27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

5 sal in kujerên Tahîr Elçî tên parastin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 5’emîn salvegera qetilkirinê de li ber Minareya Çarling hat bibîranîn. 5 sal in hê jî kujerên Tahîr Elçî tên parastin. Kardeş Turkuler jî ji bo bîranîna Elçî bi navê ‘Hewar’ stranek amade kir.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de dema ji bo parastina Minareya Çarling a Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê hat qetilkirin. Baroya Amedê di salvegera 5’emîn a qetilkirina serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bernameyeke bîranînê li dar xist.

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, endam û rêveberên baroyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, nûnerên baroyên Riha, Wan û Şirnexê û gelek kesên din li ber Edliya Amedê li hev kom bûn. Komê pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin û heta ber Minareya Çarling meşek li dar xist. Di dema meşê û daxuyaniyê de dorpêçkirina polîsan jî hebû. Komê di meşê de li çepikan da û lolîpopên bi nivîsa “Tahîr Elçî nemir e” û “Em hemû Tahîr Elçî ne” hildan. Girse li ber Minareya Çarling bi strana Ahmet Kaya ya bi navê “Strana Amedê” hat pêşwazîkirin. Di kêliya bîranînê de balkêş bû makîneyên kar ên derdorê hatin xebitandin û deng derxistin.

Lêgerîna edaletê didome

Li ber minareyê, serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û wiha got: “Pênc sal in em li kujerên Tahîr Elçî yên bi zirxê bêcezakirinê tên parastin digerin. Me 218 hefte li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist û em li edaletê geriyan. Piştî doz vebû me navber da çalakiya xwe. Me biryar girt ku wê ji niha şûn ve lêgerîna me ya edaletê li korîdorên edaletê bidome. Danişîna ewil a dozê da nîşandan ku polîtîkaya bêcezakirinê ya di pêvajoya lêpirsînê de sîrayetî dadgehê jî kiriye. Baroya Amedê û hevpîşeyên me wê li dijî polîtîkaya bêcezakirinê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî ku serokê me Tahîr ji me veqetand, jî tiştek neguherî û hin bêtir tarî bû. Li vî welatî êdî misogeriya hiqûqê ya tu welatî nîne. Binçavkirin, girtin, kuştinên ne yasayî, kuştina jinan, êşkence, îstîsmarkirina zarokan û talankirina hawirdorê hin zêdetir bûye. Em ji demek xerab re şahidiyê dikin. Dildar serok, bi kurt û kurmancî rewşa welatê me xemgîn e. Xeyalên te yên demokratîk, azadî û aştiyê xeyalên me ne jî. Em ê bibin parêzvanên xeyal û ramanên te. Wê têkoşîna me ji bo wan xeyalên te bidome.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê qurnefîl danîn cihê Elçî lê hatiye qetilkirin.

Kardeş Turkuler got; ‘Hewar’

Koma muzîkê Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahir Elçî strana ‘Hewar’ li ser medya înternetê belav kir. Gotinên stranê aydî hevjîna Elçî, Turkan Elçî ne û derhêner Umît Kivanç jî videoya stranê amade kiriye.

Gotinên stranê yên bi kurdî wiha ne:

Dema dibû payîz

Quling dihatin ba te ref bi ref

Ji ezmana keder dibariya

Erd dibû hewar hey hewar

Dema dibû bûhar

Quling vedigeriyan dîsa ref bi ref

Ji ezmana dîsa keder dibariya

Erd ji nûv de dibû

Hewar hey hewar

Payîz deme ku wenda bû

Ezman tu bû

Erd tu bû

Quling ez bûm

Quling di ezmanan de wenda bû

Ezman tu bû

Erd tu bû

Quling ez bûm.