6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûr 30 sal in li ber xwe dide

Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Xantûr Kara der barê êrîşa li ser Mexmûrê de got ku gel li hemberî dorpêçê li ber xwe dide û wiha axivî: “Gelê Mexmûrê ev 30 sal in li dijî qirkirin û zilmê li ber xwe dide.”

Têkoşîna gelê Mexmûrê ev 30 sal in bênavber dewam dike, Gelê ku herî zêde di tekoşîna azadiya Kurdsitanê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye gelê ku niha li wargeha Maxmurê dijî ye. Ev gel di encama polîtîkayên dewleta tirk a ku qirkirina kurdan dixwaze, qebûl nekiriye ketiye ser rê. Di sala 1994’an de, ji herêma Botanê gundî ji ber zilma artêşa tirk li ser xaka welatê xwe bûn penaber. Pêşî koçberî Geliyê Qîyametê bûn, paşê derbasî Nînovayê, Sêmêlê û ji wir jî koçberî Nehdarê bûn û rawestgeha herî dawî Mexmûr e. Li Mexmûrê jî êrîş û ambargo berdemam kirin. Nahêlin torbeyek ard bigîje wargehê. Lê dîsa jî ev gel bi rûmet, nirx, azadî û bi nasnameya xwe ve girêdayî li ber xwe dide. Her çiqas dem bi dem rastî êrîşan hatibin jî ew erda bejî ku mirov nikare li ser bijî vegerandin wargehekî jiyanê. Niha jî êrîşa ku li ser tê kirin daxwaza binpêkirina deskeftiyên gelê kurd e.

Gel xwe diparêze

Dewleta Iraqê 20’ê gulanê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê hêzeke mezin şand wargehê. Gel bi berxwedanê dorpêç vala derxistin û  hîn jî li ber xwe dide. Der barê êrîş, dorpêç û ambargoya li ser Mexmûrê tê meşandin de endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Xantûr Kara bi rojnameya me re axivî. Kara got ku ev êrîşên ku niha li wargeha me tên kirin nîşaneya neyartî û daxwaza tunekirina deskeftiyên gelê kurd e û wiha axivî: “Dewleta Iraqê, di berbangê de bi awayekî nemerdane hat dest bi êrîşê kir. Êrîşa ku hat kirin bi şêwazekî tirsonek bû. Ev şêwaza tirsonek mirov dikare weke şêwaza DAIŞ’ê jî bigire dest. Dema ku xwestin êrîşê pêş bixin gelê Mexmûrê di pênc noqteyan de konên xwe danîn û ji bo parastina wargehê xwe amade kir. Ji ber vê nikarin êrîşeke wisa berbiçav bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku êrîşê xwe dan sekinandin, niha bi wesayitên leşkerî dorpeçkirina wargehê berdewam e.”

Tirkiye û PDK jî şirîkê vê êrîşê ne

Kara, diyar kir ku Tirkiye û PDK jî şirîkê van êrîşên dewleta Iraqê ne û ev tişt got: “Em dikarin bibêjin ku dewleta tirk ji ber ku bi PDK’ê armanca xwe nebir serî destê xwe jê kişandiye û niha dixwaze bi dewleta Iraqê re armanca xwe  ya belavkirina hebûna wargehê bi dest bixe. Bê guman ev mijar di çapameniya Tirkiyeyê de jî hat rojevê û şîrovekirin ku ew dixwazin bi dewleta Iraqê van daxwazên pêk bîne.

Berxwedana Mexmûrê

Kara, bal kişand ser berxwedana gelê Mexmûrê û wiha got: “Daxwaza dewletên Tirkiye, Iraq û PDK’ê ew e ku ev wargeha ku ev 30 sal in bi xwîn, ked û bi hemû nirxên xwe yên pîroz xwe avakiriye belav bikin. Lê berxwedana me ya li dijî van êrîşên hovane di raya giştî de jî li ber çavan e, em ê tu car paş gav neavêjin û bi felsefeya Rêber Apo û nirxên şehîdan hem parastina xwe û hem jî serkeftina xwe mîsoger bikin.”

Kara, der barê rewşa dawî de jî wiha dewam kir: “Niha di wargehê de hemû welatî di konên xwe de parastina wargehê dikin. Hemû hemwelatî peywira ku dikeve ser milên van pêk tînin. Dîsa niha li vir hemû karên jiyanî û rêxistinî hatiye sekinandin, hemû hewldan ji bo serkeftina vê berxwedanê ye.”

Deng bidin gelê Mexmûrê

Kara da zanîn ku Mexmûr hem di aliyê pergalî û hem jî di aliyê civakî de xwediyê statuyek û dîrokeke grîng e. Kara axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewletên Iraq û Tirkiyeyê dixwazin deskeftiyên gelê kurd xira bikin û ji hev belav bikin. Lê divê dîsa dubare bê zanîn ku em xwedî hêzeke pir grîng in, em ne civakeke wisa hêsan in ku li hemberî hêzeke wisa têk biçin. Berevajî wê em weke civak her ku diçe rêxistina xwe xûrtir dikin û li hember êrîşên bi van rengan parastinê re xwe amade dikin. Lê ji bilî berxwedana hundir em dixwazin ku li hemû Kurdistanê û derveyê Kurdistanê jî em dengê berxwedana gelê Mexmûrê bilind bikin ku di rojek pêş de van êrîşan bidin sekinandin û bi serbikevin.”