spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ax û wekhevî

Jiyan, hebûn, gerdûn û mirov…

Bi jîngehî girêdayî hevin.

Mirov jî endamekî vê heyamê ye û dixwaze bijî, divê bijî.

Bingeha jiyanê li ser axê ye, herê motaciyên dinê jî hene, mîna av, ar, hewa û hwd. Lê ax bingehîne, divê lingê mirov li ser axê be, mîna pehniya Aşîl.

Dîsa ax war e, ku bû war, mirov bi îradeya xwe û serbest, ji bo jiyana xwe li ser vê axa ku bûye war, bûye welat, wek ku ji bonî me kurdan bûye Kurdistan bûye welat, ji bonî jiyana xwe wek mirovekî azad û geş bidomîne xwedî biryare. Biryara ku erîşî maf û jiyana tu kesî neke, êrîşa ser jiyan û hebûna xwe jî qebûl neke û xwe biparêze, mafekî xwezayî û ji roja ku tê ser rûyê dinyê, yê wî/wê ye, tu kes nikare midaxele bike. Tiştên derveyî vê erîşa li ser mafê mirov e. Ji ber vê ax îrade ye, îradeya mirov e û mafê mirov e ku li ser vê xakê xwe bi rêvebibe. Birêvebirên xwecîhî wisa zayê û mudaxeleya vê, xesp, talan, mafxwarî, serdestî û metingerî ye. Wek neteweyekê em Kurd xwedî vî mafî ne, destwerdana vî mafî ne rewa û meşrû ye.

Tişta ku dixwazim bibêjim; Ji bo jiyanê, divê war û xaka mirov hebe û li ser vî esasî xwe bi azadî birêvebibe, hilbet mirov bêyî civakê û war bê gel, bê netew nabe. Fikirîn civakî ye. Rewşguherînên ser rûyê dinyê ji hene ku ev rewşnî asayîne; wek koçberî, sirgûnî yan bi xwestekî cîguherîn, ev rewşê naguhere, her û her mafê azadî û xwebirêvebirinê heye ku ev îrade ye, vîn e û ji xakê naqede. Yanî kes nikare ji derve bê û mirov ji warê xwe biqewirîne. Navê wê destwerdan e û berxwedana li hember vê rewşê meşrû û têkoşîna jiyanî û azadiyê ye. Divê mirov axa xwe, welatê xwe mîna hebûn û îrada xwe bibînî û zû bi zû neterikîne. Ax mirov bi jiyanê, herwiha bi hebûn û gerdûnê ve girêdide.

Îro em li ser xaka xwe, îradeya xwe dixwazin û herwiha hebûna xwe, xwebûna xwe diparêzin.

Xwestin, lêgerîn û têkoşîna azadiyê bêhempa û rewşa herî mirovîn e, pîroz e.

Bila hestên jiyanî, vê êvarê wisa biherike, mîna ava robarekî ber bi bêsînorî, ber bi abadînê vê…

Sewdaserî

Avxuşîna nermbaranî

Teyrikên avî cembazin

firîna mirîşkên avî

û werdekan

Behnfirehiya bengînî

şilavî me

Ne ava baranê

evîna te diherike ji ser min…

Axxx ji te hezdikim

Kuliyên berfê pembo ne

Bêbextiyê em ga dan

xayînî di gwêniyê erdê de

Û mera bavê me-min di

têkoşîna azadiyê de şikestiye

Peyva dirêj ne lazime

Axxx, ax ji te hezdikim

Xew li min herimî

Bêxewim

Ax, axxx ji te hezdikim

Mînak, qayûmî destwerdana îradeya me ye, qet nayê pejirandin. Divê helwesta me ya di vî warî de, bi rewşeke berxwedanî, demokratî, mirovatî aşkere û jêneger be.

Îca li ser xakê jiyana civakî heye û ne yekreng e. Carinan sînoran jî nasnake, bêsînor e.

Baweriyên cuda, gelên cuda, rengên cuda û her wiha her cudatiyên mirovîn, civakî li gel hev, li rex hev, têkilî hev, têkildarî hev dijîn, li warekî, li her warekî. Wek xalîçeyek xwezayî û dibe ku rengek zêde be, ango welat ê gelekî be, lê divê rengên din, baweriyên din, gelen din jî wek xweseriya xwe, bi xwezayî, ramanî, rehmanî bijîn… xerakirina vê xwezayê înkar, êrîş û dijmirovî, ye.

Me got, li ser xaka me Kurdan jî pir-rengî, pir-bawerî, pir-çandî û herwiha hene û em weke mirov bi rewşek mirovatî, merivtî, kirîvatî, rengweşiyên civakî, demokratî ji sedsalan vir ve bi hev re dijîn. Ku ne ji dijmin avakirina xerabdil, kedxwar û rûreşan be, ev rewş zû biz û xera nebû ye.

Ev rewşeke asayî, xwezayî û civakî ye. Navê vê jî wekhevî ye. Wekhevî, bi xwe re edalat, mafparêzî, rêz û rêzdariyê tîne. Dijmirovî, kedaxarî, faşîstiyê diqewirîne, wek pêşgotinên me, yên hebikî argo bin jî, “em sûravka dijmirovî, nîjadperesyiyê li ser nan kin” û “sed kevirên bi gû li pey zordestî û xwînmijiyê…”

Herê, wekhevî îrade, şanazî û rojxweşiya mirovahiyê ye…

Ax û wekhevî du hîmên bingehîn ên mirovahî, mirovhezî û hebûna pîroz in.

Divê mirov qedr û qîmetê hebûn û xwebûnê zêde bizabinibe, hebûn rewşeke awarte, qedirbilind û şans e.

Wek mirov ew dem e ku bi azadî mirov li mirovbûnê xwedî derkeve!

Mirovbûnê bijî û pêk bîne!

Roja mirovbûnê, roja azadiyê pîroz e, pîroz be…