5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşmergeyê YNK’î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan

Tirkiye di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê êrîş bir ser heremên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe. Gelek derdor ji ber hevkariya PDK’ê  bertekên xwe tînin ziman. Her wiha peşmergeyên berê jî bertekên xwe li hemberî hevkarî û pêkanînên PDK’ê nişan didin.  Pêşmergeyê YNK’î yê berê Cemal Sezgîn ku parastvanê Celal Talabanî bû ye jî betekên xwe yên lli hemberî talabanî anî ziman.

Cemal Sezgîn di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku di sala 1977’an de 700 pêşmergeyên YNK’î ji bo derbasî Zaxoyê bibin hatine Colemêrgê û ev tiş anî ziman: “Wê demê sê pêşengên YNK’ê li gundê Beyîrmanê ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin. Her wiha nêzî nîviyê komê jî li herêma Çelê û Bêşebabê bi destê PDK’ê hatin qetilkirin. Wê demê gelê Bakur û Rojavayê pir piştgiriya PDK’ê dikir û bi salan ew li ser pêya hiştin. PDK’ê digot ‘rizgariya parçeyekî dê rizgariya 3 parçeyan nêzîktir bike.’ Îro Başûr ‘xelas bû’, lê bûne belaya serê her 3 parçeyên din. Her roj prisgirêkekê diafirînin. Divê mirov ji wan bipirse; çima hûn xwe nadin ber kongreya neteweyî? Çima hûn ditirsin û direvin?”

Sezgîn bilêv kir ku ji zû de ye ku polîtîkayên PDK’ê ne ji bo berjwendiyên kurdan e û wiha domand: “Li Tirkiyeyê bi sedan şîrketên PDK’ê ne. PDK ketibû koncalê, lê gelê Bakur ew ji koncalê derxist. Lê niha kesî esas nagire. Niha bûye şirîkê êrîşên Tirkiyeyê. PDK, ji ber ku xwe nade ber kongreya neteweyî, di nava êrîşan de cih digire. Malbata Barzanî bila baş zanibe ku kurd ne kurdên berê ne. Kurd dê tu carî bêbextiyê qebûl nekin.”

Sezgîn da zanîn ku PDK di sala 1982’yan de li Rojhilatê jî bêbextî li hêzên PDK-Î’yê kiriye û wiha got: “PDK wê çaxê li Rojhilatê çi kiribe niha heman tiştî li Başûr jî dike. Lê dê gelê Başûr destûrê nede. Barzanî ji bo berjewendiyên malbata xwe dixebite. Tişta PDK dixwaze rejîma yekzilamî ye. Malbata Barzanî dixwaze li Başûr rejîma yekzilamî pêk bîne. Bila li qisûrê mêze nekin, lê gelê kurd vê pergalê qebûl nake. Tekane daxwaza min ew e ku kurd li dor berjewendiyên neteweyî kom bibin û ji bo vê bitêkoşin.”