6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

5 hezar êzidî hatin qetilkirin

Rêveberên TJA, Dayikên Aştiyê, HDP û Partiya Çepên Kesk li Hezexê êzidiyên ku di fermana 74'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn

Di ser êrişên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an ên li dijî êzidiyên Şengalê ya ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin re 9 sal derbas bûn. Bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an, li gundê Kîwex ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn.

Parlementera bajêr Newroz Uysal di daxuyaniyê de diyar kir ku tiştên di fermanê de bi serê civaka êzidî hatin dê tu caran neyên jibîrkirin. Uysal, bi bîr xist ku endamên DAIŞ’ê û rêxistinên terorê 9 sal berê li dijî civaka êzidî komkujiyeke mezin kirin û wiha got: “Di vê qirkirinê de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin. Di van êrişan de bi taybetî jin û zarok hedef hatin girtin. Li bazarên koletiyê hatin firotin û nêzî 400 hezar êzidî jî ji xaka xwe koçber bûn.”

Uysal anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina êrişên ser Şengalê, divê Şengal di qada navneteweyî de weke qadeke serbixwe were ragihandin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev komkujî, di qada navneteweyî de jî weke Fermana 74’an hate binavkirin. Gelek dewletan jî bi awayekî fermî ev komkujî weke qirkirin qebûl kirin. Êzidî ku kurdên resen in, bi baweriya xwe ya qedîm û çanda xwe ya dewlemend bûne hedef. Em li vir careke din dibêjin; ev êrişa li dijî êzidiyan qirkirin e. Girîng e ku weke qirkirin bê qebûlkirin. Lê ev bes nîne. Heke Tirkiye jidil be, divê weke gava ewil vê komkujiyê weke qirkirin qebûl bike û êrişên xwe yên li ser Şengalê bide sekinandin. Bi sala ye bi ÎHA û SÎHA’yan êrişî Şengalê dikin. Siyaseta herî rast, naskirina statûya Şengalê ye.”