4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê diçe Tehranê

Li gorî ajansa Rûsyayê Tass çav li rê ye ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 22-23 hezîranê de serdana Tehranê bike û bi hempîşeyê xwe yê îranî Hisên Emîr Ebdullehiyan re bicive. Her wiha dê Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re jî bicive.

Ev serdan di demekê de pêk tê ku Îran û Rûsya yên rastî cezayên navneteweyî tên, di meha Gulanê de daxuyandibûn ku ew dixwazin têkiliyên di warê bazirganî û enerjiyê de xurt bikin. Her wiha di çarçoveya dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê de jî dê herdu alî pêşketinan nîqaş bikin. Hevdîtinên ji bo peymana nukleerî ya bi Îranê re di 2021`ê de li Viyanayê di navbera Îran û dewletên rojavayî de dest pê kiribû.  Lê ew hevdîtin gelek caran hatin rawestandin û heta niha bi hevre negihane çareseriyekê ku li li ser hin xalên aloz li hev bikin.