11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê ji 15 jinan 7 jin şandin girtîgehê

Polîsan di 16’ê adarê de bi ser gelek malan de girt û 24 jin binçav kirin. Ji 24 jinên ku hatibûn binçavkirin jê 15 jin îro sewqî dadgehê kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya 15 jinan girt, Yildiz Kardaş li midûriyeta polisan serbest berda. Dozgeriyê Seroka Komeleya Rosa Adalet Kaya, Rêvebera Rosayê Fatma Gultekîn û Nevin Oyman, Hevseroka TUMBEL-SEN’ê ya Amedê Nîhal Yanik, Sekretera Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Hatice Efe û Muhîbet Ozcanli bi şertê kontrola edlî serbest berda. Dozger Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Endamên Meclisa Yenîşehirê Emine Kaya, Sakine Karadenîz, Fatma Kalmaz, Jale Okkan, Esma Efeturk û Hazal Yildirim bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir. Hazal Yildirim li dadgeriyê serbest hat berdan.

Dadger der barê Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Endamên Meclisa Yenîşehirê Emine Kaya, Sakine Karadenîz, Fatma Kalmaz, Jale Okkan û Esma Efeturk de biryara girtinê da û 7 jin şandin girtîgehê.

9 jinên din jî hêj li şaxa TEM’ê di bin çavan de tên girtin.