17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temel: Bi qanûna sansurê dixwazin çapemeniya azad tune bikin

Berpirsê lijneya çapemenî, weşan û propagandayê û cîgirê hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Temel der barê “qanûna dezenformasyonê” ya ku li Meclîsê tê nîqaşkirin û zextên li ser çapemeniya azad de jî nirxandin kirin.

Tayîp Temel diyar kir ku “qanûna dezenformasyonê” ya ku li meclisê wê bê nîqaşkirin di esasê xwe de qanûna sansurê û yasaya bêdengkirina çapemeniya mûxalîf e û wiha got: “Azadiya çapemeniyê ne tenê ew e ku rojnameger xwedî nûçeyên azad û şert û mercên xebatê yên azad bin. Di heman demê de çapemeniya azad tê wê wateyê ku civak bi awayekî azad agahî werbigire, xwe bi awayekî azad îfade bike û dengê xwe bi awayekî rast û objektîf bigihîne raya giştî.”

Dixwazin çapemeniya azad bê deng bikin

 Temel da zanîn ku li Tirkiyeyê hebûna çapemeniya azad zor e û ev tişt anî ziman: “Em behsa dîrokeke tarî dikin ku Abdî Îpekçî, Mûsa Anter, Hafiz Akdemîr, Metîn Goktepe, Ferhat Tepe û gelek rojnamegerên parêzvanên heqîqetê hatine qetilkirin. Li aliyê din desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze vê tabloyê reştir bike û ev demeke dirêj e hewldanên xwe yên ji bo bi temamî ji holê rakirina çapemeniya azad ya li Tirkiyeyê û bi bêdengkirina çend weşanên mûxalîf didomîne.”  Temel, di der barê qanûna dezenformasyan de axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her çiqasî jê re qanûna dezenformasyonê tê gotin jî, lê di bingeha xwe de zagona sansurê ye. Bi vê qanûnê dixwazin muxalefetê bê deng bikin û çapemeniyên muxalîf nikaribin nûçe û weşanan bikin. Armanca vê qanûnê çi ye? Dema ku hin xalên vê qanûnê werin nirxandin, dê were dîtin ku ruhê pêşnûmeya qanûnê ew ruhe ku bi tevahî li gorî xalên ku em ê behsa wê bikin, wê bê dîtin. Digel ku gelek tişt hatine axaftin jî, em fam dikin ku sansur û bêdengkirin di esasê xwe de ew qanûne ku welat bikeve di nav tarîtiyê de”

Temel diyar ku desthilatdarî dixwaze bi vê qanûnê rojnamegeriyê tune bike û got: “Ev qanûn  encama hewldanên kontrolkirina darazê ne. Qayde ew e ku kesên li dijî makeqanûnê sûc dikin, sirên dewletê eşkere dikin û yên ku tên mehkûmkirin nikarin rojnamegeriyê bikin. Ger yek ji we yan jî yek ji me bêyî dadgehkirineke adil li dadgehê ji ber “nûçekirina sira dewletê” bê mehkûmkirin, jiyana wan ya rojnamegeriyê diqede. Bi gotineke din,pêwîste ku ev pîşe bi biryara dadgehê serbixwe be lê biryarê didin ku ka kî dikare vê bike an jî nikare bike.”

Rojnamegerên kurd xwedî helwesteke diyarker in 

Tayîp Temel der barê girtina 16 rojnamegerên kurd de jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojên ku ev qanûn dihat amadekirin de, li Amedê li dijî çapemeniya kurd a muxalîf, operasyonên binçavkirin û girtinê hebûn. Bi rastî, ev girtin di der barê pêvajoya pêş de jî delîlan çêdike. Ji 22 hevalên min yên rojnameger ên di 8’ê Hezîranê de hatin binçavkirin -ji ber ku ez bi salan bi wan re xebitîm dibêjim hevalên min – 16 ji wan hatin girtin. Pirsên ku li dozgeriyê û li emniyetê tên kirin hem ji bo çapemeniyê hem jî ji bo siyasetê balkêş in. Di nava pirsên rojnamegeran de pirsên “We çima ev nûçe çêkir, we çima ev bername pêşkêş kir, we çima ev zimanê ku hikûmetê bêzar dike di nûçe û bernameya xwe de bi kar anî” jî hene.. Ev hevalên ku em bûne şahidê rojnamegeriya wan, hem ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve, hem jî di warê daxwaza rewa ya gelê kurd a azadiyê de xwedî helwesteke diyarker in. Mînak hin şahidên derewîn di dosyayê de cih girtin, ev amadekariya komployê ye ku vê dozê bi girtinê bi encam bikin. Dema ku rojnameyên alîgir van hevalên rojnameger dikin hedef, rojnamegerî tê sûcdarkirin.” Temel, di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman û got: “Divê li dijî vê qanûna ku rojnamegeriyê û çapemeniya azad qedexe dike têkoşîn bê dayîn. Divê muxalefet û hêzên ku heqîqetê diparêzin li dijî vê derkevin.Mîkrofon û klavyeya yek hevalên me bê xwedî namîne. Em ji vir careke din bang dikin ku vê qanûna dezenformasyonê paş de bikêşin dest ji van polîtîkayên sansurê berdin.”