6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Wanê tevî berfa zêde diherikin agirê Newrozê

Her sal bi sed hezaran gelê Wanê li tenişta Keleha Wanê Newrozê pîroz dike. Îsal jî tevî berfa zêde gel berê xwe daye Keleha Wanê û diherikin Agirê Newrozê. Ji niha de bi hezaran kes ji deverên cuda yên bajêr berê xwe dan qada Newrozê. Qad ji niha de tijî bû. Gel li Wanê jî Newrozê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” pîroz dike. Bi deh hezaran li Parka Newrozê ya tenişta kKeleha Wanê kom bûn û Newrozê piroz dikin. Tevî barîna berfa zêde, welatî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Gelek welatî hêj di saetên zû yên serê sibehê de ji navçe û taxan berê xwe dan qada Newrozê.

Gel bi derfetên xwe di bin berfê de dimeşin qada Newrozê. Welatî ji çar noqteyên kontrolê derbas dibin û dikevin qadê. Welatiyên ku ji noqteyên kontrolê yên polîsan derbas dibin, bi dirûşmeyan dikevin qadê û govendê digerînin. Jinên Wanî bi kiras û fîstanên xwe, zilam jî bi şel û şepikên xwe dikevin qadê. Girseyê li qadê pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Dem dema azadiya jinan e” daliqandin.

Pîrozbahî dê bi axaftina siyasetmedar û konsera Koma Lawje, Eleonore, Koma Pel û Ayfer Duzdaş bidome.