28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di desthilatdariya nû ya Erdogan de dolar rekor şikand

Piştî ku Tayyîp Erdogan jinûve hate hilbijartin, Lîreyê tirk careke din daket asta herî nizm û bêqîmet bû. Aborînas dibêjin, dibe ku buhayê dolar îsal bigihêje heta 28 lîreyî.

Li Tirkiyeyê roja Yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê hate kirin. Piştî ku hate aşkerekirin Tayyîp Erdogan bi ser ketiye, Lîreyê tirk di asteke dîrokî de bêqîmet bû. Roja Duşemê dolarek bû 20,09 lîre.

Erdogan ku kampanya xwe ya hilbijartinê li ser dezenformasyon û faşîzmê meşand, di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de jî aşkere kir ku wê polîtîkayên xwe yên heta niha meşandiye ji niha û pê ve jî bidomîne.

Ajansên navneteweyî yên ku mijara jinûve hilbijartina Erdogan nirxandin bi taybetî bal kişandin ser aborî û azadiyê.

Krîza aborî û sînorkirina azadiyan

Ajansên navneteweyî pirsîn ku dê bernameya aboriyê ya Erdogan çiqasî dikaribe îdare bike û destnîşan kirin ku encamên gavên ji bo zêdekirina mûçeyan ên li dijî enflasyona bilind beriya hilbijartinê hatin kirin, wê piştî hilbijartinê diyar bibin.

Di nirxandinan de her wiha hate bibîrxistin ku hilweşîna li herêmên erdhejê bi qasî 34 milyar dolarî zerar gihandiye Tirkiyeyê û hate ragihandin ku paşeroja 3,4 milyon koçberên Sûriyeyî yên li welêt nediyar e.

Ji fîrmaya Tellîmer a li Dûbaî Hasnaîn Malîk daneyên li ser aboriyên pêşketî nirxand û got, “Hilbijartina Erdogan derfeta razemeniyê nade ti sermayeya biyanî” û wiha dewam kir: “Di rêyeke krîzê ya giran de ku bandorê li sermayeyê dike; enflasyon gelekî bilind e, rêjeya faîzê gelekî nizm e û rezervê dowîzê jî qet nîne. Tenê mirovên herî xweşbîn karin hêvî bikin ku Erdogan ji aliyê siyasî ve kare li polîtîkayeke aborî ya Ortodoks vegere.”

Aborînasê DYA’yî Roger Mark jî hişyarî da ku krîza hevsengiya dayinan a li Tirkiyeyê dibe ku kûr bibe û kontrola sermayeyê zêde bibe. Mark got, “Eger ev polîtîka neyê guhertin, Tirkiye ber bi krîzeke dayinê ya di asteke bilind de diçe; dibe ku kontrolên sermayeyê yên hîn giran zêde bibin. Ev rewş dibe ku bibe sedem mirov bi zorê dolar bike lîre; dibe ku tirk nikaribin deynê xwe yê derveyî welat bidin.”