spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeyeke jinên rojavayê Kurdistanê çû serdana jinên başûrê Kurdistanê

Şandeyeke ku seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî di nav de ye, li başûrê Kurdistanê ye. Şande bi jinên Tevgera Goran re civiya û serdana qeymeqama Helebceyê jî kir.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bi şandeyeke jinên rojavayê Kurdistanê re du roj in li başûrê Kurdistanê ye. Şandeya rojavayê Kurdistanê bi armanca serdana rêxistinên jinan bike û peywendiyên di navbera jinên başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê de li Başûr e.

Duh şandeya jinan a rojavayê Kurdistanê serdana jinên Tevgera Goran kir û ji aliyê seroka Fraksiyona Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ve hate pêşwazîkirin.

Piştî civînê Îlham Ehmed kefiya jinên YPJ’ê pêşkêşî jinên Goran kir û piştre daxuyaniyeke çapemeniyê da. Îlham Ehmed got; “Ev civînên di navbera jinan de gelek girîng in, pêwîst e jin bi hev re kom bibin. Em li ser rewşa jinan a li başûrê Kurdistanê civiyan, ev erk dikeve ser milê me hemûyan. Metirsî li ser jinan heye, divê hemû jin bi hev re vê pirsê pêş bixin.”

Endama Odeya Siyasî ya Tevgera Goran Saze Ebdula jî axivî û got; “Me di civînê de behsa pirsên jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Li kudera Kurdistanê jin werin çewisandin, weke ku hemû jinên Kurdistanê bên çewisandin. Divê ji bo azadî û serkeftina jinan li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê bilind bikin.”

Piştî civînê şandeya rojavayê Kurdistanê bi nûnerên Kongreya Star, endamên Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê serdana qeymeqamtiya Helebceyê kirin. Her du alî li ser girîngiya rêxistinkirina jinan û dewamkirina xebata ji bo azadiya jinan axivîn.

Pişre şandeya Rojavayê Kurdistanê serdana bîrdariya Helebceyê kir. Serdanên şandeya jinan a rojavayê Kurdistanê wê ji bo rêxistinên jinan û partiyên li başûrê Kurdistanê dewam bikin.