10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya Cindiresê mask xistin xwarê

Di Newroza îsal de li navçeya Cindirês a Efrînê 4 kurdên ku xwestin agirê Newrozê vêxin ji hêla dewleta tirk û komên girêdayî wê hatin kûştin. Rojnamegerê ANHA’yê Lezgîn Îbrahîm di der barê komkujiya Cindiresê de û êrişên ku li dijî kurdan pêk tê de nûçe analîzeke amade kir.

Îbrahîm derbarê komkujiya ku li Cindiresê pêk hatibû de ev tişt anî ziman:

Tevî binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên ku ji 5 salan ve li dijî Kurdan, mal û milk û çanda wan li bajarê Efrîna dagirkirî didomin, dîsa jî komkujiya Cindirêsê hevsengî tev guherand û rastiya hemû dagirkerên Efrînê eşkere kir. Her wiha hişmendiya nîjadperest û zikreşiya li hember Kurdan jî diyar kir û rola partiyên Kurd ên girêdayî Îtîlafî Sûriyeyê (baskê siyasî yê hemû çeteyên li Efrîna dagirkirî) zelal kir.

Ev sûc pirsekê didin pêş; çawa komkujiya Efrînê rastiya hemû aliyan eşkere kir? Ji bo bersivandina vê pirsê em dê berpirsyariya hemû dagirkerên Efrînê û alîgirên wan li hember komkujiya şeva Newroza îsal ku di encamê de 4 Kurdên ji malbatekê şehîd bûn, eşkere bikin.

Efrîn êdî ji bo kurdan devera herî metirsîdar e!

Komkujiya Cindirêsê diyar kir ku Kurdên li Efrînê nikarin di bin sîwanê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bijîn. Ji ber ku pirsgirêka sereke ew e ku dewleta Tirk a dagirker kesên herî zêde li dijî Kurdan nîjadperest û zikreş in, li Efrînê bi cih kirine. Piraniya wan jî berê di komkujiyên li dijî Kurdan de cih girtine û em dikarin wan wiha bidin sinifandin:

1- Rêxistina Gurên Boz: Ew rêxistineke netewperest û nîjadperest a Tirk e ku wek baskê leşkerî yê MHP`ê ye. Dijberiya neteweyên din mîna Kurd, Ermen û Yewnanan û komên din ên olî mîna xiristiyan û cihûyan ji xwe re kiriye esas. Bi hemû rêbazan li dijî doza Kurd dixebite. Destê vê rêxistinê di gelek komkujiyên li dijî Kurdan de heye.

2- Baasiyên berê: Ew jî alîgirên hişmendiya rejîma Baas in ku ji rejîmê veqetiyane û tev li opozîsyonê bûne, lê belê wan dev ji wê hişmendiya nîjadperest a partiya Baasê bernedaye.

3- DAIŞ: Endam û serçeteyên DAIŞ’ê yên ku ji ber Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî reviyane û berê xwe dane herêmên di bin dagirkeriya Tirk de. Tev li qaşo artêşa bi navê “Artêşa Niştîmanî” bûne. Ew jî Kurdan wek kafir û ateîst bi nav dikin ku divê werin kuştin.

Di encamê de ev hemû aliyên ku dewleta Tirk a dagirker di Efrînê de bi cih kirine, bi nîjadperestiya li dijî Kurdan û dijberiya xwe ya li hember Kurdan hevbeş in. Yên komkujiya Cindirêsê pêk anîne jî xwedî heman hişmendiyê ne. Ji ber wê bi xwîneke sar bêyî ku hesab ji kesekî re bikin, Kurd qetil kirin. Wek encam, êdî ji bo Kurdan Efrîn bûye cihê herî metirsîdar û ne pêkan e ku li gel hebûna van aliyan li wir, Kurd bên parastin.

Xwestina alîkariya ji ‘Heyet Tehrîr el Şam’ kûrahiya aloziya li efrînê nîşan dide

Bûyera piştî wê komkujiyê kûrahiya aloziya li Efrînê nîşan da; dema ku şêniyan û malbata şehîdên komkujiya Cindirêsê berê xwe da Heyet Tehrîr El Şam ku li ser lîsteya terorê ye, da ku alîkariya wan bikin û biçin hawara wan. Ev helwest, pirsekê dide der; çima wan berê xwe neda baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê yan jî “Artêşa Niştîmanî”?

Bersiv bê guman ev e; Kurd baş dizanin ku hemû aliyên li Efrînê ji wan kesên ku komkujî pêk anîne ne cudatir in, ji ber ku eger wan rê nedaba kujeran, kujeran komkujî pêk nedianî.

Li ser vê esasê neheq e ku hesab ji endamên koma çeteyan bê pirsîn, ji ber ku di radeya yekemîn de berpirsiyarî ya dewleta Tirk a dagirker e, piştre ya alîgirên wê ye.

Tiştê balkêş ew e ku serçeteyê Heyet Tehrîr El Şam Ebû Mihemed El Colanî yekser malbata şehîdan dît û soza tolhildanê da wan. Bi rastî jî piştre hêzên wî bê şer Cindirês kontrol kirin û çeteyên Ceyş El Şerqiye jê reviyan. Li vir diyar dibe ku El Colanî dixwaze sûd ji vê bûyerê bigire da ku “mîrnişîna îslamî” ya ku hewl dide li bakurê rojavayê Sûriyeyê ava bike, berfirehtir bike.

Lewra ji metirsiyên li pêşiya Efrînê derketin piştî komkujiyê, ew ku dibe Heyet Tehrîr El Şam bi awayekî fermî hê zêdetir deverên xwe berfirehtir bike û tevahiya Efrînê dagirk bike. Di encamê de dê bi rêbazên nerm û bi rêya ferzkirina şerîata îslamî, Kurdên mayî jî bihelînin.

Komkujiyê rastiya îtîlaf û enks’ê eşkere kir

Îtîlaf anku opozîsyon û hemû aliyên di bin siya wê de berpirsên wê komkujiyê ne, ew ji ber 2 sedemên sereke;

1- Ji ber ku baskê siyasî yê hemû çeteyên “Artêşa Niştîmanî” ye ku Efrîn dagir kir û rojane gelê Kurd ê li Efrînê dikujin.

2- Ji ber ku wê îdia kir ku bûyerên kuştinê yên li Efrînê pêk tên, şaştiyên kesayetî û rastî winda kirin. Her wiha bi rêya ENKS’ê bang li şêniyên Efrînê kir ku vegerin Efrînê bi egera ku rewşa wê ji bo Kurdan aram e.

Piştî derbasbûna 10 salan di ser hevbendiya ENKS`ê bi opoîzysonê re bi hinceta ku opozîsyon li ser asta erebî û siyasî rewabûna xwe girtiye, qaşo ji bo ku mafên Kurdan bi rêbazên siyasî û rewa bi dest bixe, êdî ev hicet di vê demê de îqna nake. Ji ber ku Tirkiye destekarê sereke ya îtîlafê, dev ji hilweşandina rejîmê û guhertina desthilata Sûriyeyê berda û dest bi normalîzkirinê pê re kir. Êdî dewletên Ereb yên ku dest bi normalîzekirinê bi rejîmê re kirine jî, îtîlafê nas nakin û hewl didin Sûriyeyê vegerînin Komkara Erebî.

Gelo bi îtîlafek wisa wateya mayîna ENKS`ê di nav de çi ye? îtîlafek rewabûna xwe ji dest daye, dê çawa mafên Kurdan bide?

Di encamê de, gelo armanca ENKS’ê ji beşdariya di Îtîlafê de çi ye? Û ew ê çi doza mafên Kurdan ji Îtîlafa nerewa bixwaze ku ew bi xwe nizane ew ê heta kengî hebe?

Komkujî bû sekerata mirina ‘Şoreşa Sûryeyê’

Ji salan ve, ji dema ku dewleta Tirk destwerdan kiriye ve, axaftina li ser “şoreşa Sûriyeyê” mecazî bûye û tu kes li ser binkeftina vê şoreşê axaftineke cuda nake. Komkujiya li Cindirêsê di aliyê exlaqî, fikrî û zanistî de kuştina şoreşê nîşan da. Ji ber ji rêgazên şoreşê yên banga azadî û wekheviyê tiştek nemaye. Tevî dagirkirina Efrînê xistina sembola destanî ya Kurdan an ku peykerê Kawayê Hesinkar di Adara 2018ʹan de, nîşaneyeke eşkere ya zîhniyeta ku pêşengiya “şoreşê” dike, lê  dewleta Tirk, alîgirên wê û partiyên Kurdî yên di bin sîwana “Îtîlafê” de ku baskê siyasî yê hemû çeteyên li Efrînê dixwazin doza dagirkirina Efrînê rewa bikin.

