spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora girtîgehên Wan û Panosê hatin aşkerakirin

Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Tîpa T û F ên Wanê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê raporek amade kir. Rapor bi daxuyaniyekê hat parvekirin. Daxuyanî li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn. Di daxuyaniyê de li gel hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amade bûn.
Rapor, ji hêla Rêvebera Şaxa OHD’a Wanê parêzer Ekîn Yeter ve hat xwendin. Ekîn, anî ziman ku sepanên rejîmên dijdemokratîk ên ji bo girankirina mekanîzmaya zextê bi taybet jî bandorê li girtîgehan dikin û wiha domand: “Binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Bi hinceta pandemiyê di qanûna înfazê de guherîn çêkirin û şert û mercên girtiyan hîn girantir kirin. Bi giranbûna şert û mercên pandemiyê re ev binpêkirin hêj zêdetir bûn. Rewşa awarte ya li girtîgehan hêj veneguheriye rewşeke asayî û tecrîd û îzolasyon a li girtîgehan mayînde bûye.”
Bi domdarî Ekîn anî ziman ku şandeya wan di navbera 23-27’ê gulanê de çûn serdana girtîgehên navborî û ev agahî dan: “Binpêkirinên li girtîgehan di lûtkeyê de ne. Lijneya çavdêriyê bi hinceta pandemiyê li Girtîgehên Tîpên F û T ên Wanê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind berdana gelek girtiyên ku cezayên wan xelas bûye taloq kirin. Di hevdîtinan de ji girtiyan re pirsên weke ‘gelo tu poşmanî yan na, dema tu derketî dê çi bikî?’, ‘Tu X’ê weke rêxistineke terorê dibînî yan na?’ ji girtiyan dikin. Di halê hazir de 13 girtî li gel ku cezayê wan xelas bûye jî berdana wan ji bo 3,4 û 6 mehan hatiye taloqkirin.”
Ekîn Yeter, bi domdarî ev binpêkirin parve kirin:
“* Gelek caran li ser hev bi komî li ser odeyan de digirin, lêgerînê dikin û bi hinceta lêgerînê jî dest danin ser pirtûk û lûnûskan û heta 4-5 mehan nadin.
* Ji girtiyan re gotine ku dê çalakiyên civakî dest pê bikin lê belê tu çalakiyên civakî dest pê nekirine, xwarin nebaş in û kêm tên dayîn.
* Bi sedema ku li dijî hejmartiya ser pêyan derketine, di 7’ê nîsana 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê li girtiyên bi navên Bîlal Babahan, Ferît Kaşçi û Vedat Kalin ji hêla gardiyan ve lêdan xwarine.
* Li 120 girtiyên ku ji bo girtiyê bi navê Ramazan Turan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê jiyana xwe ji dest dayî ketibûn greva birçîbûnê ji bo mehekî cezayê qedeya çalakiyên civakî hat birîn.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dayîna avê hatiye bisînorkirin û ev av gelek caran besî paqijiyê jî nake.
* Li Girtîgehên Tîpên T û F ên Wanê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê û li Girtîgeha Tîpa L a Panosê herî kêm 31 girtiyên nexweş hene lê tedawiya wan baş nayê kirin.
* Di serdanan de hat zanîn ku gardiyan weke serdegirtinan li qawîşan lêgerînan dikin, hemû alavên girtiyan tên belavkirin, nayê zanîn bê ka çima ev lêgerîn tên kirin û demekî kin piştre heman tişt tê kirin.
* Di mijara sewqên nexweşxaneyê de girtî rastî astengiyan tên, lê tê ferzkirin ku qayiş û saetên xwe derxînin, miayeneya bikelemçeyê li wan tê ferzkirin, di hatin û çûna nexweşxaneyê de rastî sepanên li dijî rûmeta mirovahiyê tên, bi rojan di qawîşan de di karantînayê de dimînin û nikarin bên sewqkirin.
* Di nava 3 mehan de 45 girtî bêyî daxwaza wan ber bi cihên dûr ve hatin sirgûnkirin.
* Her wiha kesên ji heman malbatê ji hev tên cudakirin, dişînin girtîgehên dûr, dema hevdîtinên vekirî saetek tenê ye û tenê bi kesekî re dikare hevdîtin bê kirin. Ev yek jî binpêkirina mafê ‘rêzgirtina jiyana malbatî’ ye.
* Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û yên mîna wan nayên dayîn.”
Herî dawî jî Ekîn bang li rayedaran kirin dawî li van sepanan bînin.