6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêneyê îşkenceyê: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da

Mustafa Borê ku li Geverê di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve bi awayekî tund hate derbkirin, li nexweşxaneya ku ji bo kontrola tenduristiyê birinê rapora “serêşê” jê re amade kirin.

Di serdegirtinên malan ên serê sibê li navçeya Gevera Colemêrgê hatin kirin de ciwanên bi navê Demhat Kûrt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal û Mûstafa Bor hatin binçavkirin. Polîsên ku di serdegirtinên malan de derî û şibake şikandin tundî li ciwanan kirin. Polîsan bi qontaxa çekê, bi pêhn û kulman ciwan birîndar kirin. Ciwanên ku hatin binçavkirin pêşî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê pişt re birin miduriyeta polîsan.

Wêneyên şîdetê 

Kirariyên ciwanan ên li miduriyeta polîsan didomin. Wêneyên têkildarî tundiya yek ji ciwanên bi awayekî tund hate derb kirin ên Mûstafa Bor derketin holê. Di wêneyan de tê dîtin ku serê Bor şikestiye, li gelek cihên laşê wî xwîn jê hatine û reş û şîn bûne.

Rapora ‘serêşê’

Hate îdiakirin ku tevî şopên tundiyê jî li nexweşxaneya ku Bor birinê tenê bi “gazina serêşê” raporek jê re hatiye nivîsandin.

Parêzer Eren Baskin têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Rapora ‘şopa lêdanê nîn e’ dan Mûstafayê ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Bi zexta parêzerên me careke din birin nexweşxaneyê. Hemû şopên îşkenceyê hatin qeydkirin. Em ji bo kirariyên îfadeyan disekinin.”