2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê

Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke taybet e û wiha got: "Divê gel ji bo şikandina tecrîde û sekinandina vî şerê qirêj, berê xwe bide Amarayê."

Gelê kurd û dostên kurdan ku her sal di 4’ê Nîsanê de ji bo rojbûna Ocalan ber bi mala Ocalan a gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve dimeşin, îsal jî li dijî tecrîda girankirî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dê ber bi Amarayê ve bimeşin. Biraziyê Abdullah Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan ku li gundê Amarayê ji nûçegihanê ajansa Mezopotamiyayê Mahmût Altintaş re axivî, ji bo çalakiya meşa girseyî ya Amarayê banga tevlibûnê kir.

‘Newroz bûye sembola xwedîderketina birêz Ocalan’

Omer Ocalan anî ziman ku gelê kurd di qadên Newrozê de xwedî derketina xwe ya Ocalan nîşan da û wiha got: “Li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliye gelê me jî dixwaze rewşa birêz Ocalan û tecrîda ku tê meşandin di rojevê de bihêle. Di Newrozê de jî me ev yek dît. Ji ber erdhejê li hin cihan Newroz nehat pîroz kirin lê li cihên ku Newroz hat pîroz kirin, bi coş û vîneke xurt xwedî derketina Birêz Ocalan hat nîşan dan. Di meseleya kurdan de pozîsyona birêz Ocalan a siyasî û muxatabiya wî sedî sed hatiye qebûl kirin. Ji ber vê yekê jî Newroz bûye sembola xwedî derketina birêz Ocalan.”

‘Ji bo gelê kurd rojeke taybet e’

Di berdewama axaftina xwe de Ocalan bi lêv kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke taybet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meşa 4’ê Nîsanê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dihat lidarxistin û bandoreke mezin dikir. Lê ev çend salên dawî ne astengiyên mezin derdixin û nahêlin bi festîvalekê rojbûna birêz Ocalan bê pîrozkirin. Lê tevî vê yekê jî gelên me yên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tên dixwazin 4’ê Nîsanê li Amarayê pîroz bikin. Ev ji bo me jî tişteke gelek qedir bilind e. Em ji ber vê jî hemû gelê xwe vedixwînin Amarayê. Ev roj ne rojeke ji rêzê ye, ji bo gelê kurd rojeke sembolik û ji bo azadiya kurdan girîng e.”

‘Gelê kurd azadiya xwe di 4’ê nîsanê de dibîne’

Ocalan, destnîşan kir ku gelê kurd azadiya xwe di 4’ê Nîsanê de dibîne wiha pê dê çû: “Gelê kurd ji ber vê yekê azadiya xwe di vê roje de dibîne. Rêbertiyeke mezin heye, qebûl kirineke mezin heye. Ji bo wê jî hemû kes dixwaze xwe bigihîne Amarayê. Amara ji bo gelê me û vê erdnîgariye di dîroke de roleke mezin dilîze. Ji bo wê jî gel dixwaze xwe bigihîne vê dere. Helbet her sal astengiyê derdixînin, dibe ku îsal jî astengiyê derxînin lê tu kes nikare pêşiya vîna gelê kurd bisekine. Ji bo wê jî dem dema xwedî lê derketinê ye. Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Me Newroz jî dû xwe hişt û di pêşiya me de jî hilbijartineke girîng heye, li çar aliyên Kurdistanê destkeftiyên kurdan hene û di heman demê de jî tecrîdeke girankirî heye.”

2 salin tu agahî tune ne

Ocalan, diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê pêdivî bi xwedî derketineke xurt heye û ev tişt gotin: “2 sal in tu agahî jî Girava Îmraliye tune ye. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. Herî dawî 2 sal berê birêz Ocalan bi telefonê bi birayê xwe re 2-3 deqîqeyan axivî û piştî wê rojê tu agahî ji birêz Ocalan nînin. Ji ber vê yeke xwedî lê derketina 4’ê Nîsanê ya 2023’yan divê me bibe merheleyeke mezin. Divê em ji bo şikandina tecrîdê gavan biavêjin.”

‘Gel di şopa birêz ocalan de ye’

Ocalan, bi lêv kir ku bi tecrîdê dewlet dixwaze tekiliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gel ji holê rake û ev tişt anîn ziman: “Lê gel di şopa birêz Ocalan de ye û doza wî dimeşîne. Ji bo paradigmaya birêz Ocalan bigihêje armanca xwe gel ji aliyê fikir û ramanan ve jî birêz Ocalan dişopîne. Li dijî vê yekê dewlet jî dixwaze li her qadê birêz Ocalan bide jibîrkirin. Ji bo wê jî dixwazin siyaseta ku dikarin dizayn bikin derxînin pêş. Ji birêz Ocalan aciz dibin ji ber wê jî tecrîdê giran dikin. Ev 24 sal in li Girava Îmraliye li ser Birêz Ocalan tecrîdek tê meşandin û mafên wî jî tên binpêkirin. Dewlet dixwaze gav bi gav vê paradigmayê ji nava gel derxe. Lê gel jî dizane çavkanî li ku derê ye, hêz û bawerî li ku ye ji ber vê yekê xwedî derdikeve. Dewlet jî di xala herî hesas de êrişî gelê me dike, dibêje heke ez fikir û ramanên birêz Ocalan bê bandor bikim bi her awayî dikarim êrişî gelê kurd bikim. Ji bo vê yekê êriş dike û naxwazê navê birêz Ocalan bê gotin û tecrîdê dimeşîne.”

 ‘Dixwaze paradîgmaya birêz ocalan ji holê rake’

Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku yek jî armanca tecrîdê ji hole rakirina paradîgmaya Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan nêrînên xwe yên ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn di paradigmaya xwe de vekirî gotiye, ‘ev erdnîgarî erdnîgariyeke gelek dewlemend e.’ Birêz Ocalan hem ji bo netewan hem ji bo baweriyan û cûda bûna vê civakê paradigmayek nivîsiye, ev paradîgma jî daniye pêşiya gelên Rojhilata Navîn. Dewlet jî li dijî vê paradîgmayê, paradîgmaya qirkirinê, yekperestiyê diparêze. Ji ber wê jî êriş û tecrîdê dimeşîne.”

‘Divê gel jî tev li pêvajoyê bibe’

Di dawiya axaftina xwe de Ocalan, anî ziman ku ji bo şikandina tecrîde divê gel jî tevli pêvajoyê bibe û ev bang li gel kir: “4’ê Nîsanê ji bo me gelek girîng e. Destpêka şikandina tecrîdê bila 4’ê Nîsanê be. Em dixwazin hemû gelê me werin Amarayê. Cihe ku Rêbertî lê hatiye dinyayê mala gel e. Em jî li vir in bang li hemû kesê dikin ku di 4’ê Nîsanê de berê xwe bidin Amarayê. Ji bo şikandina tecrîdê û sekinandina vî şerê qirêj, aştiyeke bi rûmet û pêşketina dîyalogê divê gel bi hemû heza xwe tevli vê pêvajoye bibe.”

Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) di çarçoveya bernameyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de heta 4’ê Nîsanê bi danîna daran bernameyên cûr bi cûr wê bên li darxistin û di 4’ê Nîsanê de jî bi dirûşma ‘Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ dê bi awayekî girseyî çalakiya meşa Amarayê bê lidarxistin.