4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hîleyan encamên tûra duyemîn diyar kir

Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de kurdan di asteke rekor de piştgirî da Kiliçdaroglû. Lê AKP-MHP’î bi êrîşên ku pêk anîn û hîleyên ku kirin Erdogan bi ser xistin.

Hilbijartina giştî ya parlamentoyê û serokkomariyê ya Tirkiyeyê di 14’ê gulanê de pêk hatin. Di hilbijartinê de Tifaqa Cûmhûr bi dek û dolaban xwe bi ser xist û piraniya parlamentoyê bi dest xist. Lê hêza wê têra ku di hilbijartina serokkomariyê de namzetê xwe ser bixe nekir. Ji ber vê sedemê Erogan ji sedî 49 û namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 45 deng girtibûn û hilbijartin ji tûra duyemîn re mabû.

Tura duyemîn a hilbijartina serokkomariyê 28’ê gulanê saet di 08.00’an de dest pê kir û heta saet 17.00’an dewam kir. Tevahiya rojê li seranserê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê agahiyên binpêkirinên qanûnan hilbijartinê ji navendên dengdayînê yên gund, tax, navçe û bajaran hatin. AKP-MHP’iyan bi awayekî vekirî û komî deng dan û parlamenterên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk jî di nav de êrîşên muşahîdên muxalefetê yên li dijî vê rewşê derketin, kirin.

Li Kurdistanê tevlibûn ket

Piştî ku dengdayîn bi dawî bû û djimartinê dest pê kir, berevajî hilbijartina 14’ê gulanê encamên hilbijartinê di nav saetek û du saetan de diyar bûn. Encamên hilbijartinê nîşan da ku dizî, hîle, binpêkirinên pêvajoya dengdayînê bi kêrî Erdogan hatine û jê re deng anîne. Lewre ji ber vê sedemê tevahiyê rojê li aliyê Erdogan û rayedarên tifaqa wî ve der barê mijarê de tu daxuyanî nehatin dayîn û piştgiriya van binpêkirin û dek û dolaban hat kirin.

Li gorî encamên nefermî; Erdogan di hilbijartinê de bi hîle û derfetên dewletê di seriya ji sedî 50’yî deng girtin û li dijî Kiliçdaroglû bi ser ket. Li bakurê Kurdistanê heta radeyekê tevlêbûna hilbijartinê ket. Lê tevî vê yekê jî di asteke gelek bilind kurdan piştgiriya Kiliçdaroglû kir. Lê ji ber ku li bajarên Tirkiyeyê piştgiriya ji bo Kiliçdaroglû ne di asta ya Kurdistanê de bû bi ser neket.

Kiliçdaroglû têkçûnê qetbûl kir

Kiliçdaroglû û nûnerên Tifaqa Millet bi bêdengiya xwe demeke dirêj têkçûna xwe qebûl kir. Ji ber vê qebûlkirinê piştî jimartina dengan bi saetan derneketin pêşberî kamereyan û tu daxuyanî neda. Erdogan beriya Kiliçdaroglû û Tifaqa Millet derket pêşberî kamereyan û li Stenbolê ji alîgirên xwe re axaftinek kir. Erdogan bi zimanê xwe yê pêvajoya hilbijartinê êrîşî muxalefeta Tirkiyeyê kir.

Piştî destpêkirina jimartina dengan bi çend saetan Kiliçdaroglû derket pêşberî kamereyan û daxuyaniyek da. Kiliçdaroglû, di axaftina xwe de têkçûna xwe qebûl kir û destnîşan kir ku 25 milyon deng girtiye. Kiliçdaroglû, diyar kir ku hemû derfetên dewletê ji bo hevrikê wî hatine bikaranîn û tevî vê yekê jî serê xwe netewandiye û têkoşîna demokrasiyê daye û wê vê têkoşîna xwe bidomîne.

Herî dawî Kiliçdaroglû, berovajiyê bendewariya îstifakirinê bi lêv kir ku heta ku demokrasî bê welat wê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomîne û spasiya kesên piştgiriyê wî kirine, kir.

