28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Riha û Êlihê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Li Rihayê û Êlihê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” bi coşek mezin dest pê kir.

Li Rihayê ji serê sibê de bi hezaran welatiyên Rihayê berê xwe dan qada Newrozê. Bi deh hezaran kesên li qada Newrozê kom bûne li ber muzîkê govendê digerînin. Girseya ku li qadê kom bûne bi alên HDP û DBP’ê û pankartên xwe rend dane qadê. Pîrozbahî dê bi rêzgirtin û pêxistina agir dest pê bike. Pîrozbahî didome.

Li Êlihê jî bi heman dirûşme û siloganan bi deh hezaran welatî hatin li Qada Newrozê kom bûn. Herikîna qada Newrozê didome. Girseya ku li qadê kom bûye, alên HDP, DBP, TJA û pankartên “Newroz pîroz be” “Dem dema serkeftinê ye”, “Dem dema azadiyê ye” nivîsandine vekirin û li ber muzikê govendê digerînin. Pîrozbahî didome.