4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Şengalê bi serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di 19’ê hezîranê de li koşka El-Selam a li Bexdayê, şandeyeke şêniyên Şengalê pêşwazî kir. Di civînê de serokê Saziya Ewlehiya Niştîmanî Hemîd El-Şetrî jî beşdar bû.
Li gor nivîsgeha ragihandinê ya serokkomarê Iraqê, her du aliyan behsa geşedanên ewlehî, xizmetguzarî û mirovî li Şengalê û astengiyên heyî kirin.
Di daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya serokkomarê Iraqê de hat gotin ku:”Şengal gelek êş ji ber tundî û terorê dît. Şêniyên Şengalê bi qehremanî li hember zehmetî û astengiyan li ber xwe dan. Divê zehmetiyên xelkê Şengalê bên rakirin û rewşeke guncaw ji bo vegera koçberan û jiyana asayî bê peydakirin.”
Endamê Polîtburoya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî ku ew jî di nav şandeyê de bû raxivî.
Hisên Hecî diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê, PADÊ û rûspiyên Şengalê gelek caran hevdîtin bi hikûmeta Iraqê re pêk anîne û got: “Hevdîtina dawî li ser daxwaza serokê Iraqê Berhem Salih bû.”
Hisên Hecî destnîşan kir ku şandeyên Şengalê bi aliyên cuda yên hikûmeta Iraqê, lêvegerên olî û siyasî re gelek hevdîtin pêk anîne û wiha domand: “Wan aliyan behane derdixistin, digotin di navbera şêniyên Şengalê de lihevkirin tuneye û daxwazên hevbeş ên aliyên Şengalê tuneye, ji ber wê ji me xwestin ku em şandeyeke olî, siyasî, civakî, ewlehî û leşkerî hevbeş ava bikin. Me rêzehevdîtin bi aliyên li Şengalê kir, me hevdîtin bi aliyên siyasî, rêveberî, olî, civakî, leşkerî û jinan re kir. Ji bo em hincetan ji hikûmeta Iraqê re nehêlin me li ser belgeyeke hevbeş li hev kir û hemû aliyan li ser îmze kir.”
Hecî diyar kir ku belgeya wan ji 10 bendan pêk tê û wiha pê de çû:”Benda yekem girêdayî rewşa rêveberî bû, ew jî avakirina rêveberiyeke xwecehî li Şengalê. Benda duyem têkildarî hêzên leşkerî û girîngiya naskirina Asayîşa Êzidxanê û şervanên di bin sîwana foca 80 bû. Her wiha banga guhertina bendên peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bû, ji ber ku piraniya bendên wê nakevin berjewendiya şêniyên Şengalê. Dûrxistina Şengalê ji nakokiyên siyasî û partîtî yên li Iraqê da ku Şengal karibe xwe bi rê ve bibe û xwe biparêze û koçber karibin vegerin di nava belgeyê de hebû.”
Di 9’ê Cotmeha 2020’an de li dijî Şengalê di navbera hikûmeta Kazimî û PDK’ê de peymanek hat îmzekirin. Gelek dewletên cîran ji di nav de cih girtin weke dewleta tirk a dagirker.
Di peymanê de tê gotin ku çekdarên PDK’ê yên ku di 2014’an de ji Şengalê reviyan û êzidî bi tenê hiştin, careke din derbasî Şengalê bibin.
Hecî diyar kir ku şandeya wan ji 15 kesan ji hemû aliyên li Şengalê êzidî, sunî, Şîaa û xiristiyan pêk dihat û belgeya xwe radestî serokkomarê Iraqê kirin û got: “Serokê Iraqê Berhem Salih kêfxweş bû ku di navbera aliyên Şengalê de peyman heye û daxwaz yek in.”
Hisên Hecî da zanîn ku serokê Iraqê soz da şandeyê ku ew ê bendên belgeyê li gel serokê hikûmetê Mistefa Kazimî nîqaş bike û daxwazan li gor destûra Iraqê bi cih bîne û Şengal dûrî nakokiyên siyasî bixe.
Her wiha diyar kir ku wan ji serokê Iraqê xwest îtîraf bi rêveberiya Şengalê bike. Her wiha diyar kir ku daxwaza wan rewa ye û li gor destûrê Iraqê ye û wiha got: “Hikûmeta Iraqê ne cidî ye û lawaz e, heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin, gelek nakokî di nava aliyên Iraqî de hene.”
Hisên di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Beriya niha hikûmeta Iraqê behane derdixist, îdia kir ku kesên Şengalê bi rêve dibin nûnertiya Şengalê nakin. Şandeya me teqez kir ku hemû aliyên Şengalê li hev dikin û nûnertiya êzidiyan dikin û wan parastina Şengalê kirin.”
Ji dema rizgarkirina Şengalê ve artêşa tirk a dagirker ji sala 2017’an ve zêdetirî 21 carana li dijî Şengalê êrîş pêk aniye, gelek kes şehîd bûn.
Der barê êrîşên dagirkeriya tirk li ser Şengalê de endamê Polîtburoya PADÊ’yê got: “Fermandariya Heşda Şabî û serokê Iraqê Berhem Salih êrîşan şermezar dikin, lê heta niha tu daxuyanî ji aliyê serok û hikûmeta Iraqê der barê êrîşên dewleta tirk de derneketiye, bang li balyozê Tirkiyeyê jî nekirine.
Hisên Hecî diyar kir ku Berhem Salih ji şandeyê re gotiye ku ew bi dewleta tirk re di nava têkiliyê de ne.
Hisên Hecî got: “Me bêdegiya hikûmeta Iraqê der barê êrışên dagirkeriya tirk de şermezar kir, hikûmeta Iraqê ne cidî ye, nikare helwest û biryareke çarenûsî û stratejîk bide, ji me re dibêjin daxwazên xwe bihêlin heta pêkanîna hikûmeta nû.”
Hecî diyar kir ku ew pişta xwe bi hikûmeta Iraqê girênadin û ew bi xwe rêveberî û parastina Şengalê dikin û ev tişt anî ziman: “Em ne li dijî yasa û destûra Iraqê ne, ne hêzên Iraqî û ne jî artêşa Iraqê, em xwedî erk, maf û daxwaz in. Divê hikûmeta Iraqê rêz li vê yekê bigire, em biryar û yasayên tên ferzkirin red dikin.”
Endamê Polîtburoya PADÊ’yê Hisên Hecîdi dawiyê de got:”Em dixwazin hikûmeta Iraqê bersiva belgeya me bide, gelek daxwaz ji bo jinûve avakirina Şengalê hene û kesên ji ber komkujiyê ziyan dîtine bên tawîzkirin û sûcdar bên cezakirin û rê li ber vegera koçberên Şengalê bê vekirin.”