spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan, li Stenbolê pîrozbahî hat lidarxistin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan, li avahiya nûnyertiyê ya li Beyoglû ya Stenbolê pîrozbahî li dar xist. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û gelek kesên din tev li pîrozbahiyê bûn. Li eywana pîrozbahiyê quncikeke bi wêneyê Rêberê PKK’ê û gulan hatiye xemilandin hate amadekirin.

Di pîrozbahiyê de ji ewil bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî pastaya bi nivîsa “Rojbûna te pîroz be” hate birîn.

Li dijî tecrîdê bertek

Di axaftinên pîrozbahiyê de li dijî tecrîda li ser Ocalan bertek hat nîşandan, peyam hatin dayîn ku heta azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. Di pîrozbahiyê de jinan stranên kurdî gotin û govend li ber hatin gerandin.