8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê ciwan hatin binçavkirin

Li Stenbolê di serdegirtinên malan de endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û xebatkara kovara Demokratîk Modornîteyê Sema Korkmaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan îro di danê sibehê de bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara kovara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz de girtin. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Ciwanên ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Ji bo dosyayê biryara “nepeniyê” hate dayîn û hevdîtina parêzeran a bi miwekîlan re hate bisînorkirin.

Navên hinek ciwanên hatine binçavkirin wiha ne: “Sedat Ugraş, Muhammed Ugraş, Bariş Ugun, Rojîn Degîrmencî, Osman Koçar, Serhat Yavaş û Sema Korkmaz.”