5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çirûska Azadiyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Meha nîsanê ji gelek milan ve xwedî girîngiyeke mezin û biwate ye. Piştî zivistana reş û tarî di vê mehê de xweza xwe nû dike, giya û nebat dibişkivin, deşt û çiya dixemilin. Di vê mehê de ronahî dawî li serdestiya tarîtiyê tîne, jiyana tarî ronî dibe. Darên ku jiyanê diafirînîn ji hişkbûnê xilas dibin, şîn dibin geş dibin. Di vê mehê de zindiyên li ser rûyê erdê diwelidin û jiyanê diafirînin.

Ji bo gelê kurd jî meha nîsanê xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê mehê de gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Jidayikbûna ku di vê mehê de çêbûyê ji bo gelê kurd çirûska azadiyê geş kir. Lewma 4’ê nîsanê, weke roja mizgîniya jinûvehebûn û vejîna gelê kurd, roja afiradina jiyana azad û evîna jinên kurd e.

Di dîroka gelê kurd de jidayikbûna Rêber Apo xwedî heqîqeteke mezin û wateyeke kûr e. Ji ber ku gelê kurd hatina dinê ya Rêber Apo weke jidayikbûna û vejîna xwe dibîne. Roja xilasiyê ya ji bindestiyê dibîne. Di warê pênasekirina nasnameya civakî, çandî, zanistî, felsefîk û dîrokî de rojbûna rêbertiyê bû nîşaneya destpêkeke nû li Kurdistanê. Ev destpêk bi meşa azadiyê ya Rêber Apo ve veguherî ronesansa gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya azadîxwaz.

Divê bê zanîn ku beriya Rêber Apo derkeve, kurdayetî li ber sînorên tunebûnê bû. Bi peymanên di qada navneteweyî de siyaseta qirkirin û tunebûnê li ser îradeya gelê kurd dihate ferzkirin. Kurd ji hebûna xwe dihatin dûrxistin û rastî her cure qirkirinê dihatin. Êdî wîsa lê hatibû ku xwedî derketina li nasmameya kurd û Kurdistanê qebûlkirina mirinê bû. Di serî de dewleta tirk a dagirker welatên ku li Kurdistanê di dagirkeriya xwe de digirtin ji bo pêşî li hêviya azadiya gelê kurd bigirin her cure siyaset didan meşandin.  Armanc ew bû ku di mêjî û dilê gelê kurd de hêvî, bawerî û mîsogeriya jiyana azad bi temamî ji holê rakin.

Di vê rewşê de ku li ser gelê kurd ev plan dihatin honandin, Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de weke rojekê li ser Kurdistanê hilat. Bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan îro li cîhanê gelê kurd êdî tê naskirin û bûye xwedî cihekî birûmet. Fikrên Rêber Apo her ku di nav gelan de belav dibe, bandora pêşketinên li Kurdistanê berbiçav dibe. Ev pêşketin jî herî zêde ji aliyê jin û ciwanan ve şênber dibe. Kombûna li dora fikrên Rêber Apo hêviyeke mezin bi mirovahiyê re çêkiriye. Lewma hêzên hegemon ên cîhanê fikrên Rêber Apo ji bo pergala xwe ya desthilatdar û zêniyeta mêrêserwer xeteriya herî mezin dibînin. Ji bo vê bandora mezin bişikînin bi şer, kuştin, talan û çanda destavêtinê li ser civaka kurd ferz dikin.

Pratîka vê siyaseta qirêj tecrîda li girava Îmraliyê ye. Hêzên hegemon bi vê pergala tecrîdê hewl didin di kesayeta Rêber Apo de hêviya gelê kurd a jiyana azad bişikînin. Ev hewldan bi têkoşîna gelê kurd a ji tarîtiyê, ber bi ronahiyê ve girêdayî ye. Ji ber ku di vê rêwîtiya têkoşîna dijwar de Rêber Apo pêşengiyê ji civakê re dike, dibe hedef. Bi vî awayî dixwazin civakê bê pêşeng bihêlin û ji hêviya wê qût bikin. Lewma çawa di meha nîsanê de ronahî li himberî tarîtiyê bi ser dikeve, divê gelê kurd jî li himberî tarîtiya ku bi destê dewleta tirk li ser tê ferzkirin têkoşîna xwe mezin bike û xwe bigihîne ronahiya xwe.