21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Aysel parçeyek ji me tevan bû’

Endama Koma Aştiyê ya 2’yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê di sala 1999’an de hatibû Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de ma. Aysel Dogan li Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Aysel Dogan a ku bi salan di nav têkoşîna azadiyê de xebat kir, di 69 saliya xwe de koça dawî kir. Me der barê Aysel Dogan de bi hevrêya wê Aysel Avesta Aydin re hevpeyvînek kir.

Aysel Dogan weke jineke berxwedêr di nav têkoşînê de xwedî sekneke çawa bû û dixwest jin bi kîjan hişmendiyê tev li jiyanê bibin?

Dibêjin felsefeyeke avê heye. Aveke ji çiya diherike, rêyeke hêsan ji xwe re dibîne û ji hevraz ber bi jêr ve diherike. Li rastî zinarekî jî bê, asê nabe, dev ji rêya xwe bernade û her diherike. Ez heval Aysel dişibînim felsefeya avê. Rêzikên pey vê felsefeyê dibêjin, dema zinar derket pêş, bi zinar re mijûl nabe, li dijî wî bitêkoşe. Li dora wî zinarî digere û rêya xwe didomîne. Lê felsefeye heval Aysel ne li gorî vê destnîşaniyê ye. Heval Aysel, wê hem li dora wî zinarî bigere û riya xwe berdewam bike hem jî hetanî kun bike wê bi wî zinarî re mijûl bibe da ku rêyeke nû ji xwe re vebike. Jixwe li Dêrsim a ku erfa çiyayên wê ber bi Mûnzûrê ve diherikî ji dayik bibû, ew ruhê serhildêr ê Dêrsimê temsîl dike, muxalîftiya xwe ji çanda elewîtiyê digire. Bi bîranînên mezinên xwe yên bi komkujiya Dêrsimê barkirî mezin dibe, têkoşîna xwe ya yekemîn li dijî bavê xwe dide, li dijî dijminê xwe, weke gotina kalikê xwe Seyîd Riza ya ‘Min kir û nekir li hemberî dek û dolabên we bi ser neketim, ev ji min re bû derd. Lê min jî li ber we çok neda erdê, bila ev jî ji we re bibe derd’ jiya. Di heman demê de navê pirtûka hevala Sakine Cansiz a“Tim têkoşîn bû jiyana min” li hevala Aysel jî dihat. Ji xwe heval Sara û heval Aysel hevalên hev ên zarokatiyê bûn. Pir bi Sarayê ve girêdayî bû. Dema ji min re behsa bîranînên xwe û heval Sara dikir, digot “Toprağim” a di kurdî de tê wateya (kesa ku ji heman axê ye).

Wê pir ji ax û xwezaya xwe tevî beşeriyên di nav de, ji gelê xwe yê herî girîng jî ji hevrêyên xwe yên ax, xweza û gel watedar dikirin, hez dikir. Li gorî wê divê kêliyek jî vala nehata derbaskirin. Bi qasî tola li hemberî dijmin, diviyabû ji feraseta dijmin di kesayetiyan de avakirî jî tol bihata girtin. Taybetmendiyên din ên heval Aysel û Têkoşîna Rizgariya Azadiyê li hev hatibûn, weke jineke serhildêr di nava wê têkoşînê de cih girtibû. Hem wek jin hem wek kurd hem jî wek elewî, di zanebûna girîngiya têkoşîna sê nasnameyan de bû. Wek sê xelekan, yek ji yekê qut nedigirt dest. Di heman demê de, êşa gelê kurd û êzidî jiyayîn, Rojava, Rojhilat, Bakur, tevahiya gelan ji kûr ve hîs dikir û di axaftin, bîranîn û semîneran de dianî ziman. Ew li gorî daxwaza hostayê mezin a fikir, zikir û çalakiyê dijiya û ji her kesê/î jî dixwest li gorî vê rastiyê bijîn. Bi xwe mamosteya werzîşê bû û li Dêrsimê mamostetî kiribû. Li gorî ez dizanim, piraniya wan jin, gelek şagirtên wê jî berê xwe dabûn çavkaniyê. Carinan behsa rastlêhatina wan a piştî salên dûr û dirêj dikir. Pir bi hostayê mezin û felsefeya wî ya têkoşîn û jiyanê ve girêdayî bû. Di vê çarçoveyê de qutbûna ji pergalê û zilam girîng bû ji bo wê, lê bi tena serê xwe têrê nedikir. Digot, divê di heman demê de hişmendiya wê were mayîndekirin. Ji bo wê jî, çi jin çi mêr şerê xwe yê li hemberî hevrêyên xwe dida meşandin da ku mîsoger bibin. Ên ku ew rast xwendin jî jê gelek tişt fêr bûn, lê yên hêza wan têrê nedikir ku bi kesatiyên xwe re rû bi rû bimînin ji rexneyên wê direviyan. Jixwe heval Aysel tiştê ku di kesayetiya xwe de pêk neaniya, ji kesekê/î nedixwest. Felsefeya wê ya jiyanê, di kêliyê de afirandin bû û diviya bû wek jin heqê vê jiyanê were dayîn. Di dema koronayê de heval Aysel, heval Asmîn û ez li cihekî diman. Bi wê re mayîn tam perwerdeyek bû. Rojê 2 saetan em digeriyan. Dema em di nava daristanê re derbas dibûn, gulistanên bi rêk û pêk rêzkirî, bala wê dikişand û got, ” ev ne xwezayî ne, hemû çêkirî ne, ne  wek xwezaya Kurdistanê ya bi vîna xwe avabûyî ne ”.

