27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê şewat: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan

Di Bazara Gel a li navçeya Riya Armûşê ya Wanê de şewat derket û li gelek kargehan belav bû. Hat zanîn ku di şewatê de ziyan gihişt herî kêm 50 dikanan.

Di Bazara Gel a li navçeya Riya Armûşê ya Wanê de agir bi kargehekê ket. Şewat, bi saetan piştre hate vemirandin. Di şewatê de ziyaneke mezin gihişt gelek kargehan. Hat zanîn ku şewat di dikaneke cil û bergan de derketiye û piştre jî li gelek dikanan belav bûye. Niha li bazarê xebatên vemirandin û sarkirinê tên kirin.

Esnafekî têkildarî şewatê agahî da û wiha got: “Şewat serê sibehê saet di 07.00’an de derket û tîmên agirkujiyê 2 saet piştre hatin. Li bazarê nêzî 300 dikan hene û herî kêm ziyan gihişte 50 dikanan. Me gelek zirar kir.”