji bo pîrozbahiyê şert daniye. Rejîma Îran bi şertên ku  rengê neteweyî,  helwestê siyasî, rengê kesk, sor û zer bi kar neyê pîrozkirina Newrozê serbest dike. Lê ji her salê zêdetir îsal gel bi coş û kelecaneke mezin deng û rengê xwe nîşan da. Ji ber ji herdemê zêdetir gel îsal di ferqa siyaseta qirker a Rejîma Îranê de ye û çavê xwe ji vê re nagire û serî natewîne. Ji ber vê rastiyê em dikarin bêjin ku Newroza Rojhilat hem çandî û hem siyasî ye.

Li çar beşên Kurdistanê jî ji bo berdewamkirin vê çandê, mirovan bedana xwe dan ber agir. Îro jin li her qadê bi deng û rengê xwe vê rojê pîroz dikin. Li rojhilatê Kurdistanê jinên ji heft salî heta heftê salê, ji bo parastina vê çandê, li dijî vê feraseta desthilatdariyê tekoşînek bê hempa didin meşandin.

Dema ku pirsa ‘Newroz ji bo kurdan çi îfade dike an go tê çi wateyê?’ bê pirsîn; Em dikarin bibêjin ku Newroz ji bo kurdan çandeke. Ev jî têkoşîna çanda li dijî hemû xirabî û neheqiyan e. Ji ber ku gelê kurd Netew e. Welatê wî/ê hatiye dagirkirin û bi xwe jî her mehkûmê bindestiyê maye. Ji ber vê yekê bi her cûre neheqiyan re rû bi rû maye û hê jî tên. Newroz ji bo gelê kurd, sekna li dijî zilm û zilmkaran e. Li dijî radestbûnê berxwedan e. Mezinkirina tekoşîna ji bo azadî û wekheviyê ye. Sembola hevgirtin û yekîtiyê ye. Di dilê her kurdek û bi taybet yên ku li zindan, meydan û kolanan de li ser piyane ev rastî heye. Ji bo sekna li dijî zilm, zordarî û koledariyê, hêza cewherî pêwîste. Gelê kurd jî, xwedî cewhereke wiha ye û ji bo ku vê cewherê ji dest nede, heya niha bi her awayî li berxwedaye. Ji bo jiyaneke wekhev û kesayetiyek azad, her dem tekoşiya ye. Di heman demê de ji bo ku parçebûyîna ku, bi aqlê dijmin çêbûye bizîvirîne yekbûnê gelek bedel hatiye dayîn. Rastiya dijmin li ser me ferz dike ku, çiqasî pêwîst bike em bedel bidin. Dibe ku me gelek bedel dabin. Hê jî pêwîst bike di oxira jiyaneke bi wate de, em gelek bedelên girantir jî bidin. ji ber ku tu serkeftin bê bedel nabe. Em neçarin bedel bigrin ber çavan. Gelê wiha xwedî îrade, bi biryar û bi cesaret û qehreman, tu caran serî ji zilmkaran re natewîne.

Ev 50 salin, tevgera Apoyî di bin her şert û mercan de ji bo ku bikare daxwez, hesret û pêwîstiyên gel pêk bîne, tedikoşe. Bi vê yekê ve girêdayî, Rêber Apo ev 24 sal in di şert û mercên herî zehmet û giran de liberxwe dide û tedikoşe. Li qadên çiya, berxwedanek ku nimûneya wê nîne hate meşandin. Di nava 50 salî de, tevgera Apoyî sekna pîrozkirina Newrozê li ser rojhilatê Kurdistanê pir cidî bandor kir. Çawa ku bi rihê pêşengê PKK’ê heval Mezlum Dogan bi agirê bedena xwe li dijî Dehaqên sedsalê tekoşiya; Ev ruh li her parçeyê Kurdistanê bu seknek ji bo Rojhilat jî wiha bû. Berê bi komên biçûk dihat pîrozkirin. Lê niha bi girseyî û helwestê siyasî tê pîrozkirin. Dîsa berê tenê di milê kurdan de dihate pîrozkirin. Lê hemû gel bi pirojeya serokatiya ya konfedralîzma demokratîk pîroz dikin. Kesayetên şoreşger ên fars, ereb, tirk, azer û hwd, di hemû milan de ji bo ku gelê kurd bibe xwedî sitatû dostantî kirin. Her wiha li dijî dijmin bi awayek hevbeş tekoşiyan. Gelê ku hatiye perçiqandin û bindest e, herî zêde li ser rêka ku Rêber Apo ava kiriye û nîşan daye, xwestin xebat bimeşînin. Bi vî ruhî dost û dijmin jî pêwîste ku bizanin, em bi duruşmeya “Newroz hîmaya yekîtî, azadî û jiyana bi hevre ye” bi ser bixin. Serkeftin ya me ye. Li şûna ku em wek kole bijîn, wek şervanên azadiyê bedel bidin. Ev jî ji her tiştî binirxtir e.

Wek encamê zêdetirî çil saliya tevgera Apoyî diyariya herî mezin ku Rebertî ji bo gelê kurd û hemû netewan daye, pergala konfedralîzma demokratîk e. Li Îran û Rojhilat jî potansiyela xwe bi rêvebirin li pêş e. Ji bo vê yekê careke dîtir  em îsal dibînin ku gel çawa bi avayeke girseyî Newrozê pîroz dikin. Careke dîtir temsîla îrada xwe ya siyasî dikin. Pîrozkirina ruhê Newrozê bi taybet ji bo gelê Rojhilat û bi tevahî ji bo hemu gelan ji bo her qada têkoşînê bibe hevî.