Rojekê em di mijara têkoşîna jinan de diaxivîn û dimeşiyan. Di nava axaftinê de me xwe ji bîr kir û  em ji bajarekî din derketin. Min got, heval Aysel me rêya xwe wenda kir. Got “Em jinên di zanebûna wendabûna xwe de ne” û bi rastî jî bi zanebûn em wenda kiribûn da ku mijara me nîvco nemîne. Welatparêzî, kûrbûna di bîrdoziya jinan û ya xetê bi giştî de, dilsoziya bi rêbertiyê, hevrêtî û cangoriyan re xeta wê ya sor bû û divê di kêliyê de heqê wê bihata dayîn. Dixwest jinên pêşeng li gorî hişmendiya yekirina pira di navbera mêjî û dil de tevbigerin. Li hemberî gel, pîr û kalan, welatparêz û zarokan tim bi hurmet bin û bibin pirek a di navbera rêbertiyê û gel de.

Em dikarin bibêjin ku kê Aysel Dogan nas kiribe jê bandor bûye. Taybetmendiyên ku Aysel dikirin Aysel çi bûn?

Kê heval Aysel dîtibe jê bandor bûye. Ew wek aveke zelal bû û cihê ku ew lêbûya, nabe ku qirêjî hebûya. Roj bi roj biheliya jî, mirov pê nedihisiya ku wê bimire. Li gel wê nexweşiya xwe ya giran jî, tevî hevalên jin ên meclisa Essenê xwarin çêdikir û ji havalên xwe yên kampa penaberan re dibir. Di rojbûna Rêbertiyê de dîsa wisa kir, xwarin çêkir û em bi rê ketin. Dema em gihiştin cem hevalên wê yên kampa ku demeke kin lê mabû, min dît ku dayikên êzidî yên di wî emrê xwe de bûne penaber û hevalên wê yên jin û havalên wê yên zarok çiqas jê tesîr bûne. Bêguman dibe ku pêwistiya havalên wê bi xwarinê tune bû, lê wê xwestibû xwarinê bi destê xwe çêbike û ji wan re bibe, rojbûna Rêbertiyê bi wan re pîroz bike. Li gorî nêrîna min pîrozbahiya herî watedar jî li wir bû. Carekê em bi hev re tevlî civîna malbatên biyanî yên zarokên wan di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bûn. Gelek tesîr li heval Aysel kiribû û wê jî tesîreke mezin li ser wan hişt. Dema di civînên jinan de diaxivî, hestên şoreşgerî bi mirovan re pêş dixist. Bi qasî ku bêtirs li hemberî dewleta tirk têkoşîn daye meşandin, li hemberî dewleta alman jî têdikoşiya.

Dema cara duyemîn ji bo dermankirinê, wek penaber hat Almanyayê kar û barên wê tevlihev bibûn. Em bi hev re çûn ji bo îfadeya wê. Ez li derve mam, her kes di nava nîv saetê de derdiket, lê heval  Aysel tam 3 saetan di hundir de ma. Karmendek ji hundir derket û min jê pirsî. Min got,” bi hevala min re nexweşiya penceşêrê heye. Ev çend saet in di hundir de ye gelo tiştek bû?” Karmend got, “hevala te malik li heyetê xerab kir. Kapîtalîzmê, faşîzma Tirkiyeyê, rewşa siyasî ya cîhanê, Şengal, Rojava û Bakur bi wan re niqaş dike. Wan û dewleta alman tawanbar dike, ez ditirsim ku çend saetên din jî berdewam bike…” Bi rastî jî wisa kiribû. Digot derfetek ket destê min û min bi kar anî. Li  Almanyayê PKK di lîsteya terorê de ye. Jê pirsîne û gotine tu PKK’yî? Gotiye erê. Gotin di devê xwe de nedibir û nedianî û neditirsiya. Di xewê de wek milyaketekê bû, mirov ji masumiyeta wê têr nedibû.

Dema hişyar dibû wek zarokeke anîzaz, henek bi jiyanê dikir. Henekên wê yên balkêş her kesê/î fêm nedikir. Xwezaparêz bû û goşt nedixwar. Ji ajalan hez dikir. Ne tenê mirov, werdekên li parka em di nav de dimeşiyan jî li pey heval Aysel diketin. Ew bi varikên wan re jî eleqeder bibû.

Ji ber çi xwest ku bi kinc an jî bi semboleke ku êzdî nirx didinê were definkirin? Peyama di vê wesiyetê de çi ye?

Êşa gelê êzidî di dilê xwe de hîs dikir. Şengal, Rojava, Mexmûr, gelê kurd tim mijarên gotina wê bûn. Digot ez dixwazim li Şengal û Mexmûrê bimirim. Çend mehên dawî jî xwişk û xwarziya wê li cem man. Gotiye min neşon, fîstanekî spî yê êzidiyan kirine darbesta wê, jixwe şara Rojava li ser wê wer kiribûn. Êşa Şengalê û fermanên di serê wan de hatibûn û yên Dêrsimê di şexsê xwe de anîbû cem hev. Ji xwe zêdetir ji dayikên dêre spî yên êzdî hez dikir. Dixwaze bibêje ez êşa we hîs dikim.

Êrîşa li ser cenazeyê Aysel Dogan tê wateya hêza wê. Tu êrîşa li ser cenazeyê wê çawa şîrove dikî?

Ji hêz û nêrînên heval Aysel girseyeke mezin li dora xwe kom kiribû ditirsiyan. Lê weke heval Aysel jî gotibû, “em di zanebûna dijminatiya dijminê xwe de ne”. Ji sekna wê ya têkoşer, ji nêrînên wê yên bi rizgariyê barkirî, ji cenazeyê wê yê bêcan, bi giştî ji têkoşîna jineke berxwedêr û pêşeng tirsiyan. Lê wê jî çok danenî erdê, bila ew jî ji dijminê wê re bibe derd. Ji bo organîzeya koma aştiyê hatibû Ewropayê. Ew bi xwe jî berê weke koma aştiyê çûbû Tirkiyeyê. Li çayxaneya Roj Tv’yê em rastî hev hatibûn. Dema behsa Rêbertiyê dikir, em bi hev re giriyan û pişt re çû. Çiqasî piştî wê demê nizanim lê carekê min di xewna xwe de heval Aysel dît. Di xewnê de dihat girtin û ji min re digot dema ez  derkevim, ez ê werim cem te. Dema hişyar bûm, min ji hevalan re behsa xewna xwe kir. Gotin heval Aysel niha di nûçeyan de derket û li Dêrsimê daxuyaniyekê dide, em keniyan. Piştre bi rastî jî hat girtin, lê ne ji ber xewna min ji ber dek û dolabên kujerên dê û dapîr, bav û bapîrên wê.

Korona ya ku bû sedema gelek xerabiyan, qencî li min kir û bû sedem ku ez bi heval Aysel re bimînim û wê baştir nas bikim, ji têkoşîna û hevaltiya wê sûdê werbigirim. Dikarim bibêjim ku hevala herî baş ya ku ez nas dikirim, heval Aysel bû. Peyva wê ya herî navdar “Abla kurban, bacaksız” bû. Nikarîbû bi min re şer bike. Digot abla qurban, ez çima nikarim bi te re şer bikim, ev derveyî xwezaya min e. Min digot heval Aysel, ji ber ku di serî de ez teslîmî te dibim, dikeniya. Carekê ez û ew tenê bûn. Di xewê de dengê nalîna wê hat, min got dibe ku jiyana xwe ji dest da, tirsiyam lê hêdîka çûm cem wê, min guhê xwe da ser dilê wê, hişyar bû, ziravê min qetiya. Hîs kir, sibetirê got êdî dema xatir xwestinê ye. Ji bo tenduristiya wê jî be, kesekê/î nikaribû bi zorê tiştekî pê bida kirin, min jî ev taybetmendiya wê dizanibû, çawa dixwest min wisa dikir. Berî sersalê me xatir ji hev xwest û çend mehan xwişka wê û xwarziya wê li cem man. Dema jiyana xwe ji dest da ez neçûm bîranînê. Ji ber ku min soz dabû wê ku ez wê bi darbestê neşînim. Jixwe dema dijiya, me ked dabû hev. Wê ji hevrêyên xwe hez dikir, lewma jî rexneyên tûj dikir. Dibe ku ji me her kesê/î parçeyek bû, lê ew bi qasî ya kesekê/î bibe, azad bû. Ew ji me hemûyan parçeyek bû, parçeyên ji her beşên Kurdistanê komkirî, niha bi rêya heval Aysel, di xaka Dêrsimê de zindî dibe. Dibe ku di demsala bihara bê de şîn bibe.