Hêzên tarî li ser kar bûn

Desthilata AKP-MHP-Egenekonê 5 sal in bi pêkanînên dermirovahî û zordariyê Tirkiyeyê bi rê ve birin. Ev jî rê li ber gendelî, dizî, sextekarî, neyartiya navbera gel vekir. Ji ber vê yekê hilbijartinên 14’ê gulanê ji gelan re hêviya rizgarbûna ji rejîma yekzilamî çêkir. Erdogan û desthilata wî ligel ku hemû derfetên dewletê ji bo xwe bi kar anî jî dîsa bi ser neket. Bi taybetî gelên bakurê Kurdistanê bi dengdayîna Kemal Kiliçdaroglû derbeke giran li Erdogan û desthilatdariya wî xist. Gelên bakurê Kurdistanê bi rêjeke bilind ji yekzilamî, yekdestî û zordariyê re got êdî bes e û hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re hişt.

Dengdana ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê saet di 08.00’an de dest pê kir. Li seranserê welat li 973 navçeyan û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn û zêdetirî 60 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn. Li derveyî welat jî ji 3 milyon û nîv dengdêran nêzî 2 milyon çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anî. Di vê hilbijartinê de dîsa AKP-MHP bi piştevaniya polîs, leşker û cerdevanan êrîşî ser welatiyên kurd û CHP’iyan kir.

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker li gundê Karaalî yê navçeya Eyyubiye ya Rihayê çû serdana sindoqan. Şeker, tespît kir ku zilamên gund xwestin li şûna jinan deng bidin. Li ser vê yekê Şeker jî got ku ev rewş ne rewşeke qanûnî ye û divê jin bixwe bên ser sindoqan û dengê xwe bidin. Piştî nerazîbûnê, komeke ji 15-20 kesan pêk dihat êrişî Şeker û muşahidê CHP’î kir. Şeker ê ji pozê xwe derb xwarî rakirin nexweşxaneyê. Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal çû cihê bûyerê rastî êrîşê hat. Cendirmeyên hatin cihê bûyerê koma êrişkar ji cihê bûyerê dûr xistin. Peywirdarên CHP’î yên li gundê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li dijî dengdayîna komî derketin, rastî êrîşê hatin. Şaredarê navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê yê CHP’î Mehmet Mûrat Çalik ji bo dengê xwe bide çû Dibistana Navîn a Dr. Ayla Savaş. Çalik, rastî êrîşa devkî û fîzîkî ya peywirdarên sindoqê yên AKP’î hat.

Zarok jî kirin amûrê xwe

Wekî hemû hilbijartinên derbasbûyî de dengdayîn dîsa bi dek û dolabên desthilta AKP-MHP-HUDA PAR’ê dest pê kir. HUDA PAR’ê li sindoqa jimara 1075’an a Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya navçeya Rezana Amedê zarokek 17 salî kir muşahidê partiya xwe. Muşahidên Partiya Çepên Kesk ev yekê ferq kir û îtîraz kir. Li ser îtîrazê zarok ji dibistanê hat dûrxistin. Lê der barê zarok de girtek nehat girtin. Li Dibistana Amadehî ya Namik Kemal a Rezana Amedê dema jinekê bi pûsûleya sexte deng dida hate ferqkirin. Jina ku bi pûsûlaya sexte çû dibistanê xwest biavêje sindoqê. Lê piştî ku rewş hate ferqkirin, pûsûla çirand û reviya. Di pûsûlaya hatiye çirandin de deng ji bo Tayyîp Erdogan hatiye dayîn.

Li navçeyên Artûklû, Rişmil, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîs li ser sindoqan digeriyan û ji bo AKP’ê muşahid kom kirin. Li ser sindoqên ku muşahidên AKP’ê tune ne, muşahid ji derve anîn. Her wiha ji bo çavtirsandinê jî wesayîtên zirxî li hewşên gelek dibistanan bi cih kirin. Li gundê Şorizbah a navçeya Midyada Mêrdînê, komeke ku xwest bi awayekî vekirî deng bide ji hêla peywîrdarên sindoqan hatin astengkirin. Li ser vê yekê cerdevan û AKP’iyan êrîşî peywirdaran kir. Serokê AKP’a Qilebana Şirnexê û hinek rêveberên wê li keya û cerdevanan geriyane û ji wan re gotine; “Dema hûn dengê xwe didin wêneyê wê bikişînin û ji me re bişînin.” Li gundê Mutluca yê Elkê jî cerdevanan dengên xwe vekirî da. Li ser vê yekê di navbera wan û peywirdarên CHP’î de rageşî derket.

Êrîşî welatiyan kirin

Hêzên veşartî û tarî li di vê hilbijartinê de jî li ser kar bûn. Li baxçeyê Dibistana Amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate tespîtkirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal û rêveberên HDP’ê yên navçeyê îtîraz kir. Li ser vê yekê polîsan got: “wesayîta peywirdaran e” û wesayît ji baxçeyê dibistanê dernexistin. Piştî ku rewş bi Baroya Şirnexê re hat parvekirin, parêzer çûn dibistanê, bi amirên polîsan re hevdîtin kirin û jê re gotin ku heke wesayît ji baxçeyê dibistanê neyê derxistin dê girtekê bigirin. Li ser vê yekê wesayît ji baxçeyê dibistanê hate derxistin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kêliya ku dengdayîn dewam dikir, binpêkirin jî qewimîn. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî welatiyan kir.

Di hilbijartina 14’ê Gulanê de nelirêtiya herî zêde li ser guhertina kaxizên lîsteyên dengan hatibû kirin. Erdogan û tifaqa wî bi vî awayî gelek dengên Partiya Çepên Kesk ji partiyên nîjadperest re hatibûn nivîsandin. Di tûra duyemîn de jî hewl dan heman nelirêtiyê bikin. Li gelek navçeyên Stenbolê nelirêtî hatin tespîtkirin. Li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê, di gelek sindoqan de, cedwelên fermî yên bi îmzeya YSK’ê yên tên jêbirin hatin tespîtkirin. Di cedwela sindoqan bi hejmara 1450 de ya li taxa Mîmar Sînanê, hat dîtin ku gelek nivîsên cedwelê bi tiliyan tên jêbirin. Endamên Partiya Çepên Kesk, têkildarî bûyerê girtek amade kir.

AKP’iyan dengên komî bi kar anî

Li gundê Çavûşlar ê Çewlîgê hat tespîtkirin ku li sindoqa jimara 1282’yan hilbijêrek gelek deng bikar anîne. Muşahidê CHP’ê mudaxeleyî rewşê kir. Lê wezîfedarên AKP’ê muşahidê CHP’ê ji dibistanê dûr xistin. Paşê zelal bû ku kesên dengên komî bi kar anine di şûna hilbijêrên li Ewropayê dimînin de bi kar anine. Muşahidê CHP’ê bûyer ji leşkeran ragihand. Leşkeran got, “Ev der cihê Ak Partiyê ye. Tengezariyek çêbibe jî em nikarin mudaxale bikin. Hilbijartinê bişopîne û paşê biçe.” Muşahidê ku ji ewlehiya canê xwe bi fikar bû ji gund derket û çû ofîseke petrolê ya nêzî gund.

Li gundê Mavan ê navçeya Rûbarok a Colemêrgê deng bi komî hatin dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çûn gund. Endamên AKP’î û Partiya Yenîden Refahê û cerdevanan êrişî parlamenter û parêzeran kir. Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agralî dema dixwest kêliyên êrişê bikişîne, ji hêla AKP’iyan û Serokê Partiya Yenîden Refahê yê Rûbarokê Reşît Ekîncî ve hate astengkirin. Agralî daxuyand ku cerdevanan gule li hewa barandin.

Dengdayîn saet 17:00’an de bi dawî bû. Heta bidawîbûna dengdayînê jî AKP-MHP’ê êrîşî muşahidên muxalîf kir. Hilbijartineke din bi êrîş û zordariya AKP-MHP’ê bi dawî bû.