17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pisporê Leşkerî Osman Eskerî: PDK bi şehîdbûna kurdan keyfxweş e

Pisporê leşkerî Osman Eskerî der barê senaryoyên PDK’ê û desteserkirina çek û maskeyên xweparastina ji çekên kîmyayî de anî ziman ku dewleta tirk û PDK têk diçin û wiha got: “Lewra têkçûna xwe bi astengkirina pêdawîstiyan vedişêre.”

Dewleta tirk herî dawî di 17’ê nîsanê de bi PDK’ê re ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrişek nû da destpê kirin. Li seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê nerazîbûnên li dijî êrişa dewleta tirk roj bi roj berfireh dibe. Di 26’ê Nîsanê de Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDK’ê, îdia kir ku wan dest bi ser hin çek û maskeyên xweparastina ji çekên kimyawî de girtine.

Pisporê Leşkerî Osman  Eskerî di derbarê senaryoyên PDK’ê yên li dijî PKK’ê de ji Ajansa ROJNEWS’ê re axivî û balkişand li ser serdegirtina maskeyên xwe parastina ji çekên kîmyewî. Osman Eskerî qala siyaseta dijminane ya PDK’ê kir û got: “Siyaseta ku PDK dimeşîne dema wê derbazbûye. Li gorî PDK’ê divê desthilatdariya vê herêmê tenê di destê wê de be û bi tenê nunertiya kurdan bikin. PDK’ê ji bo vê armancê tiştek nekiriye, karê ku dike jî gelek çewte.”

Eskerî behsa maskeyên xweparastina ji çekên kîmyewî yên ji aliyê PDK’ê ve hatine desteserkirin kir û got: “Diyare PDK bi kuştina kurdan kêfxweş dibe. Lewra rê li ber pêwîstiyan digire. PKK’ê senaryoya ku PDK’ê li ser gêrîlayan çêkiribû, derewand.”

Eskerî anî ziman ku dewleta tirk di êrişa ku li ser başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin de li beramberî gerîla şikestiye û wiha axivî: “PDK ji ber vê rewşa binketina dostê xwe, destdanî li ser maskeyên kîmyayî.”

Osman Eskerî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku PDK bi awayekî vekirî alîkariya dewleta tirk dike û got: “Niha PDK di şehîd xistina gerîla de bi dewleta Tirk re hevbeşe. Ya li vir girîng ewe ku wê dewleta Tirk û PDK li beramberî gelê Kurd bişkin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê