18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyên Şengalê nobedê li asayîş û saziyên xwe digrin

Hikumeta Kazimî bi hevkarî û alîkariya dewleta tirk-PDK’ê di 18’ê nîsanê de êrişî ser Şengalê kiribû. Hikûmet her çiqas ku ji aliyekî ve êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûr bi daxuyaniyan şermezar bike jî piştgiriya herî xurt îro Kazimî û PDK didin. Jixwe ev yek doh di êrîşên dawî yên li ser Şengalê de jî derketin holê. Di roja cejna Remezanê de hikûmeta Iraqê berê artêşa xwe da ser Şengalê û bi çekên giran êrîşî nuqteyên YBŞ,YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê dikin.

Li Şengalê piştî êrişên artêşa Iraqê yên li ser hêzên parastina Şengalê, civaka êzidî kete nav liv û tevgerekî pir bi wate. Gelek jin, ciwan, kalemêr çek hilgirtin, rext li bejna xwe girêdan û li kêleka hêzên asayîşê rawestiyan.

Li cihên ku avahiyên Asayîşa Êzidxan û hêzên YBŞ-YJŞ lê hene, li sazî û avahiyên meclisên gel civaka êzidî nobedê digrin.

Li Meclîsa Gel ya Dugorê komek cîwan û endamên meclîsê li hev civiyane û heya direngiya şêvê nobedê digrin.

Civaka êzidî ji êrişên dagirkirina artêşa Iraqê ya di bin fermana Fermandariya Operasyonên Musilê de nerazîne û dixwazin ev êriş bên sekinandin û artêşa Iraqê ji Şengalê vekişe.

çavkanî; Rojnews