spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qantir za?

Satîrîstê siwêdî Hans Lindström ji bo temaşevan baştir têbigihên karîkatorên xwe bi nivîsan dixemiland. Lê Seyda karîtorên xwe yê provokativ, bitahn û tazî pêşkêş dike. Nexasim berhemên li ser mijarên sosyal, polîtîk û hunerê yên îro ku di rûnê xwe de diqijqijin.
Ez nabêjim ku metoda Hans Lindsröm ji ya Seyda çêtir e yan jî ya Seyda ji ya Hans Lindström baştir e. Wek torî dibêjin; ” Şev yek e, dergeh hezar.”

Sê dibistanên cuda û mezin ên hunera karîkatorê hene. Yek jê ya amrîkayî ye û stîla portre hildibijire. Wek mînak pozstûr, çavbiçûk, çenexwar û her wekî din. A din dibistana fransî ye ku Hans Lindsröm yek ji wan e. A sêyemîn jî dibistana rûsî ye ku Seyda jî yek ji vê ekolê ye. Stila Seyda bê nivîs, reş û spî ye. Lê dema pêwîst dibîne ku karîkator zelaltir û xurtir bibe, kêm caran reng dide alekê, xalek sor an jî rengê genimî.

Di wan rojên ku kurdan xwe ji Newrozê re amade dikirin, ji her demê bêtir îsal bihara hunera Seyda ye. Pêşewaziya Amedê ya ji hunera Seyda re, piralî û watedar bû. Belkî jî serkeftina herî girîng ku bêtir bala jin û xortan diçû ser berhemên Seyda.
Gotinek siwêdiyan heye, dibêjin: ” Qeda û bela bi tena serê xwe nayên, her wiha xweşî û geşî jî! Li Swêdê, di sermoniya ku li muzeya bajarê Gävle ji bo hevkariya bi hunera Ukranya re- roja 17’ê adara 2022’yan vê muzeyê cih da karîkatorên Seyda. Yek ji wan bêtir ketibû bala karmendên muzeyê; ala rûsî bibû jilêtik tûj. Jilêteke tuj ku van salên dawî rûyên kurdan jî gelekî êşandiye. Ger ez bêjim dê ala li ser jilêtê berhema hunermend dikarîbû ala hinekan din bûya, dê Seyda dilê xwe negire.

Muzeya Gävle heft berhemên Seyda kirîn. Ev yek bi serê xwe suprîzek bû. Suprîz ne Seyda ye, ya balkêş ev cara yekemîn e Muzeya Gävle ji hunermendekî ji Kurdistanê û Rojhilata Navîn karîkatoran dikire û bi dîwarê xwe ve dê dalîqîne. Diyar e, bi radeya girêdana bi bûyer û mercên civakî re huner qedir distîne.

Ne her ev bi tenê, her wiha mercên civakî, zanyarî û pêşketinê rê dide ku mirovên li civakên cur bi cur, cuda li hunerê û berheman binêrin û şîrove bikin. Bi giştî hunera Seyda sê mijarên, pirsgirêkên civakî hilbijartiye; mafê jinan, mafê mirovan û mafê azadiya gotin û ramanê. Seyda xwepişaftin ku “rewşenbîr” di nav de digevizin, nexasim vê dema em tê de ne, bûye bela serê xelk û ramanê jî, ji bîr nekiriye.

Çaxê yek li Amedê li karîkatorên Seyda binêre dê bi hêsanî bindestiya jinê bê bîra wan. Lê dema yek li Gävle li heman berhemê dinêre, navekî din lê dike, navê “Hederskultur” ango “çanda namûsê”. Li wir rola dem û bûyeran girîng e. Her çiqasî huner ziman û etnisîte nasneke jî, mirovên ji civatên ne mîna hev, bi têgehên cuda hunerê vedibêjin. Ev pirsgirêk ne gunehê hunerê ye lê yê têgiştina civakî û polîtîkî ye.
Seyda pireke di navbera Siwêd û Kurdistanê de ye. Li Siwêdê nêzîkî 170 hezar kurd dijîn. Îca ger em riya xwe bi muzeya Gävle xin, em ê xwedî li hunera Seyda derkevin û pira xwe saxlemtir bikin!

Me gotibû hunera Seyda bala jin û xortan dikişîne. Rê bidin ez nivîsa xwe bi gotînên xortekî Zanîngeha Dicleyê bi dawî bikim.
Dilgeşê Amedê wiha dibêje: “… Di karîkatorên Seyda de civak heye. Kompozisyoneke zelal a civakî, hest û ramanên mirovan e. Alegoriyek zîndî ye. Alegorîyek bibandor e. Ma kî dikare bi hêsanî xwe jê biparêze?”
Pêşengeha karîkatorên Seyda li Koşka Zerzewanê mehekê dom kir. Dor dora dîwarên Sûra Amedê û Birca Belek a Cizîra Botanê ye!