3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê li dijî hişmendiya zayendperest têbikoşin’

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin der barê xebat û rêjeya parlementerên jin de ji rojnameya me re axivî û got ku rêjeya herî zêde ya parlamenterên jin ya Partiya Çepên Kesk e.

Weke tê zanîn di 14’ê Gulanê de li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê hilbijartina serokkomarî û parlementeriyê ya Tirkiyeyê pêk hat. Li gorî encamên hilbijartinê 600 parlementer ji partiyên cuda hatin hilbijartin. Her wiha ji ber ku rêjeya 50+1 ya hilbijêran bi dest neket hilbijartina serokkomariyê ma tûra duyemîn.

Li gorî encamên hilbijartinê di serdema 28’emîn de ji 600 parlementeran tenê 121 parlementerên jin di parlementoyê de cih digirin. Li gorî daneyên ku hatine parvekirin ji AKP’ê 50 ji CHP’ê 30 ji Partiya Çepên Kesk 30 ji IYI Partiyê 6 ji MHP’ê 4 û ji TÎP’ê jî parlementereke jin hat hilbijartin. Di nav partiyan de ji aliyê rêjeya jinan ve rêjeya herî zêde ya Partiya Çepên Kesk e.

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin der barê xebat û rêjeya parlementerên jin de ji rojnameya me re axivî.

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nûnertiya jinan a di parlementoya Tirkiyeyê de û ev tişt anî ziman: “Mixabin weke her serdemê di encama vê hilbijartinê de jî hejmara parlementerên jin kêm bû. Ji nav 600 parlementeran tenê 121 parlementerên jin hene. Ev rêjeyeke pir kêm e lê ji aliyeke ve jî cara yekemîn ev qas jin dikevin parlementoyê. Weke ku min got ev rêje pir kêm e lê li gorî armancên me zêdebûna hejmara jinan serkeftin e. Ji nav hejmara parlementerên jin yên ku hatine hilbijartin rêjeya herî zede ya jinan a Partiya Çepên Kesk e. Ji aliye rêjeya jinan ve em li gorî pergala fermûarê tevgeriyan ji ber vê yekê ji sedî 50 parlementerên ku hatin hilbijartin jin in. Ev jî nîşan dide ku em di mijara wekheviya tevlêkirina  zayendan de gihiştine armanca xwe. Ez hêvî dikim ku dê ev 121 jinên ku hatine hilbijartin  di hemû koman de nûnertiya mafên hemû jinên civakê bikin.”

‘Em ê li dijî êrîşan têbikoşin’

Guneş Altin diyar kir ku desthilatiya AKP-MHP’ê ji bo berjewendiyên xwe êrîşî mafên jinan dike û wiha got: “Desthilatiya heyî bi dijberiya jinan û kurdan hewl da tîfaqa xwe xurttir bike. Weke tê zanîn desthilatiya AKP-MHP’ê ji bo ku bloka xwe bi hêz bike partiyên weke Refahê û HUDA-PAR’ê ku êrîşên mafên jinan dikin kirin nav tifaqa xwe. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ji ber ku nayê qebûlkirin em ê li dijî êrîşên wan ên li ser mafên jinan têbikoşin.”

Destkeftiyên jinan û mijara bazarê Altin da zanîn ku jinên di nav civakê de rastî tunehesibandinê dibin guherîneke bingehîn dixwazin û ev wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem jinên kurd hem civaka Tirkiyeyê guhertineke bingehîn dixwaze. Lê dema em li van kiryaran dinêrên dev ji pêşketinê berdin dibe ku em paşve bikevin. Tu kes di sedsala 21’emîn de ne li bendê bû ku ihtimala paşketina mafên jinan bikeve rojevê. Lê mixabin tîfaqa AKP-MHP’ê ji bo berjewendiyên xwe destkeftiyên jinan kirin mijara bazarê. Weke ku me got em ê weke parlementerên jin ên Partiya Çepên Kesk li her qadê li dijî vê hişmendiya zayenderest têkoşîn bikin.”

‘Jin guherînê dixwazin’

Parlementer Altin di axaftina xwe de ev tişt got: “Ji ber ku di nav jiyanê de herî zede jin rastî tunehesibandin û faşîzmê tên di dema xebatên me yên hilbijartinê de wan em bi kelecaneke mezin pêşwazî dikirin. Di vê kelecana wan de diyar bû ku herî zede ew li benda guhertinê ne. Ji ber vê daxwaza wan em hatin hilbijatin. Em ê jî hewl bidin bi xebatên xwe ji bo jin û zarokan vê jiyana ku bi destê AKP-MHP’ê hatiye tengkirin biguherînin.”

Jin û civak

Guneşê der barê derûniya civakê de wiha axivî: “Bi rastî em nikarin dêrûniya civakê ji dêrûniya takekesî ya jinan ji hev du cuda bifikirin. Bûyerên ku li cîhanê û li erdnîgariya me diqewimin rewşa civakê jî, rewşa jinan jî têkildar dikin. Bandoreke zextê li ser wan çêdike. Bûyerên baş ji xwe bandoreke baş çêdike. Lê niha em di rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê binêrin em nikarin behsa rewşeke baş bikin. Berî erdhejê bêheviyeke û xizaniyeke pir mezin hebû. Ji aliyêkî ji peymana Stenbolê û her wiha dîsa li dijî deskeftiyên jinan êrîş dihatin kirin. Wekî ku hûn jî dizanin Peymana Stenbolê hatibû betalkirin.  Her wiha erdhejî çêbû 10 bajar bi vê erdhejê de xisareke mezin, tiranvayeke mezin bi ser wan re derbas bû. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Em jî dizanin ji bêkariyê ji betaliyê ji bêheviyê ji bêçaretiyê ji erdhejê jî herî zêde jin û zarok bandor dibin. Em dikarin bêjin di erdhejê de ji hîin aliyan, ji hin xalan de dikarin bêjin ku zarok û kesên ku têmenên wan mezin di rewşeke dezavantajê de ne. Ne ji ber hebûn, takekesî û taybetmendiyên xwe ji ber pergalê di vê rewşê de ne. Civakeke me ya mevcût de dezavantajên wan hene û piştî van tranwayan jî ev dezavantaj ji hemû koman kûrtir dibe. Kesên ku dezavantajên wan hene ev krîza heyî kûrtir dibe. Ji ber vê yekê em dibên ku têkilya derûniya civak û derûniya jinan bi hev re girêdayî ye. Mirov dikare vê xalê di dîroka jinan de jî bibine.  Em ê jî ji vê têkiliyê bikevin rê û rewşa jin û civakê baştir bikin xebatên xwe bidomînin.”