spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn

MKGP û DFG’ê, rojnameger Evîn Bûldan ku di sala 2017’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bi bîr anî.

Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Bûldan, di sala 2017’an de li Amedê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bûldan, di 6’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Gever a Colemêrgê hate bibîranîn. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Goristana Bajêrgeyê hatin ba hev. Her wiha rêveberiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li merasîma bîranînê bûn. Dayik û bavên Bûldan ku li Wargeha Mexmûrê dijîn jî nekarîn tev li merasîma bîranînê bibin. Di merasîmê de pankarta ku wêneyê Evîn Bûldan li ser û bi nivîsa “Em ê te ji bîr nekin” hate vekirin.

Têkoşîna evînê riya me ronî dike’

Piştî rêzgirtinê, mamê Bûldan, Lutuf Bûldan axivî û wiha got: “Têkoşîna Evînê û hevalên wê hêj jî riya me ronî dikin.” Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî got ku ew bejna xwe li ber têkoşîna xebatkarên çapemeniya azad ditewîne û wiha domand: “Di şexsê Evîn Bûldanê de, em hemû şehîdên çapemeniyê azad bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser şopa kevneşopiya çapameniya azad bin.”

Ji  rojnamegerên jin ên kurd re bû ronahî

Endama MKGP’ê û nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tunç jî bi bîr xist ku Bûldan ji ewil di Azadiya Welat de dixebitî û piştre jî xebatên xwe li Rojeva Medyayê domandin. Tunç, ev tişt anî ziman: “Bûldan, di xebatên xwe de ji bo rojnamegerên jin ên kurd her tim bû ronahî. Em ê hewl bidin layiqî hevala Evîn û rêhevalên wê bibin. Di şexsê Evînê de em bejna xwe li ber hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînin. Bi dehan hevalên me ji ber ku heqîqet dinivîsandin, niha di girtîgehê de ne. Lê çi dikin bila bikin, dê nekarin pêşî li ber heqîqetê bigirin.”