4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê bombe bi ser serê Antonio Guterres de barandin

Rûsyayê di dema serdana Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ya Kievê de bi fûzeyan êrîş kirin. Medyaya Ukraynayê jî ev êrîş bi sernavê ‘Rûsyayê bombe bi ser serê Antonio Guterres de barandin’ servîs kir.

Roja sêşemê 26’ê nîsana 2022’an Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres çûbû serdana Rûsyayê û hevdîtin bi Vlademîr Putîn re kiribû. Piştî wê jî serdana paytexta Ukrayna Kievê kiribû. Der barê êrîşa di dema serdana Antonio Guterres de Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî daxuyanî da û wiha got: “Di dema serdana Antonio Guterres de me êrîşeke bi bandor û bi pîvaneke xurt li dijî Kievê pêk anî.”

Ji aliyekî din ve Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksiy Reznikov êrîş şermezar kir û der barê wê de wiha got: ”Ev zêdegavî û binpêkirineke taluke ye û li dijî ewlekariya sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî û ewlekariya cîhanê pêk hatiye.”

Serokatiya Ukraynayê rexneyên xwe li sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir û da xuyakirin ku ew roja sêşemê ji bo ku rê li sivîlan were vekirin da ku ji Mariopolê derkevin çûbû Moskovayê. Lê di dema serdana wî de jî êrîşên li dijî Ukraynayê nehatin rawestandin.

Wekî din jî welatên Rojava bênavber piştgiriya çekan ji bo Ukraynayê dikin da ku bikaribin xwe li hember êrîşên Rûsyayê biparêzin.