28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên bûne sembola Newrozê

Jiyan bi berxwedanê bi wate bû. Berxwedana bi agir nûbûnek derxist holê. Agir di zimanê gelên Kurdistanê de bû Newroz. Navê roja nû, bihar e, serhildan e Newroz e. Navê Berîvanan, Ronahiyan, Rahşanan Newroz e. Newroz li dijî îşkence û hovîtiya di zindanan de hat jiyîn, dibe dengê  diwarên zindanan. Rengê tavê ye Newroz. Dengê kesên li ser axa Kurdistanê hatin windakirin e. Newroz ji bo kurdan rojeke dîrokî ye. Ev roja dîrokî ji bo jinên kurd dibe roja rexistinbûnê. Jinên ku bi Newrozê re dibin yek, navê wan di stran û helbestan de tê nivîsandin. Jinên ku bûne sembola Newrozê bi navê xwe yên ku li nifşên nû tên dayîn, dijîn. Ka em bala xwe bidin van navên jinan ên ku li çar parçeyên Kurdistanê belav bûne.

Binevş Egal (Bêrîvan)

Navê yekemîn ê ku tê bîra me Binevş Egal (Berîvan) e. Binevş di sala 1966’an de li navçeya Qubînê ya Elîhê tê dinê. Malbata Berîvanê êzidî ye. Binevş navê xwe ji destana kurdan “Cembeliyê Colemergî û Binevşa Narîn” digire.  Ji ber zextên darbeya 12’ê Îlonê malbata Binevşê koçberî Ewropayê dibe. Binevş di 17 saliya xwe de vedigere ser axa xwe.

Bêrîvanê li Cizîrê jin bi rêxistin dikirin û jinên Botanê hertim ji wê hez dikirin. 10’ê çileyê 1989’an de mala ku Bêrîvan lê dima tespîtkirin û pişt re tê binçavkirin. Gelek îşkence dibîne lê li hemberî zext û zoriyê ew vîneke  xurt nîşan dide. Bêrîvan di îşkenceyê de tê qetilkirin. Kuştina Berîvanê di nav civakê de hêrseke mezin ava dike.  Gava ku navê Cizîrê dihat gotin, navê Berîvanê jî pê re dihat gotin. Cizîr bû Bêrîvan, Berîvan jî bû Cizîr. Êdî Berîvan bû sembola berxwedana Newrozê û jinên ku Bêrîvanê di wê demê de birêxistin kiribûn piştî qetilkirina wê herikîn kolanan û Newrozê. Navê Bêrîvanê li zarokên xwe kirin. Bêrîvan êdî ji bo jinên kurd ruhê berxwedanê û ruhê Newrozê ye.

Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Berîvanê wiha gotibû: “Bêrîvan çawa ku li çiyê hat bi heman rengî li gel jî hat. Gelê Cizîrê ji Berîvanê gelek hez kir. Bandorek mezin li Cizîrê kir.

Şopdara Berîvanê: Zekiye Alkan

Zekiye Alkan eslê xwe ji Gumuşxaneyê ye. Piştî Zangoya TIP’ê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir hat Amedê. Dema li zanîngehê bû tevgera azadiyê nas kir û vê yekê bala wê kişand. Di serhildanan de tev li çalakiyan dibe û ev serhildan jî li gor ruhê wê bû. Di nava van serîhildanan de legerînek bi Zekiye re çêdibe. Wê ev zilm qebûl nedikir û dixwest ku bibe bersiva serhildanên Nisêbînê. Li gor Zekiye bersiva herî xurt jî çalakiyeke ku di Newrozê de pêk bîne bû. Li ser vê yekê 21’ê Adara 1990’î de li ser sûrên Amedê bû agirê Newrozê. Newroz bi agir tê pîrozkirin. Zekiye jî bi bedena xwe bû agir û ronahî.

Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zekiye wiha dibêje: “Di şexse Zekiye de jî tê dîtin ku azadî ne hêsan e. Jinên kurd careke din ji jiyana azad haydar bûn. Zekiye xwast ku bibe çalakiyêke mezin û azwereke azadiyê. Ev daxwaza xwe jî bi agirê Newrozê li ser sûrên Amedê anî ziman. Xwe kir meşaleya Newrozê.

Helbestvan Şerko Bêkes ji bo Zekiye Alkan helbesta bi navê Şewat nivîsand. Helbest wiha ye;

Şewat

Darek şewitî, dûyê wê
Helbesteke çav bi rondik ji baxî re nivîsand.

