3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

4’ê Nîsanê rojbûna gelên azadîxwaz e

Jinên ku ji bo azadiyê paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û nirxandinên wî ji xwe re dikin bingeh li ser vî esasî  ji bo pêşketina azadiya civakê xwe pêl bi pêl pêş dixin.

Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê Halfetiya Rihayê ji dayik bû. Abdûlah Ocalan yê ku di nav civakeke ku di bin bandora hişmendiya mêrperest de ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe de li dijî vê pergalê derket. Li dijî derketina vê hişmendiyê di ciwantiya wî de xwe veguhest lêgerîna guhertina pergalê.

Lêgerîna wî ya ku di dema zanîngehê de teşe girt di 27’ê Mijdara 1978’an de bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû beden. Bi damezrandina PKK’ê re Abdûlah Ocalan li dijî kapîtalizm, desthilatdariya zayendperest û tunehesibandina cudahiyên civakan felsefeyeke nû belav kir.

Bû serokê her kesî

Rêberê PKK’ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya ji bo jinan hem li Kurdistan hem jî li cîhanê ji bo civakên ku li azadiya xwe digerin bû pêşeng. Bi paradîgmaya Ocalan herikandina dîrokê guherî û di serî de kurd, jin û tevahiya gelên li Rojhilata Navîn li hember serdestan li xwe û rastiya xwe xwedî derketin. Bi felsefeya Abdûlah Ocalan kurd ji ber devê kêrê xelas bûn û li hebûn û xwebûna xwe xwedî derketin.

Bi taybet jinên kurd di nav têkoşîna ku Abdûlah Ocalan daye destpêkirin de xwe nas kirin. Têkoşîna Abdûlah Ocalan a ku ji bo ispatkirina hebûna kurdan dest pê kir bi têkoşîneke bêhempa jin li xwebûna wan vegerandin. Jinên ku ji bo azadiyê paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û nirxandinên wî ji xwe re dikin bingeh li ser vî esasî  ji bo pêşketina azadiya civakê xwe pêl bi pêl pêş dixin. Li ser fikrên Ocalan jinan bi teoriya qutbûnê pêşî hewl da ku xwe ji hemû newekheviyan xilas bikin û hevsengiya ku ji ber vê newekheviyê diqewime, xwe rizgar bikin.

Derketina jineolojiyê

Li dijî hişmendiya mêrperest her çiqas jinên femînîst têkoşînek dabin meşandin jî ji ber ku xwe ji hişmendiya serdest qut nedikirin di bandora desthilatdaran de diman. Jinên kurd ên ku bi teoriya qutbûnê xwe bi hêz kirin ji bo bi jinên femînîst re nekevin heman kêmasiyan zanista jîneolojiyê ava kir. Jineolojiya ku niha bi keda bi hezaran jinan tê pêşxistin, hêza xwe ji paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan digire û ji bo hemû qadên jiyanê bûye pêdiviyeke jiyanî. Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan jineoljiyê wekî bingeha hemû zanînan pênase dike. Ev jî girîngî û rola jineolojiyê bi awayekî vekirî radixe ber çavan. Bi vê zanistê jinên ji neteweyên cuda li dijî feraseta ku desthilatiya mêrperest a ava kiriye, etîk û estetîkbûnê ji wateya wê dûr xistiye têdikoşin.

Şoreşa Jinan

Di gelemperiya siyaseta Rojhilata Navîn de yên ku herî zêde tune dihatin hesibandin jin bûn. Dema ku ew jin kurd be di her alî de tune dihat hesibandin. Ev jî rastiya jinan bi taybetî jî jinên kurd radixe ber çavan. Ew jinên ku ji jiyanê hatibûn qutkirin bi paradîgmaya Abdûlah Ocalan artêşên xweser ava kirin li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke mezin meşandin. Jinên ku li rojavayê Kurdistanê bi paradîgmaya Ocalan Şoreşa Jinan pêk anî, bi Rêveberiya Xweser projeya Abdûlah Ocalan mayînde dikin.

Rojhilat rakir ser piya

Jinên ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê rastî dijminatiya hişmendiya mêrperest tên di îlona 2022’yan de bi kuştina Jîna Emînî daketin qadan û li dijî tunehesibandina pergalê hebûna xwe diqîrin. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku bi felsefeya Ocalan teşe girt niha Îran û cîhanê dibe çavkaniya têkoşîna azadiyê. Ev felsefeya ku Ocalan da avakirin gelan rakir ser piyan. Heke îro rejîmaÎranê hatibe asta têkçûnê ev bi saya paradîgmaya Ocalan a Jin Jiyan Azadî ye.

Xetereya fikrên wî da avakirin

Pergela serwer û hişmendiya mêtinger fikr û felsefeya  Abdûlah Ocalan ji xwe re wek xetereyeke bingehîn dibîne. Ji ber vê yekê ye ku ev 50 sal in bi êrîşên mezin û dijmirovî hewl didin ku paradîgmaya wî tune bikin. Weke destpêka vê armancê, komployeke navdewletî di sala 1998’an de xistin meriyetê. Bi vê komployê re Abdûlah Ocalan bi awayekî fizikî di hicreyeke yek kesî de dîl tê girtin. Ev 24 sal in di îşkencexaneya Îmraliyê di nava tecrîdê de tê tecrîdkirin. Ligel vê yekê jî Ocalan pêşengiya azadiya gelan dike. Ocalan bi berxwedana bêhempa nîşanî her kesî da ku tu hêz nikare fikrên azad tecrîd bike.

Pîrozkirina 4’ê Nîsanê

Gelê kurd û gelên ku felsefeya Ocalan ji azadiya xwe re dikin bingeh ji sala 1998’an vir ve bi çalakiyên cur bi cur li dijî astengkirina ragihandina wî derdikevin. Bi vê yekê ve girêdayî gelê kurd ji sala 2004’an ve di her 4’ê Nîsanê de berê xwe didin Amara gundê Xalfetiyê û li ber mala ku Abdûlah Ocalan lê hatî dinê rojbûna wî pîroz dikin. Gundê Amara ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên bindest bûye warekî pîroz. Mala ku Ocalan lê jidayikbûye jî bûye hêlîna azadiyê. Gelên Kurdistanê bi vê hişmendiyê her sal rojbûna Ocalan bi girseyî pîroz dikin. Rojbûna Ocalan wekî rojbûna xwe dibînin.