28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrû

Bêrû, bêabûr û bêşerm… Kesekî ku mixatabê van gotinan be yan jî bi van gotinan bê pênasekirin, di civaka me de dibêjin ‘perdeya rûyê wî/wê qetiya ye’ yan jî ‘ava rûyê wî/wê nema ye’. Bêguman cudahiya mirov a ku ji lawiran diyar dike şerm e. Mirov fedî dike, peywendiya fedîkirinê bi exlaq re heye, di hin lawiran de jî fedîkirin hatiye dîtin, lê di lawiran de fedî hestiyarî ye yan jî refleksên sûriştî ne!

Mînak di qada meydana bajarekî de bi sedhezaran kes lê kom bibin, kesekî bawermend, mîlîtan, şerker û şervan fermanê bigire da ku li wê meydanê li pêş çavên dehhezaran kesekî bikuje, kujer ligel ku dizane dê bê girtin an jî bê kuştin jî dê wê fermanê pêk bîne! Lê dîsa ji heman kesî re fermaneke din bê dayîn ku divê li wê meydanê li pêş çavên dehhezaran wir bilewitîne ne pêkan e ku bike.

Baş e, çima mirov dikare bikuje lê nikare bike? Lê kîjan lawir dibe bila bibe, li wê meydanê bêyî ku li çep û rastê binêre wê bilewitîne, gelo cudahî çi ye? Bêguman ev exlaq e û şerm e. Yanî ya mirov dike ji şerma civakî ye.

Serdama ku îro jê re dibêjin modernîzm û têgeha post-truth, di qadên polîtîk, komalnasî de êdî pir tê bikaranîn an jî ev têgeh wek ku rastiya civakê ye tê şîrovekirin. Naveroka vê têgehê, derewan wekî rastiyan nîşan dide û dubare dike, çendî derewan dubare bike jî, mina ku rastiyan dubare dike dihesibîne. Cîhana derewan a ku di nav de dijî êdî wekî cîhana rastiyan qebûl dike.

Taybetî bi derketina înternetê û medyaya  dijîtal re ev rewş bêtir kembax  bûye, di van qadan de agahî hinde zêde û bêbingeh in, komalgeh kîjan rast e û durist e, kîjan derew e û şêlo ye, wê nikaribe ji hevdû derbixîne.

Rewşeke ku ne bi rojan e, çirke bi çirke bi derewan êrîşî hiş û mêjiyê civakê dikin, bi vê êrîşê civakê bê helwest û bê hest dêhêlin. Mînak, niha li Rojhilata Navîn û taybetî jî li Kurdistanê destdirêjiya rojane ya li hemberî hemû pîrozbahiyên gel dikin, lê di nava civakê de li kolan û qadan helwesteke cidî dernakeve hole. Lê dema di medyaya dijîtal de li ser twîtterê  `şermezar dikin`, vê jî wekî karekî welatparêzî û şoreşgerî pênase dikin.

Di dema berxwedana Seyîd Riza de serbazekî dagirker ê tirk dixwaze destdirêjiyê li jineke kurd bike û ji aliyê hevjînê wê ve ew tecawizkar tê kuştin. Dagirkerê tirk ji Seyîd Riza kujerê serbaz ê tecawizkar dixwazin, Seyîd Riza û eşîra Dêrsimê dibêjin; “ew tecawizkar bû, wî kesî jî tola xwe girtiye, ma em ê çawa wî bidin we?” Dagirker vê yekê dikin hincet û êrîşî Dêrsimê dikin. Encam tê zanîn.

Bi deh hezaran qurbanî, koçberî, wêran û talanî. Dijmin di vê serdema me de jî destdirêjiyê wekî polîtîkayekê bi kar tîne û her roj tecawizî zarokên me dike. Li hemberî vê destdirêjiyê  bêdengî heye. Li kolanan di bin çavdêriya erkdarên dewletê de tîryakê difroşin û zarokên me yên 12 salî jehrî dikin, dîsa jî bertek çênabin.

Li başûrê Kurdistanê bajarên wekî Hewlêr, Zaxo û Dihokê her kêliyê endamên JÎTEM û MÎT’ê destdirêjiyê li jin û zarokên me dikin, çi ser erd û çi bin erd nirxên me dibin,  talan dikin, bi riya rêzefilm û pirtûkên pêkenok çêrî kurdan dikin û biçûk dixin. Lê dîsa jî di serî de rêveberiya Başûr, partî û saziyên civakî bêdeng dimînin.

Bêşermî, kesayeta kilîlî-qerezî ajoya dike, di encamê de kesayet namîne.  Wêne û şekil heye, lê naverok  pûç e. Ev kesayeta ku modernîzma lîberal, modernîzma post-truth dispêre mirovahiya cîhanî, lê mijara me welatê me Kurdistan e. Gotineke bi soranî heye dibêje; `Ne dîtî be, dîtî”. Yanî ji kesayeta xwe dûre, birçiyê lê xwe têr dihesibîne, bêaqiliya xwe zane diyar dike, dîl e, dest û pî girêdayî ye, lê xwe azad dihesîbîne. Hesûd e, ezez e, evîndarê xwe ye, lê kê ji xwe hêztir bibîne li ber wan stûxwar e; destên wî li ber `ezbenî, bi fermo` û ji her karê kirêt re amade ye; bêpirs û bêgotin. Di ferasatê de lêpirsîn nîne, ji her kesî re dibêje `belê`. Di ola giştî de ji wan re minafiq tê gotin. Di zimanê felsefeyê de oportunîzm tê gotin. Lenîn dibêje `hestiyê pişta oportunîstan nîne`. Li gorî min roja îro de di kesayeta post-truth de goşt jî nemaye.

Di emcamê de em di serdemeke giran a ramanî de derbas dibin. Raman tê wetaya nêrîna mirovan a cîhanî, an jî dibêjin paradîgma, yanî li hemberî pûçkirina civakê hêzkirina civakê, li hemberî êrîşên derewker meşandina têkoşîna rastiyê, li hemberî tunekirina bîrewarî-hişmendiyê, parastina nirxên dîrokî, li hemberî êrîşên ser çandê, parastina çandê, li hemberî bêşermiyê parastina exlaqa civakê.

Bêguman em ê vê qada sanal jî bi kar bînin. Lê ji bo em di welatekî azad û aram de bijîn divê li hemû qadên êrîş hene em têbikoşin. Kî/ê çi  ji destên wan tê divê bike. Wexta ku ew zarokên me jehrî bikin divê hemû dayik li hev kom bibin tif rûyê wan bikin.

Dayik û ciwan li cihê ku kesên fihûşê dikin wan bigirin û li kolanê neynûkên wan jê bikin. Rêbazên têkoşînê gelek in, bes dive mirov di vî alî de bi biryar bin.