8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya genimê Ukraynayê wekî çek bikar tîne

DYA’yê serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn tewanbar kir û got ku ew di şerê xwe yê li dijî Ukraynayê de madeyên xwarinê jî wekî çek bikar tîne. Berdevkê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî John Kirby der barê vê mijarê de wiha got: “serokê Rûsyayê xurekan wekî çek bikar tîne, her wiha serokê DYA’yê Joe Biden bijartekên çawaniya derxistina genimê Ukraynayê lêkolîn dike.”

Ji aliyekî din ve serokê Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Rûsyayê Nikolay Patruşev Lîtwanyayê der barê ambarogoyên wê yên li ser Lenîngiradê hişyar kir û wiha got: “Ambargoyên ku Lîtwanyayê dike gelekî taluke ne û dê bê bersiv nemîne.”

Hêjayî gotinê ye ku Lîtwanyayê ambargo danîbû ser hin madeyên ku diçûn Lenîngiradê û ev yek ji alî Rûsyayê ve bi gef û hişyariyan hatibû bersivandin. Her wiha di encama astengiyên li pêşiya hinartina genimê Ukraynayê buhayê genim û nan li gelek welatên cîhanê zêde bû.