21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taya qolinca Zapê Erdogan ji hiş xistiye

Rejima şer a dewleta tirk li pêy qurnazî/hevsengiyên nû ketiye ku keysa xwe anî, wê êrîşî destkeftiyên şoreşa gelan a rojavayê Kurdistanê bike. Çavê xwe berdaye herêmên bi ewle yên bakurê Sûriyeyê ku firsendeke herî biçûk jî bibîne wê dest bi tevgera dagirkeriyê bike.

Bi hêceta vegerandina ‘penaberên’ Sûriyeyê, avahiyên mêtingeriyê lêdike; bi vê ‘projeyê’ ya qaşo vegera penaberan armanc dike, hewl dide heyîna dagirkeriya xwe ya ser xaka rojavayê Kurdistanê mayînde bike.

Dewleta tirk di şerê li dijî kurdan de ji bo ku konsepta qirkirinê bi ser bixe, hemû heyîna xwe daniye/xistiye holê. Bi aqilê xwînxwariyê wisa dizane ku wê bi dagirkirina deverên nû re bikaribe temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Bi navê bîrdoziya mêtinger a netewe-dewletê li sê eniyan êrîşî hebûna kurdên şoreşger ên berxwedêr dike. AKP’ê di eniya şer a Rojava de, bermahiyên şerê qirêj ên ji komên eware, berdoş û çeteyan li dora xwe dane hev, roj bi roj êrîşî gund, bajarok û herêman dike. Li ser xelkê herêmê komkujiyan dike. Rejîma şerxwaz a tirk, bi planên şer ên nû re dixwaze ewlehiya herêmê mifte bike. Lewma Teyyîp Erdogan, li pey firsendên biçûk ketiye ku jêre “polîtîkaya çeqel” tê gotin. Çeqel, ji bo ku zikê xwe têr bike li pey firsend, fêlbaziyên biçûk diger e; di tarîtiya şevê de bi nêçîrê dikeve. Lê zikê xwe ji bermahiya nêçîrvanên têr tije dike.

Di eniya şer a duyemîn de ango di dagirkirina başûrê Kurdistanê de jî bi alîkariya xiyanet-sîxurtiya PDK’ê, bi pêşengiya cehş-cerdevanên bipere, bawer dike ku ew dê plana xwe ya dagirkirinê pêk bîne. Dewleta tirk alîkariya madî û manewî ya eniya şerê dagirkirina başûrê Kurdistanê ji hêzên navneteweyî, NATO’yê werdigire ku eniya şer a herî giran e.

Agahiyên ji eniya şerê Zap û Avaşînê tên dayîn jî diyar dibe ku dewletên endamên NATO’yê ne, ji bo ku rejîma Tirkiyeyê di vî şerî de bi serbikeve hemû cureyên çekên nû seferber kirine. Êdî her kes dizane ku şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê bi çêkên nû yên NATO’yê tê kirin. Dewleta tirk bi navê xwe, lê bi alîkariya teknîka NATO’yê konsepta tasfiyekirinê ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi rêve dibe. Lê tevî wê jî nikare bi pêş ve biçe, encam bigire û xwe li herêmê bicih bike. Enqere li herêmên ku lê şer dike, (Zap, Avaşîn û Metînayê) hîna di destpêka êrîşên dagirkeriyê de rota xwe wenda kir û ji hişê xwe çû. Her wiha li eniya ku şer lê diqewime teqinî maye. Ji bo vê binkeftina artêşa dewleta tirk, pênaseya “sendroma Zapê” tê gotin. Êşa qolincê ya ku artêşa tirk îro li herêmên şer dikşîne, ji binyata binemaliya elema dewletê tê. Jixwe desthilata tirk, ji mejî ve bi êşa elemê bû ye.

Dewleta tirk dema ku ji şerê germ ê qirkirina fizîkî yê li hemberî kurdan dimeşîne de tu encamê bi dest naxe, serî li şêwazê şerê teybet ê kirêt dide û dixwaze bi şerê derûnî, qirkirina çandî û ji holêrakirina destkeftiyên şoreş û talankirina xwezaya Kurdistanê encamê bi dest bixe. Mînaka vê ya pêkhatî jî ew e ku di van demên dawî de konser, şano, çand û zimanê kurdî bi fermana desthilata AKP’ê têne qedexekirin. Neyartiyeke polîtîk a kûr li çand û zimanê kurdî tê kirin. Qedexeyên tên kirin tesedûfî nînin ; parçeyek ji konsepta şerê qirkirinê ne.

Wendakirina di eniya şerê germ ê li hemberî Tevgera Rizgariya Kurdistanê de tê wateya bidawîlêhatina polîtîkayên şerê teybet ên bîrdoziya nijadperestiya tirk. Teyyîp Erdogan, dixwaze bi gurkirina şerê qirkirinê yê li dijî gelê kurd, li ser desthilatdariyê bimîne. Derûniya wî bi şer ava ye, bêşer edarî pê nayê. Ji ber wê ye ku niha lez daye hevdîtinên bi hêzên navneteweyî re ku ji wan tawîzan bistîne ew ê dest bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka rojavayê Kurdistanê bike.

Her ku diçe dor li desthilatdariya Teyyîp Erdogan teng dibe û rûçikên wî ber bi jêr ve xwar dibe. Binkeftina xwe ya di qada polîtîk, şer û dîplomasiyê de êdî bi xwe jî vê yekê venaşêre. Elametên derûniya kesayeta têkçûyî dijî. Êdî ne şer, her wiha seferên dagirkeriyê jî nikarin wî li ser piyan bigirin; taya qolinca Zapê, Erdogan ji hiş xistiye.

Niha dem ew dem e ku em ji îro û şûn de li dijî gefên Erdogan ên dagirkeriyê, benda parastinê ya pêşiya êrîşên nû bilind bikin û li hemberî seferên mêtingeriya tirk rawestin. Bêyî ku pêvajo derengî bikeve pêdivî bi pêşxistina helwesteke hevpar a rêxistinkirî ya civaka kurd heye. Ji lewma hedefa mêtingeriyê ne tenê dagirkirina parçeyeke Kurdistanê ye, dagirkirina seranserê Kurdistanê ye. Ev talûke ya heyî mezin e û hemû destkeftiyên gelê kurd di bin gefa dagirkeriya tirk de ne.

Divê têkoşîna ji bo binkeftina desthilatdariya şerxwaz a tirk di her firsendê de bê mezinkirin. Erka me her kesî ew e ku em nirxên mirovahiyê yên hatine afirandin biparêzin û xwedî li rûmeta Şoreşa Rojava derbikevin.