4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Spanyayê roja hilbijartinên giştî diyar bû

Di hilbijartinên xwecihî yên li Spanyayê de rastgir bi ser ketin. Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez li ser vê encamê parlamento betal kir. Hilbijartinên giştî wê 23’ê tîrmehê bên kirin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bi rengekî surprîz aşkera kir ku di 23’ê tîrmehê de wê hilbijartinên giştî bên kirin. Ev daxuyanî piştî wê yekê hate dayin ku muxafazakar di hilbijartinên şaredarî û herêman de li hemberî çepgiran bi ser ketin.

Sanchez diyar kir ku biryara ji bo betalkirina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên giştî ji Qral Felîpeyê 6’emîn re ragihandiye. Hilbijartinên giştî diviyabû dawiya salê bihatana kirin.

Sanchez got, “Li ser encamên hilbijartinên doh min ev biryar da. Weke serkêşê hikumetê û Sekreterê Partiya Sosyalîst encaman qebûl dikim û bi dîtina min pêwîstî pê hebû bersivek jê re bê dayin û wezîfeya xwe ya demokratîk radestî îradeya gel bikin.” Partiya Sosyalîst di hilbijartinên xwecihî de yên roja yekşemê derbeke giran xwar.

Partiya Gel ku partiya bingehîn a muxalefetê ya rastgir e (PPK) ji 10 herêmên ku di bin rêveberiya sosyalîstan an jî koalîsyona çep de bûn, 6 ji wan bi dest xistin. Di nava van de herêma Valencia jî heye ku herêma herî qelebalix û dewlemend e.

Li gel PP, her wiha partiya rastgiriya tund partiya Vox jî bi ser ket. Ev partî ji xwe li parlamentê hêza sêyemîn e. Di hilbijartinên şaredariyê de zêdeyî 1.5 milyon deng wergirt. Bi vî rengî di nava çar salan de dengên xwe bi du qatî zêde kirin.