Komkujiya Cindirêsê îdia û hincetên wan ên derew raxist ber çavan. Ji ber ku sûcê qetilkirinê li dijî Kurdan hat kirin, ji ber ku Kurd in û cejna xwe ya neteweyî pîroz kir.

Ya ku hilweşîna fikrî û exlaqî ya “şoreşa Sûriyeyê” îsbat dike ew e ku wan bi xwe hemû sembolên şoreş û azadiyê hilweşandin û bi zîhniyeta nîjadperst a selefî ya terorîst ve girêdayî ne. Mirov ji vê yekê matmayî namîne; yên peykarê Kawayî Hesnikar li Efrînê xistin heman kesên ku di Adara 2015ʹan de peykarê Îbrahîm Henano yê li Idlibê xistin ku sembola şoreşa Sûriyeyê ye û yek ji fermandarên şoreşa li dijî mêtîngeriya Fransayê bû.

Bêyî pêkanîna guhertinên mezin û bingehîn di zîhniyetê de mirovî nikare behsa şoreşê bike. Lê çeteyên dewelat Tirk ên îdia dikin ku ala şoreşa Sûriyeyê hildidin tu bernameyên wan ên şoreşê ji bo gelê Sûriyeyê tune ye, lê belê ji daxwazên gel gelekî dûr ketine.

Di encamê de çawa muxalefeke wiha dê veguhere hêzeke demokratîk, lê ew bi xwe kesên din qebûl nake û polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê li dijî wan dimeşîne? Û çawa dibêje ku pêşengiya şoreşa li dijî dewlet û saziyên wê dike, lê zîhniyeta wê eynê ya dewletê ye!

Encam

Di encamê de em dikarin bêjin ku şoreşa Sûriyeyê bi bin ket. Ji ber ku şoreşê zîhniyeta xwe neguherî û xwe ji fikrên nîjadperest û cîhadestî paqij nekir. Her wiha gel wekî stûna bingehîn a têkoşîna xwe esas negirt, di heman demê de tu guhertin di zîhniyeta civakê de çênekir. Ji ber her şoreşek an jî guhertineke rasteqîn divê li ser esasê avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk be.

Sedema sereke ya nezelalbûna nêrînê di serhildana li Rojhilata Navîn an ku bihara gelan de ewe ku têkoşîneke cidî û rasteqîn ji bo guhertina zîhniyetê an ku afirandina zîhniyeta civakê tune bû. Ji ber zîhniyeta kevin tiştekî nû ava nake, lê zîhniyeta nû tiştên nû diafirîne.

Komkujiya Cindirêsê mask anîn xwarê û îsbat kir ku siyasta wan di xizmeta Tirkiye û rewakirina dagirkiriya wê ya li herêmên Kurdan de ye. Her wiha komkujiyê eşkere kir ku îtîlaf ne xwedî îrade ye û nikarin tu helwestekê der barê sûcên ku li herêmên dagirkirî têne kirin de bide, lê belê wan herêman wekî yên “rizgarkirî ” wesif dike.

Piştî komkujiyê senaryoyên xeterank ên muhtemel li benda efrînê ne

Senaryoya yekemîn: Piştî xwepêşandanên şermezarkirina komkujiyê binpêkirin û girtina Kurdên li Efrînê zêde bûn.  Ji ber vê yekê divê hemû partî, rêxistin û saziyên ragihandinê yên Kurdî rewşa li Efrînê bi xurtî bişopînin û sûcên nû yên çeteyan ên li dijî Kurdan teşhîr bikin.

Senaryoya duyemîn: Dibe ku Heyet Tehrîr El Şam sûdê ji vê bûyerê bigire û tevahî Efrînê dagir bike û tev li “Wîlateya Îslamî” bike ya ku Colanî dixwaze li bakurê rojavayê Sûriyeyê ava bike.

Divê tevahî tevahî aliyên kurdî li ser lîsteyeke yekbûyî ya daxwazan li hev bikin û pêşkêşî qadên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê bikin. Divê bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê,  ragihandina Efrînê wekî herêma bêçek bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û vegerandina koçberan li warê wan, bangên sereke di lîsteyê de bin.