spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir

SOMO’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku Bexda û Hewlêrê di mijara pirsgirêka hinartina petrolê de li hev kir û dê ji destpêka hefteyê ve petrol dîsa bo Tirkiyeyê were hinartin.

Kompanyaya Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê yên der barê hinardekirina nefta Herêma Federa ya Kurdistanê dewam dikin û her du aliyan li ser hinek xalan lihevkirine.

 Pîvanên SOMO’yê

Di daxuyaniyê de SOMO’yê wiha got: “Wê di demekî nêz de lihevkirina Bexda û Herêmê ya li ser nefta Herêma Kurdistanê were ragihandin. Di demek nêz de dibin çavdêriya kompanyayê û pîvanên kompanyaya SOMO’yê de dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê were kirin.”

Lijneya hevbeş dê çavdêriya hinartina petrolê bike

Rayedarekî hikumeta Iraqê jî ji AFP’ê re axivî û peyman piştrast kir û diyar kir ku di destpêka hefteyê de hinardekirina nefta başûrê Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ve dest pê dike. Her wiha rayedarekî kurd ku nexwest navê xwe aşkera bike jî ev agahî piştrast kir. Rayedarê Bexdayê jî ev tişt anî ziman: “Firotina petrola Kurdistanê ji niha û pê de dê bi rêya SOMO’yê were kirin. Lijneyeke hevbeş a ku ji aliyê hikumeta Hewlêr û Bexdayê ve hatiye avakirin, dê çavdêriya hinartina petrola Kurdistanê bike.”