4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Amedê ji 25 jinan 11 jin girtin

Polîsan di 16’ê Adarê de li Amedê 25 jinên ku nûnerên sendîka û komeleyan in piştî serdegirtina malan binçav kiribûn. Dadgehê ji 25 jinan 11 jin girtin û şandin dadgehê.

Polîsan li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 16’ê adarê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi giştî 25 jin binçav kirin. Di 18’ê adarê de 15 jin sewqî edliyê hatin kirin û dadgehê 7 jin girtin û şandin girtîgehê.

Şevê din jî Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Fatma Yildizhan, Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Xebatkarên Veguhestina Yekbûyî (BTS) ya Amedê Bagar Ulug, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Guler, Bîrsen Guneş, Safiye Akdag, Evîn Yelboga, Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner, Kezîban Kuday û Songul Kapanci derxistin edliyeyê. 10 jinên ku li dozgeriyê îfade dan, sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dadgeriyê jî piştî darizandinê der barê Fîlîz Buluttekîn, Bahar Ulug, Fatma Yildizhan û Songul Kapanci de biryara girtinê da. Dadgehê bi giştî der barê 11 jinan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê. 14 jin ji serbest hatin berdan.