3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên kurd dê çiraya Erdogan vemirînin

Zana Welat

Faşîst hertim hewl didin ku bi tirs û xofê civakê bêdeng bikin û li gorî xwe teşeyê bidin civakê. Her çiqasî faşîzma wan dijwar be jî dîsa ji ronahiyê ditirsin. Ronahî hertim bûye xewnereşka wan. Ev ji dema koledariya herî dijwar û heta serdema me wisa hatiye û dê wisa jî biçe.

Di serdema me de rojnamegerên kurd pêşengiya ronahiyê dikin. Civakê li hemberî pêkanînên faşîzane ronî dikin û nahêlin faşîst li gorî xwe civakê bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê hertim bi faşîzma herî dijwar re rû bi rû dimînin. Wexta mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêre dibîne ku dîroka wê bi qetilkirin û girtina rojnamegeran tije ye. Bi taybetî jî rojnamegerên kurd gelek hatine qetilkirin û girtin.

Faşîzma AKP-MHP-PDK’ê di van demên dawî de êrîşên xwe yên li ser rojnamegerên kurd dijwar kirine. Herî dawî bi ser malên rojnamegerên kurd de girtin û 20 rojnameger binçav kirin.  Faşîzmeke dijwar li ser wan meşandin. Bi taybetî jî pêkanîna wan a li hemberî rojnameger M. Alî Ertaş rastiya wan a li hemberî gelê kurd nîşan dide.

Rojnamgerekî ku ewqasî tê nasîn 10 saetan bi awayekî kelepçekirî li erdê hiştine. Heke ev pêkanîn li şûna rojnameger Ertaş, li rojnamegerekî/ê din kiribana wê qiyamet rabûya.

Lê ji ber ku Ertaş kurd e, ev pêkanîn ji rêzê tê dîtin. Bila bê zanîn ku ne rojnamegerên kurd  ne jî gelê kurd ne ji rêzê ne. Herkes baş dizane ku li cihê ku kurdek lê hebe li wir berxwedan heye, li wir têkoşîn heye, li wir raperîn heye, li wir heqîqet heye. Bi kurtasî li wir ronahî heye. Ronahî jî heqîqet e. Ronahî azadî ye. A ku tirs û xofê dixe dilê wan ev e.

Çima ji ronahiyê ditirsin? Ji ber ku faşîzma ku niha li ser gelê kurd dimeşînin, ji faşîzma Hîtler û hemû faşîzman wêdetir e. Heke mirov bibêje faşîzma herî dawiye gotineke ne xelet e. Tirsa wan ew e ku  faşîzma wan derkeve holê. Ji ber vê yekê beriya her tiştî êrîşî rojnamegerên kurd dikin. Ji ber ku rojnamegerên kurd hem faşîzma wan radigihîne raya giştî  hem jî rûyê wan ê rast derdixe holê.

Ji ber wê ewqasî bi faşîzmê re rû bi rû dimînin. Bi tirsa ku wê ronahî derkeve holê êrîşî kurdan dikin. Ji ber vê yekê ne zilma wan û ne jî faşîzma wan ne wekî yên din e, ji hemû deman zêdetir û dijwartir e. Wexta mijar dibe kurd ji faşîzm û hovîtiya wan re sînor tune ye. Hîn jî baş tê bîra me, ma ne ji bo me digotin; ‘Berê wan di bîrên asîtan de dihelandin, niha em wan davêjin zindanan’. Ev gotina van faşistan bû. Dîsa jî nikarin kurdan bêdeng bikin. Ew çi jî bikin bila bikin -jixwe çi ji wan tê dikin- nikarin ne rojnamgerên kurd û ne jî gelê kurd bêdeng bikin.

Ji bo mirov rastiya rojnamegerên kurd baş fêm bike divê ewilî li xebatên wan binêre. Heke ne ji rojnamegerên kurd bûya ma wê haya kê/î ji komkujiya Roboskê çêbiba? Ma wê kê/î rastiya çeteyên DAIŞ’ê hîn biba? Ma wê kê/î li hemberî vê faşîzmê derketa? Wexta mirov li rojnamegerên kurd dinêre rastî û heqîqet tê dîtin. Ew rastî û heqîqet bûye tirs û xofa dilê faşîstên wekî Erdogan-Bahçelî-Barzanî.

Çawa ku rojnamegerên bi berdêlên giranbuha rastî derxistin holê û rê li ber hilweşandina faşistên berê vekir, wê niha jî bi ronahîkirina civakê dawî li van faşistan were. Wê çiraya faşistên mîna Erdogan-Bahçelî-Barzanî bi destê rojnamegerên kurd were vemirandin. Ji bo wê jî hewceye herkes li dora rojnamegerên kurd bibin xelek û xwedî li wan derkevin. Xwedî derketina li rojnamegeran xwedî derketina li rastî, heqîqet û ronahiyê ye.