Ku bax şewitî dûyê wî
Çîrokeke pirr xemgîn ji bo çiya nivîsand.

Ku çiya şewitî, dûyê wî
pexşaneke çav bi rondik ji bo gund nivîsand.

Ku gund şewitî, dûyê wî
Şanoyeke terajedî ji bo bajêr nivîsand.

Di bajêr de jî jinek hebû
Ku xweşikbûna dar, çiya,
Gund û bajar
Di nav dil, çav û bejna xwe de hilgirtibû,
Dema wê jinê xwe şewitand ji bo azadiyê
dûyê wê
Destaneke bê dawî
Ji bo seranserê welatê min nivîsand. (1)

Ronahî û Berîvan: Agir netefînin

Geşbûna agir edî bêsînor dibe û li her derê cihanê belav dibe. Agirê Ronahî û Berivan derbasî sînorên Ewropayê dibe. Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgûn Yildirim (Berîvan) li dijî qedexekirina Newrozê ya Elmanyayê di 22 adara 1994’an de li bajarê Mannheîm a Almanyayê laşe xwe şewitandin. Berîvan û Ronahî li pişt xwe  nameyek hîştibûn û wiha gotibûn: “Dewleta Almanyayê li dijî gelê kurd dijminatiya xwe eşkere kiriye. Erîşî  nirxên me dikin. Komkujîyên li Kurdistanê bi piştgiriya dewlata Almanyayê pêk tên.Di Newrozan de dewleta Almanyayê li ser gelê kurd zext û zilmê dike. Em li hemberî emperyalîzmê û mêtingeriyê laşê xwe didin ber agir. Em di rêya Zekiye Alkan, Mazlum Dogan de diçin. Agir netefînin…”

Abdullah Ocalan ji bo Berîvan û Ronahiyê wiha gotibû: “Eger ku azadî ewqas hêsan bûya Berîvan û Ronahî  xwe nedişewitandin.”

Bersiva Înkarkirinê: Rahşan Demîrel

Rahşan Demîrel ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê ye. Malbata Rahşanê ji Mêrdînê koçberî Îzmîrê dibin. Newroza sala 1992’yan bi xwîn derbas dibe û di dîrokê de bi navê “Newroza Bixwîn” cihê xwe digire. Rahşan ji vê bûyerê gelek hêrs dibe û di 22’ê adarê de li Kadîfekaleya Îzmirê bedena xwe dişewitîne. Gotinên wê ya “Ez xwe dikim Newroz li Kadîfekaleyê. Hewceye ku ez bibim bersiva Cîzre, Merdîn û Nisaybîn. Newroz divê ne bi lastîkê be, divê bi laşe me bê pîrozkirin” ku beriya çalakiyê gotibû di bîra gelê kurd de ye.

Pira ji Agir: Sema Yuce

Sema Yuce di sala 1971’ê de li gundê Kargalik ê navçeya Dudaxa Agirîyê ji dayîk dibe. Gava ji bo zanîngehê diçe Enqereyê têkoşîna kurdan nasdike û di sala 1992’yan de li herêma Serhadê xebatan dimeşîne. Piştî demekê bi encama îxbarê tê girtin. Sema Yuce têkoşîna xwe di girtîgehê de berdewam dike. Di sala 1998’an de di Girtîgeha Çanakkaleyê de bedena xwe dide ber agir. Sema di nameya xwe de wiha dibêje: “Dixwazim mêjiyê xwe , dilê xwe û bedena  xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim  pireke ji agir. Wek Zekiye bişewitim û wek Rahşan bibim Newroz.”

Elefteria Fortulakî

Elefteria Fortulakî  di 24’ê adara 2006’an de li Atînayê li hewşa Dêra Agîos Mîlanosê agir bi bedena xwe xistibû.Fortulakî bi awayekî birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Katê. Lê di 27’ê adara 2006’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Elefteria Fortûlakî gotibû “Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê hinekî bi derengî” û tevli nav karwanê jinên Newrozê bûbû.”

Ruhê Berîvanan, Semayan, Ronahiyan di nava agirê Newrozê de geş dibe. Berxwedana wan ji me re dibe sembola evînê. Evîneke ku tu tê de dihelî û bi vê helandinê ji xwe nûve diafirînî. Di vê helandinê de cur bi cur bikoj(girêk) hene. Di nava van bikojan de nirxên wek jinbûnê, mirovahiyê û welatparezîyê heye.  Ev bikojan di Newrozê de aj didin û li Kurdistanê dibin kulîlk.