5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ermenistanê li dijî Paşînyan ‘Tevgera Gel’ hate destpêkirin

Li Êrîvanê di 2’ê gulana de bi hezaran kes daketin kolanan û bang li Serokwezîr Nîkol Paşînyan kirin ku îstîfa bike. Opozisyon serokwezîr Paşînyan tawanbar dike ku ew dixwaze tevahiya Qerebaxê bide Azerbaycanê.

Serokê muxalefetê û Alîkarê Serokê Meclisê Îşan Sagatelyan daxuyanî da nûçegihanê AFP’ê û wiha got: “Ji bo ku Paşînyan neçarî îstîfakirinê bê kirin, em tevgereke gel didin destpêkirin.”

Sagatelyan diyar kir ku Paşînyan ne xwediyê rayeya gel e ku bikare Qerebaxê bide û wiha axifî: “Paşînyan dixwaze tevahiya Qerebaxa Jorîn bide Azerbaycanê, ew Xayîn e, derew li gel kirin.”

Di nîsanê de Serokwezîr Nîkol Pashînyan di axaftina xwe ya li Meclîsê de gotibû, “Civaka navneteweyî ji Ermenistanê dixwaze ku daxwazên xwe yên der barê Qerebaxê de kêm bike.” Muxalefetê van gotinan weke hewldaneke ku Qerebaxa Jorîn bi tevahî bide Azerbaycanê şîrove kir.

Hêjayî gotinê ye ku Şerê di sala 2020’î de di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de qewimî  ji bo Qerebaxa Jorîn bû ku 30 sal in şerê wê berdewam dike. Şer  6 hefteyan dom kir û zêdetirî 6 hezar û 500 kes hatin kuştin. Di encama şer de bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest pêk hat. Azerbaycanê bi alîkariya dewleta tirk, beşeke girîng ji xaka Qerebaxê wergirt.

Agirbesta ku Rûsya pêşengiya wê kir, li Ermenistanê weke “heqareteke neteweyî” hat dîtin û bi hefteyan bû sedema nerazîbûnan.