4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qedexe û heqaret

Meyla mirovan hertim ber bi azadiyê ve ye. Ji ber ku Arîstoteles di pênaseya mirov de mafdar e, bi min jî  “mirov ajala/ê ku dirame” ye. Lê ev mesela ramînê dihêle ku tu hilbijêrî yanî meyla derfeta azadiyê heye. Tu hilnebijêrî tu dê çima bifikirî. Ji ber wê jî fîlozofê bûneweriyê J.P. Sartre meseleya azadiyê teqeztir dike û dibêje “mirov mehkûmî azadiyê ye.” Yanî dibêje tu mirov bî, divê azad bî ji ber ku tu difikirî tu dikarî diyar bikî. Diyarkirin ne karê koleyan e. Lê pergala şaristaniyê jî her hewl dide koletiyê bi pêş bixe. Hemû xirecir ji vir der dikeve. Helbet şaristanî heta cihekî bi ser dikeve û dihêle ku Rousseau bi reşbînî bibêje: mirov azad tê dinê lê li her derê di zincîran de ye. Kêşeya çanda civakan û şaristaniya serdestan ji vir derdikeve.

Em kurdên bakurî  jî di vê kêşeyê de bi dewleta tirk re ketine belayê. Erê, ziman, huner, çand, polîtîka hema bêje her tiştî qedexe dike. Va bi girtina dehan rojnamegerên kurd, (ew şervanên heqîqetê ne û em bi wan serbilind in) dixwaze çapemeniyê qedexe bike. A rast dixwaze te bi zend û bendan girê bide.

Vê dawiyê li Mersîn û Edeneyê jî qewimî; Tartuffeyê qedexe kirin. Bi min jî divê desthilatiyeke olperest ku bi tenê menfeta xwe difikire yanî AKP, Tartuffeyê qedexe bike ji ber ku mijara Tartuffeyê tam jî ev e. Olperestek dibe belayê serê malbetekê û hizûr û aqûbetê nahêle. Hemû mal û milkê malbatê dixwaze bidize. DAIŞ çawa bûbe belayê serê gelên Rojhilata Navîn, Îxvanî Mislîm jî bûye belayê serê gelên misilman û rejîma AKP’ê jî bûye belayê serê gelê kurd û tirk.

Di dawiya şanoyê de ew olperest têk diçe. Wek têkçûna DAIŞ’ê û Îxvan. Helbet dora rejîma faşîst e. Lê dewleta tirk ji ber di Tartuffeyê de behsa îdeolojiya wan a genî dibe qedexe nake. Bêtir hewl dide komeke şanogerên kurd ên serbixwe û berxwedêr qedexe bike. Dixwaze şanoyeke xwerû bi kurdî qedexe bike. Lê ligel van di serî de dixwaze pergala qedexeyê çalak bike. Ji ber ku xwe temsîlkarê şaristaniyê dibîne û divê zincîran bi kar bîne. Desthilatî bê zincîr û qedexeyan ava nabe. Ferq nake, yan kemalîst an jî olperest, zincîr û qedexe îdeolojiya hevpar a desthilatdaran e. Lê ev qedexekirina çanda kurdî li kurdan weke qedexekirina avê ya li masiyan e. Yanî ev qedexe bi ser bikeve êdî em nikarin behsa kurdbûnê bikin. Ji ber wê jî gotina Sartre ji bo kurdan bi awayekî din difesile: Kurd mehkûmî berxwedanê ne.

Tam bi awayekî ji xwe bawer min dê motîvasyona xwe bi vî şiklî xurt bikira lê min nûçeyek dît: Li Başûr ji bo pîrozbahiya dawiya salê ya zanîngeha amerîkî ya li Kurdistanê, hunermendê tirk Mûstafa Cecelî konserek li dar xist. Xuyaye rêveberiya Başûr ne li ciwanên Kurdistanê, lê vê heqaretê çawa li xwe datînin û qebûl dikin? Meha ji bo bîranîna şehîdên başûrê Kurdistanê be jî vê rizîbûnê çawa qebûl dikin? Di bextê we de ji me re hincetan nebînin û vê yekê xweş nekin, hema silavekê bidin Bakur û bêjin em vî hunerkerî yê faşîst li zanîngeha xwe qebûl nakin. Hunermendên ku li Bakur qeyûm û mêtingeriyê tînin Kurdistanê, li Başûr bi dildarî werin xwestin em ê çawa behsa feraseta kurdistanî bikin.

Meyla rêveberiya Başûr xuya ye, ne azadî ye, keç û xortên Başûr hema bila siyaseta wan her çi be jî divê vê heqaretê qebûl nekin, ma çawa çêbû!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê