19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê êdî heqê rê 6 lîre û nîv e

Bi qeyrana aborî re enflasyona li Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibe. Ji aliyekî ve nirxê lîrayê tirk dikeve ji aliye din ve jî her roj bihayên tiştan zêde dibin.

Bi qeyrana aborî re hema bibêjin her roj zem tê. Bihayê lîtreya sotemeniyê li Tirkiyeyê ji 30 TL’yî derbas kiriye. Girêdayê bihabûna sotemeniyê wek ku bihayên her tiştî zêde dibe bihayên heqê rê jî zêde dibe.

Herî dawî li Amedê heqê rê yê çûn û hatina bi hezaran kesan hat bihakirin. Li gor vê bihabûnê Serokatiya Daîreya Gihanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) biryar girt ku otobosên şaredariyê de bihayê bilêda tam bikin 5 lîre, yên daxistî 4 lîre, yên xwendekaran jî weke 3 lîre.

Di dolmîşên xetê de jî bihayê xwendekar bû 3 lire 50 qurîş, bihayê tam jî bû 6 lîre 50 qurîş.

Bihayê texsiyan jî ji bo serê kîlometreyê ji 6 lîreyan derket 9 lîreyan. Bihayê siwarbûn û peyabûnê jî ji 15 lîreyan derket 23 lîreyan.