spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîn tecrîdê têk dibe

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo pêk hat 25 sal li pêy xwe hişt. Herî dawî parêzeran beriya 7’ê tebaxa 2019’an bi rêber APO re hevdîtin pêk anîn. Ji wê demê ve hemû serîlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji aliyê dozgeriya dewleta tirk a dagirker ve tên red kirin. Li gel Rêber Apo, girtiyên din ên li Îmraliyê Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî di bin tecrîdek giran de ne. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê vê rewşê weke ‘îşkenceya sîstematîk’ pênase dikin.

Komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda Îmraliyê mirov nikare ji hev cûda bigire dest. Jixwe eger failê vê komployê tenê dewleta tirk bûya, ev nedibû komploya navneteweyî dê bûbûya cureyeke şerê nemerdane. Lê ji ber ku gelek hêzên navneteweyî di vê komployê de cîh girtine di rêvebirina pergala Îmraliyê de jî ev hêz xwedî gotin û biryar in. Komploya ku armanca wê di kesayeta Rêber Apo de têkbirina tevgera azadiya kurd bû, niha bi vê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê xwestin ku bigihînin hedefê.

Li dijî vê tecrîda dermirovî û bêqanûnî bi salan e ji gelek aliyên cûda têkoşîn tê meşandin. Herî dawî di 13’ê kanûna sala 2021’ê li seranserî cîhanê ji hezarî zêdetir siyasetvan, rewşenbîr, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan û parêzeran dest bi kampanya “DEM DEMA AZADIYÊ YE” kirin.

Di çarçoveya vê kampanyayê de kurd û dostên xwe di 10’ê cotmehê de li bajarê Fransa Strasboûrgê dest bi çalakiyeke nû kirin. Çalakiya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo ya li pêşiya Konseya Ewropayê heta 13’ê cotmehê dewam kir. Ji gelek aliyên cuda siyasetvan, akademîsyen, parêzer, rewşenbîr, hunermend û kesayetên naskirî bi awayekî aktîf tev li vê çalakiyê bûn. Her rojê komeke ji 100 kesî çalakiyê dewr girt.

Sedema di vê dîrokê de li darxistina çalakiyê jî civînên li Konseya Ewropayê bûn. Di navbera 10-13’ê cotmehê de bi beşdariyeke berfireh Civîna Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê û Komîteye Wezîran a Konseya Ewropayê pêk hatin. Ji gelek welatên cuda parlamenter beşdarî civînê bûn. Li ser navê HDP’ê jî parlamenter Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy beşdarî van civînan bûn. Bi çalakiya Strasboûrgê hate xwestin ku di van civanan de tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û bêedalatiya dewleta tirk a dagirker weke rojevekê bê destgirtin. Li ser vî esasî bang li pêkhatiya civînê hate kirin. Her çendî hin ji beşdarên civînê der barê mijarê de nirxandinên erênî kirin jî mirov nikare bibêje di mijara sûcên dewleta tirk de Konseya Ewropa bû xwedî helwesteke cidî.

Bêguman divê baş bê zanîn ku bêhelwestiya Meclîsa Parlamenteran û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne ji xwe ye. Ev bêdengî bi polîtîkaya hevbeş a bi dewleta tirk re ji nêz ve eleqedar e. Pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê ji ber vê hevkariyê her diçe girantir dibe. Sazî û rêxistinên ku li seranserê cîhanê qaşo “parastina mafên mirovan” dikin ji ber hevkariya bi dewleta tirk re bêdeng dimînin.

Ne di mijara tecrîda li dijî Rêber Apo tenê di hemû bêmafiyên li bakurê Kurdistanê de jî ev sazî bêdeng dimînin. Yanî bi kurt û kurmancî dema mijar dibe kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd di nava heman konseptê de tevdigerin. Ev dide aşkerakirin ku ev hêz çawa di komploya nevnetewî de li dijî îradeya gelê kurd bûn yek, niha bi heman awayî li dijî sûcên dewleta tirk jî bêdeng dimînin.

Divê bê zanîn ku êdî siyaseta Tirkiyeyê nikare vê tecrîdê zêde rake. Rast e, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê heta ku jê tê dixwaze vê tecrîdê giran û kûrttir bike, lê êdî dînamîkên siyasî yên li herêmê vê rewşa bi krîz ranake. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku strastejiya xwe li ser dijberiya kurd ava kiriye, bi ser bixe wê di siyaseta tecrîdê de israr bike. Zext û êrîşên li dijî gelê kurd û saziyên wê jî bi vê siyasetê ve girêdayiye.

Ji lewra dema mirov pergala tecrîdê ya li Îmraliyê dinirxîne divê beriya her tiştî konsepta li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd baş fam bike. Tecrîdkirina Rêber Apo ne mijarek wisa ji rêzeye ku bi biryara dozgerekî ji rêzê ve pêk bê û bi dawî bibe. Li ser Gîrtîgeha Îmraliyê bi qasî dewlata tirk hêzên navneteweyî jî xwedî gotin û biryar in.

Ji aliyê din pergala tecrîdê bi şerê li dijî gerîla ve jî girêdayiye. Her ku şer dijwar dibe tecrîda li Îmraliyê jî girantir dibe. Hêzên li dijî tecrîdê bêdeng dimînin ji bo artêşa dagirker di şerê li dijî gerîla de bi ser bikevin jî heta dawî piştgiriyê didin artêşa dewleta tirk a dagirker. Bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî jî bi vê konseptê ve girêdayiye.

Divê gelê kurd û dostên wan baş bizanibin ku bi şikandina tecrîdê wê pergala antî demokratîk a li ser gelan tê ferzkirin ji holê rabe. Li ser vê bingehê têkoşîna gelên li herêmê didin meşandin xwedî girîngiyek mezin e. Xwedî derketina li vê têkoşînê erk û berpirsyariya hemû kesayetên alîgirên wekheviya gelan e. Lewma ne li dijî tecrîdê tenê li dijî konsepta ku bingeha xwe ji komploya navneteweyî digire pêwîstî bi têkoşîneke hîn xurttir û mezintir heye.