17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Faşîzm êrîş dike lê divê em çi bikin?

Faşîzma tirk dixwaze di demeke kin de û bi awayekî hêsan tevkujiya gelê kurd temam bike. Ji bo vê hemû derfetên xwe pêşkêş dike. Ev heft salên dawiyê ye hemû hewildana wê li ser vî esasî ye. Baş e gelo encam çi ye? Em niha bi kurtasî çend ji van encaman rêz bikin;

Yek, aboriya Tirkiyeyê bi tevahî hilweşiya. Êdî kes nikare ji rewşa heyî re bêje qeyran. Pîvanên qeyranê û yên hilweşanê cuda ne. Piraniya welatiyan di bin asta birçîbûnê de dijîn.

Didu, rewşa darazê felaket û karesat e. Ji sedî 80’yê tirkan bi xwe jî êdî bi daraza tirk bawer nakin. Her parçeyek darazê di destê tarîqatekê de ye. Gelek komdozan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bikartînin.

Sisê, perwerdehî têk çûye. Her roj pergaleke nû tînin. Azmûnan li ser azmûnan datînin. Kesên mezûn dibin nikarin kar peyda bikin. Asta zanîngehên Tirkiyeyê hatiye asta dibistanên seretayî yên cîhanê.

Çar, mijara herî zêde AKP-MHP’ê pê pesnên xwe dida tenduristî bû. Lê niha qada herî bi qeyran e. Pergala tenduristiyê bi tevahî bû qada bazirganiyê. Nexweşên lezgîn jî piştî çend mehan an jî salan dikarin randevû bigirin.

Pênc, zagon û saziyên dewletê bi tevahî ketine destê komên çete û mafyatîk. Êdî pîvan nemane û Tirkiye bêzagon bûye.

Şeş, Tirkiye bi tevahî kaosa siyasî, aborî, civakî, çandî û leşkerî dijî. Bi rewşeke pir qeyranî û kaotîk re rû bi rû ye.

Em dikarin van xalan zêdetir bikin. Sedema van tevan jî şerê li hemberî gelê kurd e. Hemû derfetên xwe ji bo tevkujiyê bi encam bikin, xerc kirin û bi xwe têk çûn. Tabloya jor têkildarî hundirê Tirkiyeyê ye.

Em niha çavekî jî li rewşa Tirkiyeyê ya derveyî binêrin. Di vê qadê de jî tiştek biguhere tune ye. Ango rewş ji ya hundirîn baştir nîne. Bi çend xalan em li siyaseta faşîzma tirk a derveyî binêrin;

Yek, desthilata tirk pêşiyê hemû cîranên xwe û welatên din tehdît kirin. Bi polîtîkayên Neo Osmanî xwest cardin dagirkeriya xwe li ser welatên din saz bike. Bi welatên ereb, Ewropa, Îsraîl, DYA û Rûsyayê re ket nav gengeşiyê. Ji tevan xwest ku li hemberî kurdan piştgiriyê bidin wan.

Didu, di encama polîtîkayên Neo Osmanî de ji tevahiya cîhanê tecrîd bû. Tenê bi çend dewletên dîktator re karî li ser pêşkêşkirina derfetên Tirkiyeyê dostaniyê deyne. Di şerê li hemberî kurdan de piştgirî girt lê têrê nekir.

Sisê, îro faşîzma tirk ji hemû armancên xwe yên Neo Osmanî paşve gav avêt. Niha li hemberî kurdan bi lavakirinê alîkariyê dixwaze. Bêguman dewletên piştgirî didin jî tawîzên mezin dixwazin. Dewleta tirk bûye parsekê alîkarîxwestinê.

Çar, dema dewletên biyanî piştgiriyê nadin vê carê çêran li herkesê dike. Ji bo tevkujiya li hemberî kurdan temam bike, li hemû deriyan dixe û parsektiyê dike.

Ev demeke hewl dide dengeya di navbera Rûsya û koma Transatlantîkê de çêbûyî bikar bîne û cardin êrîşî kurdan bike. Endamtiya Fînlandiya û Swêdê wekî çekekê bikar tîne. Lê di encama dîplomasiya kurdan, berxwedana gel û dostên kurdan de nikare encama dixwaze bigire.

Ji bo DYA Erdogan muhatab bigire gefan li rojavayê Kurdistanê dixwe. Ricayan ji Rûsyayê dike û alîkariyê dixwaze. Rezaletek û bêrûmetiyek qebûl nekirî nema. Tekane derd û armanc kuştina kurdan e.

Lê çi dike bila bike, bi têkoşîn û berxwedana gelê kurd nikare. Êrîşa li Herêma Kurdistanê dimeşîne xitimî. Nikare bi pêş bikeve. Hevkarî û alîkariya PDK’ê têra faşîzma tirk nake. Bi alîkariya PDK’ê û serokwezîrê Iraqê Mistefa el Kazimî xwest êrîşî Şengalê bike lê berxwedana gel destûr neda.

Niha gefan li Rojava dixwe. Li Bakur êrîşî hemû sazî û dezgehên kurdan dike. Êrîşa li ser çapemeniya azad encameke vê bû. Berxwedana gelê kurd û hêzên azadiya gelê kurd hemû hesaban têk dibe.

Lê li vir divê kes xwe nexapîne. Divê kes bi nêrîneke, “Hêzên azadiyê li ber xwe didin û faşîzma tirk dê têk biçe” xwe nexapîne. Êrîşên faşîzmê wisa ji rêzê nîn in. Rast e, berxwedaneke dîrokî heye lê tenê li ser lingekî ye. Ji çekên herî teknolojîk bigire heta çekên kîmyewî li hemberî ciwanên kurdan tên bikaranîn. PDK hevkariya lojîstîk, îstîxbarî û cih cih leşkerî dide faşîzma tirk. Ku lingê berxwedana gel xurt nebe talûkeyên mezin li pêşiya gelê kurd in.

Ji bo wê divê her kes çi ji dest bê bike. Ev jî xwedîlêderketina sazî û dezgehên demokratîk heta tevlibûna çalakî û berxwedanê hemû cureyên têkoşînê pêwist dike. Em di saleke gelek girîng û xeternak re derbas dibin. Ku lingê têkoşînê yê civakê hinekî din xurt bibe, faşîzma darbeyên giran xwarîn dê nekare xwe li ser piyan bigire. Di demeke kin de dê hilweş e. Lê ku lingê têkoşînê neyê rêxistinkirin û em xwe bi gotina, “waye hêzên azadiyê li berxwe didin û faşîzm dê têk biçe” xwe bixapînin, gelê kurd dê sedsala pêşiya me winda bike.

Li hemberî faşîzmê di asta têkçûnê de jî êrîş dike, divê em jî bi her awayî berxwedanê zêde bikin. Temaşekirin û xwexapandin ji bo gelê kurd felaket e. Divê destûr neyê dayîn ku faşîzm bikaribe nefesê bigire û xwe ji têkçûnê xilas bike. Ji bo wê dem dema têkoşînê, dem dema azadiyê û dem dema bi her awayî tevlibûna berxwedanê ye.