7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Atli: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin

Di 20’ê hezîranê de leşkeran bi ser malbata Atli ku li mezraya Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê dijî de girt  ji malbatê Mehmet Emîn Atli binçav kir. Dema binçavkirina Atli leşkeran bi deqeyan gule berî hewa dan û li jinan da. Di dîmenên ku piştî serdegirtine derketin holê de hin jin ji ber tundiya leşkeran a li dijî xwe bi ser hişê xwe ve diçin. Tevî vê rewşê jî Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekê tundiya leşkeran parast. Malbata Atli, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û tiştên ku leşkeran bi serê wan de anî vegot.

Keça Atli Ayten Atli ku beriya demekê ji pişta xwe hatiye emeliyatkirin, diyar kir ku leşkeran saet di 06.00’an de bi ser mala wan de girtiye û li wan daye. Atli diyar kir ku bi dengê leşkeran şiyar bûye û li ser vê derketine derve û ev tişt got: “Li ber derê mala me min bi sedan leşker dît. Min pirsa ku çima hatine ji wan kir. Leşkeran got ku li malê bigerin. Ji ber ku min destûra lêgerînê ji wan xwest ez dehf dam. Min bertek nîşan da û ji wan re got ku emeliyatkirî me. Tevî ku min got ez emeliyatkirîme jî lê li min dan û ez di derencê de xistim erdê. Piştî ez ketim xwarê min nekarîbû rabim ser xwe.”

Atli, da zanîn ku leşker bi ser wan de qîriyane û wiha axivî: “Bi deqeyan gule berî hewa dan. Rewşeke wisa bû ku me nikarîbû bireviyana û bi cihekî ve biçin. Gund tim di bin dorpêça leşkeran de ye. Ji ber ku em kurd bûn ev tişt anîn serê me. Wisa aşkera diyar bû ku ji bo binçavkirinê nehatibûn. Mirov digot qey ji bo tolhildanê hatine. Bi deqeyan li min û dayika min dan. Kesê ku herî zêde li me da çawişê pispor Mehmet K. bû. Em ê giliya vî kesî bikin. Li vir bi awayekî zelal nîjadperestî heye. Lewre ewlehiya canê me tuneye. Em gelek ditirsin ku tiştek bibe.”

Ji bo kesên ku tiştên anîne serê wan bêceza neyên hiştin Atli bang kir ku her kes bertek nîşanî rewşê bide û ev tişt anî ziman: “Bi salan e zilmê li me dikin. Berê delîl tunebû lê niha delîleke me heye. Li ber derê mala me li me dan. Ji ber ku em kurd bûn li me dan. Heke ne ev be çi ye? Divê her kes daxilî vê mijarê bibe û li cem me be.”

Hevjîna Atli Dîlber Atli jî destnîşan kir ku leşkeran bi deqeyan li wan daye û wiha got: “Leşkeran pehîn avêtin piyê min û ez avêtim erdê. Piştî ku ketim erdê jî li min dan. Bi lêdanê hevjînê min li wesayîtê siwar kirin. Ji ber ku min bertek nîşanî vê rewşê da guleyan berdan. Hê jî di lingên min de şopên pehînan hene û hêşîn bûne. Derûniya zarokên me xera bû. Zilm û heqaret li me hat kirin. Leşkerê dewletê çawa dikare wiha bike? Heq û hiqûq nehiştin. Peywira leşkeran zilma li welatiyan e?”