18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şer li dijî Kurdistanê ye

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Behzad Pîrmûsa li ser operasyon û şerê Tirkiye ku bi hevkariya PDK’ê li herema Zap, Metîna û Avaşînê dimeşine nirxand. Pîrmûsa anî ziman ku Tirkiye ji şerê cîhanê heta niha li dijî destkeftiyên kurdan e û wiha got: “Piştî serhildana 1991’ê li başûrê Kurdistanê rêveberiyek defakto pêk hat. Lê Tirkiye hêj wê demê li dijî statuya kurdan derket. Hikûmeta Erdogan piştî bihara ereban ket pey fikra Osmaniya Nû. Ji bo bigihêje vê armanca xwe tenê PKK’ê li pêş xwe asteng dibîne. Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê ye. Ev şer li dijî çar parçeyên Kurdistanê yên azadiyê dixwazin e. 4 sal berê partiyek kurdan a li Başûr di operasyona Zînî Vertê de rê li pêş vê operasyonê vekir. Em wekî KNK’ê çûn başûrê Kurdistanê û me bi partiya herêmê re hevdîtin kir. Me xwest hêzên siyasî destûrê nedin ku kurd şerê kurdan bikin. Ev hewldana me di nava rêxistinên civakî û partiyên din de erênî hat dîtin. Lê mixabin ev hewldana me ji aliyê PDK’ê ve neyînî hat dîtin. Bersivek neyînî dan me. PDK li pêş yekitiya neteweya kurd rêgir e. Rê digire. Naxwaze. PDK dixwaze di nava aveke şolî de avjeniyê bike. Ketiye xizmeta Mîsakî Mîlli û ixwanan.”

‘Şerê kurd û kurdan dixwazin’

Behzad Pîrmûsa destnîşan kir ku ketine wê baweriyê ku PDK ketiye xizmeta daxwazên dewleta tirk û wiha lê zêde kir: “PDK riya yekitî û çareseriya pirsgirêka kurd pir zahmet dike. Şer heye. Dewleta tirk dewletek dijmin e. Dewleta AKP’ê şerê di navbera kurdan de dixwaze. Dewleta tirk dixwaze kurd bi hev re şer bikin. Senaryoya berê dubare dikin. Dixwazin bajarê Mûsil û Kerkukê têxin sînorê xwe. Lê nagêjin armanca xwe.”

‘Gel piştgiriyê nadin PDK’ê’

Pîrmûsa anî ziman ku gel li dijî operasyonê ye û piştgiriyê nade PDK’ê û wiha got: “Desthilata PDK’ê desthilata polîsî ye. Rê nade çalakiyên gel. Herêma Metîna, Zap û Şeladizê bêtir ji vî şerî zerarê dibîne. Gelê herêmê li dijî vî şerî ye. Dewleta tirk li dijî kurdan şer dike. Ev şerê li dijî kurdan e. Li dijî xwezaya kurdan e.”

Pîrmûsa bal kişand ser Serhildana Şeladizê ya 4 sal berê û wiha axivî: “Di serhildana Şeladizê de nêzî 70-100 ciwanên Şeladizê hatin girtin. Darizandina wan hêj didome. PDK naxwaze helwestên siyasî li dijî wan hebe. Parlamenterên Herêma Kurdistanê hatine bêtesîrkirin. Yên li dijî operasyonê derdikevin tên girtin. Tirkiye ji valahiya hikûmeta Iraqê sûdê digire. Niha ev şer şerê berjewendî û aboriyê ye. Ji ber vê yekê KNK’ê jî qebûl nakin.
Behzad Pîrmûsa li ser helwesta gelê kurd jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê gelê Başûr bêtir di nava çalakiyan de bin. Gelek sefaretxaneyên cîhanê li wir hene. Gelek rêxistinên mafên mirovan hene. Divê gelê Başûr biçin bi wan re diyalogê pêş bixin. Li Ewropayê tevgera diplomasiyê heye. Ger ku bi milyonan kes milyonan bimeşindê bandorê bike. Ev jî wê derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ hêsantir bike.”