6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji 39 navçeyan dimeşin Newroza Stenbolê

Newroza Stenbolê li Qada Yenîkapiyê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir. Herikîna qada Newrozê didome. Tê payîn bi sed hezaran kes li qadê kom bibin. Pîrozbahî bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tê lidarxistin. Beriya pîrozbahiyê welatî herikîn qadê. Ji navçeyên dûr ên Stenbolê welatî bi wesayîtên xwe taybet, otobusan ber bi qada Newrozê ve derketin rê. Gel ji 39 navçeyan diherike qadê. 350 otobus hatine amadekirin û wekî din xelk bi wesayîtên xwe diçe qadê. Tevî hewaya sar û barîna baranê jî bi hezaran welatî bi keştî û tênê tên qadê. Welatiyên ji serê sibehê ve li qadê kom bûne bo coşek mezin û cilên xwe netewî ku li xwe kirine, stranan dibêjin û govendê digerînin.

Girseyên ku diherikin qadê stranan dibêjin, dirûşman berz dikin û li gel dengê def û zirnê dimeşin. Girseya ku hêdî hêdî dicive bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin.

Rêveber û nûnerên sazî û dezgehan û welatiyên li derketina metroya Yenîkapiyê kom bûne sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û stranan strîn û govend gerandin. Herîkina bi kortejan a ber bi qadê ve didome.