4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Li Iraqê bêdengiya berî bagerê!

Piştî ku parlametoya Iraqê li gorî pergala ʹSainte-Lagueʹ guhertin di qanûna hilbijartinan de pêk anîn, siberoja hilbijartinan jî ne zelal e. Li gorî hin çavdêran dibe serhildaneke gel li hember "têkbirina îradeya gel" dest pê bike

Di 27’ê Adarê de li gorî qanûna ʹSainte-Lagueʹ hin guhertin di qanûna hilbijartinên parlamento û meclisên parêzgehan ên Iraqê de çêbûn. Ev qanûn piştî nakokiyên dijwar ên di navbera parlamenterên muxalif û serokê parlamentoyê de derketin holê. Hemwextî derxistina vê qanûnê li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin û nerazîbûn nîşanî qanûnê hate dayîn. Lê piştî hefteyekê rewşa Iraqê aramtir bûye. Gelo ev aramî nîşan dide ku gelê Iraqê êdî ev biryar qebûl kiriye yan ew bemdengiya berî bagerê ye?

Pergala ʹSainte-Lagueʹ çi ye?

Pergala ʹSainte-Lagueʹ di 1912’yan de ji aliyê zanyarê bîrkarî yê fransî Sainte Lague ve hate derxistin. Li gorî wê pergalê, deng li kursiyên hilbijartinê yên daîreyên pirkursî tên belavkirin. Her wiha ev pergal kêmasiyên ku di encama newekheviya di navbera dengan û hejmara kursiyên bidestixstî de derdikeve, kêm dike.

Çavdêr û partiyên siyasî diyar kir ku pirsgirêka vê pergalê ew e ku şansên kesayetên serbixwe û partiyên nûjen kêm dike, li hember wê jî şansê partiyên mezin zêde dike. Ev jî wekheviyê winda dike.

Li gorî pergala Sainte Lauge ya di qanûna hilbijartinan a Iraqê de, dê her parêzgehek bibe daîreyeke hilbijartinê ku di encamê de hejmara daîreyên hilbijartinê di Iraqê de dibin 18 (hejmara parêzgehên Iraqê), bi vê yekê jî pergala daîreyên pir a ku di hilbijartinên 2021’an de hatibû pêkanîn, betal dibe.

Çima berê hatibû rawestandin?

Bi serhildana Cotmeha 2019’an û îstîfaya hikumeta Adil Ebdulmehdî re, parlamentoyê qanûna 9’ê Cotmehê ya sala 2020’an erê kir. Li gorî vê qanûnê pergala piraniyê li şûna pergala rêjeyî hat pejirandin, her wiha qanûna namzetbûna serbixwe jî zêde kir ku berê lîste dihatin namzetkirin. Dîsa temenê namzet ku berê 30 sal hatibû diyarkirin kir, 28 da ku derfet li pêşiya ciwanan were vekirin.

Hêzên biçûk û yên serbixwe yên ku di ketina parlamentoyê de di nava pêşbaziyê de bûn, qanûna piştî tevgera Cotmehê hate derxistin, wek serkeftinê ji bo xwe dîtin.

Van hêzan di hilbijartinên 10ʹê Cotmeha 2021ʹê de cihê xwe di parlamentoyê de bi dest xist. Mîna Tevgera Îmtîdad ku 9 kursî bi dest xistin, Tevgera Îşraqet Kanûn 6 kursî bi dest xistin. Lê eger qanûna hilbijartinên nû li gorî pergala ʹSainte Laugeʹ were nûkirin, ev hêzên navborî nikarin temsîla xwe li parlamentoyê bikin. Lê dê senaroyaya hilbijartinên beriya sala 2021ʹê anku vegera hêzên klasîk û rêveberiya wan dubare bibe.

Lêkolînerê warê hilbijartinan û endamê Navenda Siyasî ya Piştgiriya Demokrasiyê ya Eştar, Lawan Osman ji ajansa me re wiha axivî: “Qanûna hilbijartinan a li gorî pergala Sainte Luge piştî arambûna bagerê anku serhildana Cotmehê careke din hat pejirandin. Her wiha ev pergal piştî hilbijartinên 2021’an hat ku di encamê de gelek hêzên klasîk mîna Çarçoveya Hemahengiyê bi bin ketin.”

“Ew ji bo hêzên mezin hatiye amadekirin”

Guhertinên dawî rê li ber partiyên klasîkî vedike da ku bala gel û raya giştî bikişîne ser lîsteya xwe ya hilbijartinan.

Osman wiha domand: “Pergala ‘Sainte Luge dê zirarê bigihîne hêzên biçûk ên nûjen ji ber ku tu kes di aliyê pereyan de destekê nade wan û hejmara alîgirên wan jî kêm e. Ev pergala bi forma 1.7 bi piranî ji bo hêzên mezin baş e.”

Osman wiha li axaftina xwe zêde kir: “Der barê temenê namzetan de, qanûna partiyên iraqî diyar dike  ku kesê 25 salî dikare partiyeke siyasî damezirîne, lê belê di guhertinên nû de divê namzet herî kêm 30 salî be, ev jî cudahiyeke mezin e, çawa mirovekî 25 salî dikare partiyeke siyasî damezirîne û nikare xwe di hilbijartinan de bike namzet?”

Osman hin tiştên erênî ên li ser vê pergalê jî anîn ziman û got: “Ev pergal atmosferekî siyasî diafirîne da ku hêzên nûjen ên bi nakok, her wiha hêzên û yên di nava hevalbendiyên medenî de neçar dibin ku bikevin nav hilbijartinan. Di heman demê de ev pergal derfetê dide hêzên nûjen da ku hevbendiyan ava bike.”

Gengaziya alozbûnê

Çavdêran destnîşan kir ku gengazî heye ku gelê Iraqê li hember “têkbirina îradeya kolanê” rabe, nexasim ku yek ji daxwazên gel ew bû ku qanûna hilbijartinan piştî serhildana Cotmehê bê guherandin.

Di dawiya axaftina xwe de Osman got: “Dibe ku ji ber destwerdaneke nihênî hin alî û partiyên siyasî yên ku ji pêvajoya siyasî vekişiyane, rewş aloztir bibe. Qanûn hat derxistin û di parlamentoyê de jî hat qebûlkirin û ew ê di demek nêzîk de bi fermî bê weşandin, ji ber wê jî ez guman nakim ku serhildana gel roleke mezin di guhertina bûyeran de bilîze.”